Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:25

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 172’emîn didome.

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 172’emîn, di roja 880’ê de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 171’emîn Fatim Hilalî axivî.

Fatim Hilalî diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dinava têkoşîn û çalakiyan de bin.

Merasîm bi dewirgirtina koma 172’emîn û dirûşmeyan dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.