Ew 847 rojin di çalakiyê de ye

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:40

Dayê Xanê rûxmê temenê xwe yê mezin jî, ji roja çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, heta niha di çalakiyê de ye.

Dayê Xanê di hemû gotinên xwe de tîne ser ziman û dibêje:’’Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe ew dest ji çalakiya xwe bernade.” Dayê Xanê her êvar bê rawestan berê xwe dide cihê çalakiyê û di nava çalakvanên çalakiya nobetê de cihê xwe digire. Bi birayardariya xwe ya di vê çalakiyê de bala gelê wargehê dikişîne. Bi reng, deng û heyîna xwe di hemû guhertin û komên çalakiyê de cihê xwe girtiye. Gelek caran bi sohbet gelek caran jî bi stranên xwe rengê xwe yê di çalakiyê de diyar kiriye. Di gotûbêjên xwe de gelek bi hêvî û kelecan qala pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin dike.

Dayê Xanê têkildarî pêvajoyê û çalakiya niha cihê xwe di nav de girtiye nêrîn û dîtinên xwe parve kir û got:“Me ji bo tecrîda giran a li ser Rêbertî ev çalakî daye destpêkirin, heta mafê Rêbertiya me neyê dayîn em dest ji çalakiyê bernadin. Ev 164 dewreye ku ez di nava çalakiyê de me, ez ji çalakiyê dernakevim heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe. Hêviya me Rêbertiya me ye, Rêbertî hem hebûn hem jî nebûna me ye. 27 salin di bin tecrîdek girankirî de ye. Îro bê mafiyek mezin li Rêbertiya me tê kirin. Em alîgirê biratî, aştî û demokrasiyê ne. Emê hemû bi hev re vê pêvajoyê ser bixin. Bahçelî bi xwe jî got: ‘Abdullah Ocalan hemû gotinên xwe pêkanîn, niha jî dem dema me ye.’ Em bang li dewletê dikin ku di vê pêvajoyê de gav bavêje. Rêbertî silh û silehetê ne tenê ji bo kesayeta xwe, ji bo giştî mirovahjyê dixwaze. Ji bo famkirina Rêbertî divê pirtûkên Rêbertî werin xwendin. Gavên pêwîst ji aliyên gerîlayên azadiyê ve hatin avêtin, ger dewleta Tirk di vê pêvajoyê de bi biryar be divê ew jî hewldanekê bike.”

ROJNEWS/JIYAN PÎRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.