99 dagirker li derveyî şer man

Çarşem 4 Îlon 2024 - 03:15

  • HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewayî û bejahî ve 152 çalakî kirin. Di çalakiyan de 56 dagirker hatin kuştin. Gelek amûrên leşkerî jî hatin tinekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser şopa fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) dimeşin, sala 40'î ya têkoşîna xwe ya destanî temam kirin û ketin sala têkoşînê ya 41'emîn. 40 salan bênavber parastina rewa ya gelê Kurd kirin, têkoşîna azadiyê ya çekdarî meşandin, li dijî hemû êriş, konseptên tasfiyekirinê û planên qirkirinê li ser piyan man, hêviya serketinê ya gelê me yê bindest zindî hişt ku ev yek tena serê xwe serketineke. 

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sala 41'emîn a Cejna Vejînê, pêngava gerîla ya dîrokî 15'ê Tebaxê bi heybet pêşwazî kirin. Gerîlayên me ku bi biryardarî û ruhê fedaî yê Apoyî dest bi sala têkoşînê ya 41'emîn kirin, li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bênavber li ber xwe dan. Berxwedana destanî ya fermandara me ya fedaiyan a nemir Berwar Dersîm a li Çiyayê Agirî, nîşanî dost û dijminan da ku heqîqeta Egîdbûyîn, Bêrîtanbûyîn û Zîlanbûyînê ya jinên Kurd ên azad têk naçe. Berxwedana nayê teslîmgirtin a hevrêyên me Eylem Stêrk, Sozdar Evîn û Armanc Devrîm a li Elkê û Kato Marînos heman heqîqet li qadên cuda raxist pêş çavan. Ev hevrêyên me ku di meha Tebaxê de şehîd bûn, pêşengî û lehengiya jinên Kurd ên azad di şexsê YJA Starê de nîşanî hemû jinan da, ruhê azadiyê da gelê me û jinan. Hevrêyên me Alan Milazgir, Orhan Cîhat Bîngol, Rosîda Mêrdîn, Sara Tolhildan, Sema Cuya Çewlîk, Tîjda Jiyan û hevrêyên me yên din ên di demên cuda de şehîd bûn lê belê di nava meha Tebaxê de şehadeta wan hate ragihandin, bûn mînakên bijarte yên fermandariya gerîla ya Egîdbûyînê. Em hevrêyên xwe yên ku li ser şopa fermandar Egîd meşiyan, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê şopdarên şehîdan bin û careke din soz didin ku armancên wan teqez bi ser bixînin.

4 gerîla şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker li gel bombardûman û operasyonên bêhejmar ên li Bakurê Kurdistanê her wiha 90 carî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi teqemeniyên qedexekirî bombe kir û sûcên şer kir. Hêzên me êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku xwe dispartin teknîkê têk birin, ruhê fedaî yê Apoyî bilind kirin, di taktîk, çalakî û rêbazên gerîla de xwe kûr kirin, bi vî rengî bersiv dan û gelek çalakî kirin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê meha Tebaxê performanseke girîng a şer nîşan dan, ji hewayî û bejahî ve çalakiyên bi bandor kirin û derbên giran li artêşa dagirker xistin. Di nava meha Tebaxê de Yekîneyên me yên Şehîd Dogan Zinar û Şehîd Axîn Mûş 19 çalakiyên hewayî lidar xistin. Her wiha bi gelek rê û rêbazên gerîla 133 çalakiyên bejahî hatin kirin. Bi giştî 152 çalakî hatin lidarxistin. Medya şerê taybet û artêşa Tirk a dagirker windahiyên xwe yên di van çalakiyan de nixumandin, ku çalakî ji aliyê hêzên me ve bi belge û dîmenan hatin nîşandan. Di encama çalakiyên hewayî û bejahî yên hêzên me de bi giştî 56 dagirker hatin cezakirin ku 3 ji wan bi paye bûn û 43 dagirker jî birîndar bûn. Bîlançoya şer ê meha Tebaxê wiha ye:

Êrişên dagirkeran

Êrişên bi balafirên şer: 350, Êrişên bi helîkopteran: 33, Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 90

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên gerîla yên ji hewayê hatin kirin: 19, Çalakiyên gerîla yên bejahî: 133, Temamiya çalakiyên gerîla: 152

Kuştî û birîndarên dijmin

Dagirkerên hatin cezakirin: 53, Dagirkerên bi paye yên hatin cezakirin: 3, Dagirkerên birîndar bûn: 43

Amûrên hatin tinekirin

Wesayitên Leşkerî: 1, Cebilxane: 1, Drone: 4, Kamerayên Mobesse: 19, Çeper: 5, Kon: 8, Projektor: 5, Fotokapan: 1

Amûrên hatine derbkirin

Wesayitên leşkerî yên zirxî: 3, Kepçe: 4, Korkût (Sîstema Parastina Hewayî): 1, Konteynir: 1, Kon: 4, Kamerayên Mobesse: 1, Dedektor: 1, Çeper: 18

Amûrên hatin desteserkirin

Teqemenî: 1, Droneyên bombebarkirî: 1

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.