Li Ewropayê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:25

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistaniyan 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê pîroz kirin. Di bernameyên pîrozkirinê de tecrîda li ser Rêber Ocalan hate bibîrxistin û ji Ocalan re azadî hate xwestin, her wiha berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk hate bibîrxistin û hate gotin berxwedana gelê Kurd ew ê bi rihê 15’ê Tebaxê bidome.

London

15’ê Tebaxê, Cejna Vejînê li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin. Peyama, ‘’ Em ê bi ruhê gerîla û Fermandar Egîd Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin” hate dayin. Di pîrozbahiyan de dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’,’’Bijî berxwedana gerîla’’, ‘’Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’’ hate gotin û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûr yên bi hevkariya Barzaniyan hate şermezarkirin. 

Di şahiyan de alayên posterên Rêber Ocalan, alên YPG, YPJ’ê, PJAK û PAJK’ê hate rakirin û ji Rêber Ocalan re azadî hate xwestin.

Li Londonê di pîrozbahiyê de Li ser navê Meclîsa Jinan a Jiyan Turkan Bûdak axivî û got,“Heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad dibe, em nûbûnên di şerê xwe de hîn mezintir bikin. Em cejna vejînê car din li Rêber Apo, lehengên şoreşa Kurdistanê, hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz dikin.”

Qibris

Kurdistanî û dostên wan ên li Qibrisê li Troodos a li sînorê Lîmasoê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Serhat ev tişt got: “Em ê li ser rêya Rêber Apo bimeşin.’’.

Hamburg

Li Inselpark a ku yek ji parkên herî mezin a bajêr e bi tevlêbûna bi sedan Kurdistanî Cejna Vejînê hate pîrozkirin. Di pîrozbaniyê de nokeriya malbata Barzanî hate şermezarkirin.

Darmstad

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê di pîrozbahiyê de hate gotin 15’ê Tebaxê qedera gelê Kurd diyar kiriye û hate xwestin ku her kes li berxwedana gerîla xwedî derkeve.

Berlîn

Li ser banga hevpar a Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlînê ji bo pîrozkirina pêngava 15’ê Tebaxê û zindîkirina çanda Kurdî di 18’ê Tebaxê roja Yekşemê li Berlînê mîhrîcan hat lidarxistin.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Di mihrîcanê de hate gotin,“Ger îro hemû cîhan gelê Kurd nas dike, bi îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan e û em deyndarê wan in. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger nebe, em nikarin bibêjin em azad in.”

Helsîngbog

Li bajarê Helsinborg ê Swîsreyê di pîrozbahiya Cejna Vejînê de giringiya 15’ê Tebaxê hate vegotin. 

Den Haag

Li Den Haag ê Hollandayê jî Cejna Vejînê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Gelek welatparêzên Kurd û dostên wan beşdarî şahiyê bûn û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Gerîla” berz kirin.

Bremen

Li Bremenê ya Elmanyayê Cejna Vejînê bi coşî hate pîrozkirin. Kurdistaniyan li ber stranan govend gerandin û bi bi dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’ tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin.

Sîon û Wînterthûrt

Her wiha  li Sion û Winterthûr ên Swîsreyê jî Kurdistaniyan Cejna Vejînê bi şahiyekê pîroz kirin. Di axaftinan de hate gotin,’’ 15'ê Tebaxê hem di civaka Kurd de û hem jî di qada siyasî de bû sedema gelek guhertinan. Kurdan ji bo vê guhertinê berdêlên mezin dan.’’

Kîel

Li bajarê Elmanya Kîelê Kurdistaniyan Cejna Vejînê pîroz kirin. Di axaftinan de dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan hate bibîrxistin û hate gotin heta yek Kurd jî bibmîne li dijî dagirkeriyê wê berxwedana bi rihê 15’ê Tebaxê dom bike.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.