Tavilê dorpêça li ser Kobanê rabikin

În 6 Sibat 2026 - 03:45

  • Kurd û dostên xwe li seranserî Ewrûpayê û Avûstraliyayê bi çalakiyên cihêreng xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin û balkişandin ser rewşa karesata mirovî ya li Kobanê.

Kurd û dostên xwe li Ewrûpa û Avûstralyayê bi çalakiyên cihêreng israra xwe ya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan û banga rakirina dorpêça li ser Kobanê kirin.

CANBERRA

Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Awûstralyayê li gel dostên xwe li Canberrayê li hev civiyan û fikarên xwe yên li ser Rojava nîşan dan. Senatorê Green Party David Shoebridge beşdarî çalakiya şermezarkirinê bû û anî ziman ku divê destketiyên Rojava bêne parastin ku gelê Kurd bi berdêlên giran ev destketî bi dest xistin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Kurdistanî û dostên wan bi armanca piştirîdayîna Rojava li pêşiya walîtiyê mitingê li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de, şandeyeke tevî Kolektîfê dosyayeke li ser êrîşên li dijî Rojava û daxwazan radestî walîtiyê kirin.

LAHR

Li bajarê Lahr ê Elmanyayê, bi sedan kesên ku ji Freiburg, Offenburg û bajarên derdor hatin, bi armanca piştevaniya bi Rojava re li hev civiyan. Di axaftinên çalakiyê de hate destnîşankirin ku divê dorpêça li ser Kobanê were rakirin û korîdora mirovî were vekirin. Bang hate kirin ku dewleta Tirk dawî li polîtîkayênxwe yên durû bîne û astengiyên li pêşiya gihandina TIR’ên alîkariya mirovî rake ku bigihe gelê li Kobanê.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Hauptbahnhofê li hev civiyan, ber bi Konsolosxaneya Tirk meşiyan û berxwedana Rojava silav kirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roza û Meclîsa herêmê li Luisenplatzê bi daxwaza, “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşek hate lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û nûnerên saziyên dost tevlî meşê bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û naskirina statuyê ji bo Rojava, hate kirin.

DUREN

Li bajarê Duren ê Elmanyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Duren ve ji bo hevgirtina bi Rojava re meşek hat lidarxistin. Meşa ku li navenda bajêr hate lidarxistin, bala welatiyan kişand. Piştî meşê, siyasetmedar Tuba Hezer axaftinek kir. Hezer diyar kir ku pêwîstiya xurtkirina hevgirtina bi Rojava re heye. 

BERLÎN

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîş û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ve mîtîngek û meşek girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes beşdarî çalakiya ku ji aliyê Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, FEDA Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Civaka Îslami Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinên Êzidî ya Berlînê ve hat lidarxistin, bûn.

MANNHEIM

Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan û Meclîsa Herêmê ji bo piştgiriya Rojava û daxwaza pêkanîna statuya wê li Alte Feuerwache Platz a Mannheim a Elmanyayê mitîngek hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mitîngê bûn. Axaftvanan destnîşan kirin ku ewlehiya gelê Kurd tenê bi naskirina fermî ya statuya Rojava dikare were misogerkirin. 

BOCHUM

Li bajarê Bochum ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re meşa girseyî û daxuyanî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) kom bû, ji wir ber bi avahiya Rathaus (Şaredariyê) ve meşiya.

DUSSELDORF

Li ser banga FED-MED NRW’ê li ber parlamentoya eyaleta Dusseldorfê  daxuyaniya girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên YPG û YPJ’ê, pankartên "Defend Rojava (Rojava biparêze)” û "2+2=1" ku yekîtiya bajarên Kurd temsîl dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, kampanyaya, “nameyek û dengek” ku îşaret bi êrîşên li ser Rojava dike û daxwaza parastina mafên gelê Kurd dike, hate destpêkirin. Kampanyayê bi nameyên ku wê ji Qralê Hollandayê re bê şandin re, banga berpirsyariya li hemberî binpêkirinên mafan ên li Rojava û parastina sivîlan dike. Hate diyarkirin ku name bi şexsî jî dikare bê şandin û dikarin radestî Navendên Civaka Kurd a Demokratîk jî bên kirin.

GRAZ

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê, li dijî êrîşên li ser Rojava mitîngek hate lidarxistin. Çalakî tevî barana zêde jî pêk hat. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hat silavkirin û banga, “Rojava biparêze, statuyê nas bikin” hat kirin.

ARNSBERG

Li bajarokê Arnsberg ê herêma Sauerland a eyaleta Ren-Vestfalya ya Elmanyayê, êrîşên li ser Rojava û Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

LONDON

Kurdistaniyên li  paytexta Îngiltere Londonê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga "Rojava biparêzin, statuya wê nas bikin" hat kirin.

FRANKFÛRT

Endamên TCŞ û YJK-E’yê, li Hauptwache ku cihê herî qelebalix ê Frankfurtê ye standa agahdarkirinê danîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Şoreşa Rojava û banga piştevaniyê bi gelê Kurd re kirin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Avesta li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Çalakvanan li pêşiya avahiyê nêzî du saetan dirûşmeya, “Stopp die Massaker in Kurdistan” (Komkujiya li Kurdistanê rawestîne) berzkirin. 

DEN HAAG 

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd ên Hollandayê (YJK-H) ji bo zarokên ku li Rojava hatine qetilkirin li ber Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê protestoya bêdeng hat lidarxistin. Zarokên ku beşdarî xwepêşandanê bûn ji bo her zarokê ku li Rojava hatiye qetilkirin. Hat destnîşankirin ku bûyerên li Rojava li gorî qanûna navneteweyî sûcên giran hatine kirin û xwepêşandan bi banga bidawîkirina tavilê ya tundiya li dijî zarokan û dadgehkirina berpirsiyaran bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.