Em ê şerê azadiyê geş bikin
În 16 Tebax 2024 - 03:15
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Murat Karayilan di peyama xwe ya ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê qeyrana li Rojhilata Navîn û helkeftên dewleta Tirk ên dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi bîr xist û got,’’Li pêş me qonaxên wisa xeternak hene, em weke tevger em ê li hember vê têkoşîn bikin, şer bikin. Ji bo li Rojhilata Navîn, Kurdistaneke azad, serbixwe çêbibe, em ê şer geş bikin.’’
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê peyamek da. Di peyamê de Karayilan destnîşan kir Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de ‘mîladek’ e, herikandina dîrokê li Kurdistanê guhertiye, dîroka ku berejêrkî diçû sererast kiriye, ew kiriye bilindî, şoreşa vejînê çêkiriye û got,’’Ev bi hêsanî nebû, bi fikir û ramana Rêber Apo bi keda bêhempa ya Rêber Apo û car din bi ked û berxwedana hevalên di zindana Amedê de pêk hat.’’
Ew îradeya Kurd temsil dikin
Karayilan bi domdarî berxwedana gerîlayan ya li Metîna li Rojavayê Zapê bi bîr xist û got,’’Me wekî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê me soz da ku em ê tevahî Kurdistanê biparêzin. Me got, em weke PKK’ê, em leşkerên Rêber Apo fedayiyên Kurdistan, ji bo parastina tevahî Kurdistan erkdar in. Heta niha em bi van sozên xwe de girêdayî man. Vaye 7 sal in, dagirkeriya Tirkiyeyê dixwaze Başûrê Kurdistan dagir bike. Em li hemberî wan rawestiyane, me berdêl dane, em şer dikin û em li ber xwe didin. Em li sozên xwe xwedî derkevin û ev 4 salên dawiyê di heman sengerî de berxwedan dom dike ye. Li hemberî çekên qedexe yên kîmyewî, li hember her cureyî, çekên modern, teknolojiya modern li heman sengerî îro li Metîna, li Rojavayê Zap, li giştî zapê berxwedan heye. Silav ji bo wan qehremanan. Çend hezar car silav. Ew îro îradeya gelê Kurd, li hember hovîtiya dagirkeriyê, qirkirinê temsîl dikine.
Em ê şerê rûmetê geş bikin
Karayilan diyar kir di qeyrana Rojhilata Navîn de dagirkeriya Tirkiyê li hemberî doza azadiya Kurdan, li dijî Tevgera Azadiyê di navbera dewletên li Kurdistanê serwer û desthilat dixwaze tifaqan deyne û got,’’Diyar e li pêş me qonaxên wisa xeternak hene, em weke tevger em ê li hember vê têkoşîn bikin, şer bikin. Ji bo li Rojhilata Navîn, Kurdistaneke azad, serbixwe çêbibe, em ê şer geş bikin. Ev şer şerê rûmetê ye, şerê welatparêziyê ye, şerê şeref û namûsê ye. Em ê vî şerî bilind bikin. Em li hember nokeran, li hember dagirkeriyê gav paşde navêjin. Her diçe em ê hîn xurt bikin. Lê divê gelê me yê welatparêz li hember neyaran piştevaniya me bikin. Em bang li tevahî welatparêzên Kurd dikin, partî, sazî, şexsiyet divê vê heqîqetê bibînin û piştevaniya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bikin.’’
Taloke li ser Ereb, Asûr û Sûyanan jî heye
Karayilan ragihand li ser siyaseta tinekirinê li ser gelê Kurd, Ereb, Asûr, Suyan heye, bang li ciwanên Ereb kir ku ‘’beşdarî vê meşa me ya pîroz bibin’’ û got,’’Di navbera gelan de, gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan de li ser hîmê paradîgmaya netewa demokratîk yekîtiya gelan çêbibe, yekîtiya kedkarên Tirkiyeyê ya hemû herêmê çêbibe. Tûranîzma Tirkiyeyê dixwaze li tevahî herêmê tarîtiyekê pêş bixe. Lê berî herî tiştî divê di gelê Kurd de yekîtiya neteweyî çêbibe, stratejiyeke hevbeş bê avakirin. Em ê wek tevger ji bo vê hewl bidin û ev pêwîstiyeke pir girîng e.’’
Parastina Cewherî ya Gelêrî pêş bixin
Karayilan tecrîda li ser Rêber Ocalan, êrîşên li ser çand, govend û zimanê Kurdî bi bîr xist, xwest ku gelê Kurd li dijî van êrîşan bi çarçoweya ‘’pêngava cîhanî’ tevlî pêngavê bibe û got,’’Li hemberî êrîşan divê em Parastina Cewherî ya Gelêrî pêş bixin. Em weke Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di vê serdemê de, ango di sala 41’emîn a pêngava 15’ê Tebaxê de em ê bi ruhê Egîdan, Zîlanan, bi ruhê 15’ê Tebaxê tevbigerin. Di çarçoveya taktîk, perspektîfa me de, em ê şerê sererd, şerê binerd û şerê asîmanên hewayî hîn geş bikin. Nekeftina gelê Kurd, nekeftina Gerîlayên Azadiyê em ê nîşanî her kesê bidin, îdîa û biryarê me vaye.’’
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan herî dawî wiha got: ‘’Em bi vê çarçoveyê weke Fermandariya Biryargeha Navendî ji bo tevahî gelê me, tevahî dostên me, ji bo tevahî xebatkar û hevalan silav û rêzdariyên xwe pêşkêş dikin. Di vê serdema dîrokî ya girîng de, her kesî vedixwînin erkê xwe û em ji bo her kesî di serî de ji bo tevahî hevalan, tevahî gelê me, tevahî dostên me di vê serdema girîng de bi dil û can serkeftinê dixwazin. Di meşa azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo de, di meşa azadkirina Kurdistanê, di meşa azadkirina gelê herêmê de, em ji bo her kesê serketinê dixwazin.
BEHDÎNAN