Em ê xwedî li bîranîna Koçero derkevin
Pêncşem 14 Tebax 2025 - 03:55
- Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero bi sekn û jiyana xwe yek ji nûnerên herî dilsoz ê xeta Rêber Apo bû û got:"Wezîfeya me ya bingehîn e ku doza wî bi ser bixînin."
Ji fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Urfa kir ku 4'ê Mijdara 2019'an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Ji fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan bi van gotinan qala şehîd Koçero Urfa kir:"Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin, gelek fedaî û leheng kir malê dîrokê. Van fedaî û lehengan bi jiyan, ked, sekn û fedakariya xwe temsîla astekê kirin. Yek ji van lehengan jî hevalê Koçero bû. Heval Koçero bi navê xwe yê din Metîn Arslan bi eslê xwe ji Rihayê ye, lê belê li Nîzîpê ji dayik dibe. Weke ku tê zanîn Nîzîp ser bi Dîlokê ve ye. Ji malbata Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê hîn ji zarokatiyê ve Rêber Apo meraq dike, dixwaze wateyê bide pêngava wî. Meraq dikir bê 'Gerîla çi ye?' û Rêber Apo meraq dikir. Zarokatiya wî bi vî rengî derbas bû. Gelek caran li malê aciz dibû, diçû Amarayê, li gel metka xwe dima, yanî il gel Dayika Uveyş dima. Hewl dida ji wê hîn bibe bê Rêber Apo yekî çawa ye. Li wir hinekî bêhn dihat ber wî. Ji ber vê yekê mehên havînê diçû gel Dayika Uveyş.
Hesreta wî dîtina Rêber APO bû
Ya rast naxwaze biçe zanîngehê, lê belê malbata wî dixwaze. Ji ber ku fikra wî ya esasî tevlîbûna li nava refên tevgerê ye. Lê belê bi teşwîqa Dayika Uveyş diçe dibistanê. Lê guhdarî dike. Li Zanîngeha 9 Eylul a Îzmîrê li beşa Aborî-Maliyeyê dixwîne. Piştî demekê têkiliyê bi tevgerê re datîne. Beşdarî nava karên Komalên Ciwan dibe. Hevalê Koçero herî dawî dibe berpirsyarê giştî yê zanîngehê. Lê êdî dixwaze jê derkeve. Li gel çend hevalên xwe di sala 1992'an de tevlî dibe. Li Heftanînê beşdarî dewreya şervanên nû dibe. Wê demê hevalên zanîngeh xwendin, ji pêşketinê re vekirî bûn, ji Heftanînê ber bi Qada Rêbertî, ber bi akademiyê dihate şandin. Ji xwe bi hesreta dîtin û naskirina Rêbertî bû. Piştî Qada Rêbertî di sala 1993'an de li Zelê tê wezîfedarkirin.
Xwe weke xizmetkarê tevgerê dît
Yek ji taybetmendiyên esasî yên hevalê Koçero ew bû ku bi perwedeya ji Rêber Apo wergirtî gelekî dilsozê xetê bû. Di sîstema leşkerî de hevalê Koçero xwe gihand heta asta fermandariya eyaletê. Herî dawî Fermandarê Eyaleta Garê bû. Lê belê bi giranî li qada perwerdeyê xebitî û ked da. Ji xwe hevalekî welê bû ku gelekî dixwend, di felsefe û îdeolojiya Apoyî de gihîştibû astekê. Xwe li ser xeta rêxistinî û îdeolojîk kûr kiribû û bi vî rengî bûbû milîtanekî Apoyî yê bi pîvan. Di rêbaza jiyanê de pîvan ji xwe re dikir esas. Xwedî sekneke cidî û kûr bû; di sekna wî de sistbûn tine bû. Hewl nedida bibe xwedî kariyer; gelekî dilnizm, bi hurmet bû. Bi vî rengî di nava hevrêyên li derdora xwe bûbû cihê hezkirinê. Mînak, nedixwest kes zanibe ku ew kurê xalê Rêber Apo ye. Hevalan di navbera xwe de digotin, lê belê wî nedixwest kes pê zanibe. Dixwest hîn bêhtir xizmetê bike û bibe milîtanekî Apoyî. Wezîfeya xwe ya esasî, ya ku bi eşq dikir ev bû. Ji ber vê yekê bi salan li perwerdeyên akademiyê ma.
Xwe gihande asta pêşengiyê
Di Kongreya 11'emîn a PKK'ê de ji bo Endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê hate hilbijartin. Hevalê Koçero endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK'ê bû. Ji xwe Fermandarê Giştî yê Akademiyên Apollo bû, pêşengî dikir. Xwe gihand wê astê ku bi keda xwe pêşengiyê bike. Ev yek bi temamî bi keda wî bû. Hevalekî gelekî dilsozê wezîfeyan bû. Bi hevalê Koçero re tiştekî weke taloqkirina wezîfeyan an jî nêzîkatiyeke xemsariyê tine bû. Her hevalekî ku hevalê Koçero nas dike, bi van taybetmendiyên wî ew nas dikir. Bi hurmeta xwe ya li hevalan û nirxan, bi dilsoziya xwe ya ji bo xeta Rêber Apo û xeta şehîdan, bi sekn û jiyana xwe, gotin û pratîka xwe temam dikir.
Li hemberî tasfiyekaran zelal bû
Ji bo hevalê Koçero pîvan esas bû. Mesela, di pêvajoya tasfiyekariyê de, di salên 2003-2004'an de ji nava me komeke tasfiyekar derket. Di nava wê komê de Ferhat jî hebû. Yanî Osman Ocalan. Ferhat ji bo koma tasfiyekar serwer bike serî li gelek rê û rêbazan dida. Yek ji van rêbazan jî hemşerîtî, malbatperestî bû. Digot; 'rêveberiya tevgerê li dijî Rêbertî ye, lê bi eşkere nabêjin ew li dijî Rêbertî ye. Ji ber vê yekê dibêjin ew li dijî Rihayiyan e'. Ji ber ku di nava koma tasfiyekaran de Rihayî jî hebûn. Li hemberî van îdîa û gotinan, sekna hevalê Koçero, sekna têkoşer a hin hevalên ji heman herêmê ev îdîa û gotinên koma tasfiyekar pûç kir. Hevalê Koçero bi sekn, gotinên xwe zelal bû. Normal yekî bêdeng bû, lê belê yekî ku pê re diyalog datanî, pê re dima, zanîbû ku ev kes tenê dilsozê xet û pîvanên Rêber Apo ye; ne yekî welê ye ku bê xapandin, xwedî sekneke bi biryar e.
Fikir û çalakiya wî yek bû
Hevalê Koçero jiyana xwe bi temamî da dozê, ji bilî vê li tiştekî din nefikirî. Mînak, li gel ku nexweş bû guh nedida nexweşiya xwe. Xwe bi temamî dabû dozê. Hemû hewldanên xwe ew bû ku hîn bêhtir xizmetê bike. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî bû lê belê welê nedihat dîtin; gelekî kedkar bû. Bi saziyan re eleqedar dibû, bi hevalan re eleqedar dibû, di heman demê de plansaziya akademiyan bi temamî dimeşand. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew e ku fikir û pratîka wî yek bû. Xwe gelekî bi pêş ve biribû. Asteke xwe ya îdeolojîk, felsefî û leşkerî hebû. Di nava têkoşîna me de xwedî ked bû; li ser gelek hevalên me, gelek kadroyên me keda hevalê Koçero heye. Me jî demeke dirêj bi hev re kar kir. Bi giştî têkildarî me jî keda xwe heye.
Hêza xwe ji bo serketina bikaranî
Hevalê Koçero li Herêmên Parastinê yên Medyayê 4'ê Mijdara 2019'an bi rêbaza sûîqestê bû hedefa êrîşa hewayî ya dijmin. Hevalê Koçero hevrêyekî welê bû ku ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, ji bo şoreşê dikarîbû hîn bêhtir rol bilîsta. Heta kêliya dawî ya jiyana xwe, 28 salan bê navber xizmet ji tevgerê re kir; demeke dirêj dikarîbû xizmet bikira. Yekî ji rêzê nebû, mirovekî dozê bû. Ji bo dozê xwe feda kir. Hêza xwe, hunera xwe hemû ji bo serxistina dozê bi kar anî.
Şehadeta wî gelekî giran bû
Dayina windahiyeke bi vî rengî ji bo me cihê xemgîniyeke mezin û giran bû. Em dixwazin xwedî hevalên weke Koçero derkevin, bidin jiyîn. Em dixwazin xwedî li bîranîna wan derkevin, ji bo kêmaniya wan nedin hîskirin, dixwazin xewn û xeyalên wan pêk bînin. Tenê bi vî rengî em dikarin wan temsîl bikin. Ji ber ku divê em doza hevalên bi vî rengî yên durust û samîmî teqez bi ser bixînin. Wezîfeya me ev e. Em deyndarê leheng û hevalên bi vî rengî yên pêşeng in. Divê em bidin ser şopa van lehengên ku xwe feda kirine û bibin milîtanên xeta Rêber Apo. Em çiqasî li ser xeta Rêber Apo sekneke bi biryar nîşan bidin, çiqasî hevrêtiyeke têrker bi Rêber Apo re dînin, em ê ewqasî jî bersivê bidin berpirsyariya xwe ya ji bo şehîdên leheng. Li ser vê bingehê em careke din dibêjin, 'Koçero namire, şehîd namire'."
BEHDÎNAN