Hevalê Sofî pêşengê me yê nemir e
Çarşem 13 Tebax 2025 - 03:50
- Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan qala meşa bê navber a 32 salan a şehîd Nûreddîn Sofî kir ku li qadên siyasî û leşkerî yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di asta herî bilind de wezîfe kir û soz da ku wê xewn û xeyalên Sofî pêk bînin.
Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan têkoşîna 32 salan a Nûreddîn Sofî, kesayetiya wî ya leşkerî, îdeolojîk, felsefî û siyasî vegot. Em temamiya axaftina Karayilan parve dikin ku li Gerîla TV hate weşandin. Nirxandina Mûrat Karayilan wiha ye:“Navê hevalê Nûreddîn Sofî yê li malê Nûreddîn Xelef Mûhammed e, lê belê ji bavê wî re dibêjin ‘Sofî’, lewma navê wî yê li malê jî bû Nûreddîn Sofî. Di nava me de jî bi vî rengî dihate naskirin. Li gundê Mişerfa yê Qamişloyê ji dayik bû. Bawerim 11 xwişk û bira ne. Diçe dibistanê, li Helebê li beşa fîzîk-matematîkê dixwîne. Hevalê Nûreddîn Sofî li wir di Tebaxa 1990’î de biryar da ku tevlî nava tevgerê bibe, biçe Bakurê Kurdistanê û şer bike. Bêguman destpêkê diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz; diçe Qada Rêbertî. Sala 1991’ê li Qilabanê fermandarê tîm bû. Piştre derbasî Zagrosan bû. Li Zagrosê bi taybetî jî li xeta Avaşîn, Kelareşê kar kir. Bi qasî fermandariya yekîneyê payeya wî bilind dibe. Hevalê Sofî jî ne şaş bim di dawiya sala 1996’an de diçe Qada Rêbertî; Şamê. Li Qada Rêbertî 2 dewreyan dimîne. Rêber Apo li ser disekine. Hevalê Sofî hevalekî entelektuel bû; dixwend, lêkolîn dikir, nîqaş dikir. Bawerim bi van aliyên xwe bala Rêbertî kişandibû. Piştre careke din derbasî eyaleta Zagrosê dibe. Li Zagrosê weke fermandarê herêmê tê wezîfedarkirin.
Berê xwe li serketinê bû
Di şerê Qendîlê de bi roleke girîng rabû. Bi sekna xwe, bi wêrekiya xwe hevalekî mînak bû, li gel êrîşan hemûyan jî bi koma ji hevalên xwe dest ji berxwedanê berneda, qad neterikand û êrîş şikand. Ji xwe diyar bû ku hevalekî wêrek bû, bi rêbazên şer zanî bû. Nepêkan bû ku bi çeka xwe vekişe, fermandarek bû ku berê xwe dida serketinê. Hevalên li derdorê bi hevalê Nûreddîn Sofî piştrast bûn.Li qada ku lê dima moral dida hevrêyên xwe, motîvasyon çêdikir. Tevgera me di sala 2003’an de biryar da ku careke din hêzê bişîne Bakur. Hate fêhmkirin ku dixwazin me hêdî hêdî tasfiye bikin. Hin yekîneyên biçûk destpêkê, sala 2002’an jî çûbûn, lê belê bi esasî sala 2003’an hêzên me bi giranî dest bi çûyîna Bakurê Kurdistanê kirin. Wê demê hevalê Nûreddîn Sofî yek ji wan bû ku pêşengî ji hêzên vegeriyan Bakur re kir. Weke Fermandarê Eyaleta Amedê hate wezîfedarkirin û bi komek hevalan çû Amedê.
Sekna li hemberî tasfiyekaran şênber bû
Di wê pêvajoyê de ku tasfiyekariyê rû da, hevalê Sofî sekneke şênber nîşan da. Bêteredût xeta Rêber Apo temsîl kir û meşand. Ji xwe di wê demê de ku nîqaşan destpê kir, berê xwe da Bakur, ji ber ku di mijara biryardariyê de zelal bû. Li Qendîlê hinekan ev nîqaş dimeşandin, wê demê komên tasfiyekar hîn eşkere nebû bûn, lê belê hevalê Sofî ew hemû nas dikir, bi wan re mabû. Zanîbû ku ji wan nîqaşan tiştek dernakeve; ji ber vê yekê jî bi biryardarî berê xwe da Bakur. Weke ku tê zanîn li Bakur sala 2004’an Pêngava 1’ê Hezîranê hate destpêkirin. Eyaleta Amedê jî di vê pêngavê de rol lîst.
Bû pêşengekî tevgerê
Kongreya 9’emîn a PKK’ê kongreya jinûve avakirinê bû. Ew bi xwe di kongreyê de ne amade bû, lê belê pêşniyar hatibû kirin û bi dengekî bilind ji bo endametiya Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Hevalê Nûreddîn Sofî ev heq kiribû ji ber ku bi roleke girîng radibû, têdikoşiya, di heman demê de asta wî ya îdeolojîk û rêxistinî ew kiribû pêşengekî tevgerê. Êdî fermî bûbû ku weke pêşengekî di nava rêveberiyê de be. Kongre di 4’ê Nîsana 2005an de hate kirin, hevalê Nûreddîn Sofî jî wê demê hate wezîfedarkirin. Hevalê Sofî piştî vê biryarê her rola xwe bi rengekî hîn xurtir bi cih anî.
Fermandariya HPG’ê kir
Di Sibata 2009’an de Konferansa HPG’ê hate lidarxistin. Di konferansê de ji bo Fermandarê Giştî yê hPG’ê hate hilbijartin. Di nava HPG’ê de fermandarê giştî çar salan carekê diguhere. Diviyabû yekî nû bihata hilbijartin, hevalan jî hevalê Nûreddîn Sofî weke Fermandarê Giştî yê HPG’ê hilbijart. Destpêka sala 2009’an dest bi vê wezîfeyê kir û heta sala 2013’an dewam kir. Çar salên xwe temam kir. Wê demê bû Fermandarê Biryargeha Navendî. Bi perspektîfeke nû, di 1’ê Hezîrana 2010’an de pêngaveke nû hate destpêkirin. Yê ku fermandarî ji wê pêvajoyê re kir hevalê Nûreddîn Sofî bû.
Pêşengî ji şerê li Qendîlê re kir
Di sala 2011’an de êrîşî gelek deveran kirin. Wê demê her wiha Îranê jî êrîşî Qendîlê kir. Ji ber ku li Qendîlê şerekî gelekî giran dihate meşandin hevalê Nûreddîn Sofî jî hat Qendîlê. Demekê li Qendîlê ma. Di sala 2012’an de pêngava ku herî zêde derkete pêş pêngava Şemzînanê bû ku bi pêşengiya Reşîd Serdar hate kirin. Lê belê li gelek deveran pêngav hatin kirin. Hevalê Sofî jî bi rengekî gelekî çalak tevlî van pêngavan bû. Piştre derbasî Botanê bû. Ji xwe li Botanê fermandar hebûn; ew weke Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG’ê çûbû.
Pêşengê avakirina kantonan bû
Destpêka sala 2013’an pêvajoyeke nû destpê kir. Di heman demê de li Rojava şoreş pêk hatibû, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de. Di sala 2013’an de jî li wir şer hebû. Wê demê hevalê Nûreddîn Sofî jî heman pêşniyar kir û rewşê jî heman tişt ferz dikir. Ew bi xwe ji Rojava bû û li Rojava pêwîstî pê hebû. Tevgerê jî bi giştî erênî dît û li Rojava hate wezîfedarkirin. Berê xwe da Rojava. Bêguman gelek hevalên me, gelê me beşdarî avabûna sîstema Rojava bûn, lê belê hevalê Nûreddîn Sofî berpirsyarê giştî bû. Bi taybetî di avakirina sîstema kantonan de xwedî roleke girîng bû. Bi qasî ku em zanin, demekê li wê derê weke berpirsyarê leşkerî kar kir. Bêguman di sîstema wan de tîmek heye, karekî kolektîf heye. Bi detayên wê nizanim, lê belê me dişopand.
Li herdeverê fedayî bû
Di sala 2016’an de hatibû, piştre sala 2021’ê hat serdana me bike. Demekê li gel me ma, ji xwe em bi hev re man. Di 5’ê Nîsana 2021’ê de li Garê em bi hev re bûn. Dixwest serdana çend deveran bike, dixwest serdana Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bike. Ji gel me çû. Piştî bi rojekê di 6’ê Nîsana 2021’ê de ji Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi wesayitê diçe Akademiya Şehîd Mahîr. Li cihê ku lê peya bûn êrîşa hewayî dike û hevalê Nûreddîn Sofî li gel hevalê Bahtiyar ku hevalekî ciwan ê ji Wanê bû bi vî rengî şehîd dikevin. Şehadeta hevalê Nûreddîn Sofî ne tenê ji bo Rojava ji bo tevahiya Kurdistanê windahiyeke mezin bû. Milîtanekî fedaî yê gelê Kurd bû. Li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Apoyî xwe perwerde kiribû, xeta Apoyî temsîl dikir. Weke fedaiyekî bû, biçûya ku derê ked dida, kar dikir. Hevalê Nûreddîn Sofî di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî rol û mîsyoneke mezin bû. Bi saya keda wî li vî welatî bingehek ava bû. Ya ku dibe para me ew e ku li ser vê bingehê xwedî li bîranîna wan derkeve. Weke kesekî ku pê re demeke dirêj kar kir û wî ji nêz ve nas dike, ez xwe li pêşberî hevalên weke wî deyndar dibînim. Temamiya tevgera me bi vî rengî nêzîk dibe. Weke Tevgera Apoyî divê em xwedî li van hevrêyan derkevin. Ev yek jî bi mezinkirina têkoşînê dibe.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN