Nûreddîn Sofî hêvî diafirand
Çarşem 20 Tebax 2025 - 03:45
- Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt da zanîn, wan ruhê hevaltiyê yê hevalê Nûreddîn Sofî ji xwe re kir esas û got:"Hem di nava pratîka şer hem jî di nava pratîka jiyanê de hevrêtiyeke me ya erênî bi hevalê Nûreddîn Sofî re çêbû."
Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt qala hevrêyê xwe Nûreddîn Sofî kir. Nirxandina Amed Malazgîrt bi vî rengî ye:
"Hevalê Nûreddîn Sofî sala 2021'ê li herêma Garê li xeta Bergarê di êrîşeke hewayî de şehîd ket. Em di şexsê hevalê Nûreddîn Sofî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Û dîsa ji malbata hevalê Nûreddîn Sofî re, ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Hevalê Nûreddîn Sofî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê fedakariyeke pir mezin kir, di nava gelê Kurdistanê û tevgerê de dihate naskirin. Hevalê Nûreddîn Sofî fermandarekî me yê giştî yê pêşeng bû û cihê ew diçû, kar dikir li wê derê şopa xwe dihişt, tesîreke pir mezin dihişt.
Hevalê Nûreddîn Sofî sala 1990'î tevlî bûbû, lê bi esasî sala 1992'an min navê hevalê Nûreddîn Sofî bihîst. Wê demê di nava pratîkê de, bi taybetî di nava çalakiyê de yên derketibûya pêş navê wî li tevahiya herêmê belav dibû. Min hîn hevalê Nûreddîn Sofî nedîtibû, lê min navê wî bihîstibû. Min di sala 1993'an de di civîneke herêma Zagrosê de hevalê Nûreddîn Sofî dît û nas kir, ku di wê civîna kadroyên fermandariyê de pratîka salê dihate nirxandin. Hevaltiya me ji wir û şûn de pir caran li heman herêmê bi pratîkê, bi pratîka li heman herêmê dewam kir.
Hevalê Nûreddîn Sofî fermandarekî bi tesîr bû. Bi taybetî dema pratîk, taktîk, pêngavan de gava li hin deveran xitimandin çêdibû hevalê Nûreddîn Sofî bi xwe pêşengî ji pratîkê re dikir. Ji aliyê rûniştandina taktîkê ve xwedî rolekê bû. Li gelek herêman çalakî diviyabû, dema ku fermandariya wan herêman bi çalakiyan ji demê re nikarîbû bibûya bersiv, hevalê Nûreddîn Sofî diçû civîn çêdikir, bê moraliya li nava kadro û civatê yekser ji holê radikir, hêvî diafirand. Me dinihêrî li wê herêmê pratîkeke erênî, bi taybetî ji aliyê şer ve derdikeve pêş. Ev taybetmendiya wî ji aliyê rêveberî, kadro û civata PKK'ê ve dihate hezkirin.
Dîsa hevalê Nûreddîn Sofî li her herêma ku lê dibû berpirsyar, bi berpirsyarî radibû teqez li wê derê pêşketinên mezin diafirand. Ji ber vê yekê gelek hevalên li herêmên din pêşniyar dikirin ku biçin herêmên ku ew lê têdikoşiya. Di xwe de ew hêz rehet didît, li dora xwe kadro dicivand û dixist pratîkê. Di vê mijarê de xwedî hêz bû.
Hem di nava pratîka şer hem jî di nava pratîka jiyanê de hevrêtiyeke me ya erênî bi hevalê Nûreddîn Sofî re çêbû. Me ruhê hevaltiyê yê hevalê Nûreddîn Sofî ji xwe re kir esas. Hevalê Nûreddîn di sala 1996'an de dema çû gel Qada Serokatî, ew biharê çû, payîzê jî ez çûm; dema em çûn Serokatî ew li dibistana Kurdî bû. Hevalê Nûreddîn Sofî wê demê li wir di desteyê de bû. Dema ku em çûn, yê ku destpêkê bi me re eleqedar bû hevalê Nûreddîn bû. Piştî ku me civata dibistanê amade kir, serokatî piştî nîv saetê hat. Nêzîkatî û axaftina me wê di diyalogê de çawa be, me destpêkê hevalê Sofî amade kir. Ew di dibistana Kurdî de di nava desteyê de bû. Dema Rêber Apo hat bi me re axivî, wezîfedarkirin çêbû wê demê derbasî mekteba Tirkî bû. Piştre ber bi xilasbûnê, dema ku me berê xwe da çiya li ser sînor me amadekariya dawî dikir, me dît ji koma dibistana Kurdî jî yên hatine. Me dît dîsa yê ku kom amade dikir, amadekariya wan dikir hevalê Nûreddîn bû. Hevalê Nûreddîn me dîsa li wir hevdû dît, em bi hev re derbas bûn. Em derbasî herêma Zagrosê bûn.
Dema li Sûriyeyê ew bûyer qewimîn û li nava Sûriyeyê tevlîheviyê rû da, li wir pêwîstî bi fermandariyeke xwedî rol be hebû. Rêxistinê jî pêşniyara hevalê Nûreddîn Sofî yekser erê kir û li gel ku berpirsyarê giştî yê HPG'ê bû, çû li Rojava pêşketinên pir mezin û encameke mezin, bingeha wê afirand. Gelek destketiyên pir mezin, bi pêşengiya hevalê Nûreddîn Sofî hatin bidestxistin. Ji kantonan heta bi koordînekirina şer û meşandina şer, hevalê Nûreddîn Sofî xwedî roleke mezin bû. Eger li Rojavayê Kurdistanê destketî bi dest ket, bi berpirsyariya hevalê Nûreddîn Sofî hate bidestxistin.
Eger em hevalê Nûreddîn Sofî bixwazin bi axaftin bidin naskirin, zehmet e. Yên ku bi hevalê Nûreddîn Sofî re mane, têkoşiyane, di dil de ew bi hevalê Nûreddîn Sofî zanin, wî nas dikin. Ji ber wê bi îfadekirina bi axaftinê, tarîfa hevalê Nûreddîn Sofî zehmet e. Jiyana bi wî re, dikare wî tarîf bike.
Yek ji taybetmendiyên hevalê Nûreddîn Sofî ew bû; li cihê dîplomasiyê dîplomat bû, li qada siyasî dema pêwîstî pê hebûya û dihate wezîfedarkirin, wî yekser siyaset dida meşandin. Ji xwe di nava şer de, ji bingehê ve mezin bûbû. Ji xwe aliyê wî yê şerkirinê bênîqaş bû. Fermandariya wî ya leşkerî xwedî tesîreke mezin bû. Ji wan aliyan ve hevalê Nûreddîn Sofî gelekî bi huner bû. Ya ku hevalê Nûreddîn Sofî kir Nûreddîn Sofî ev hunera wî bû. Vê hunera wî bandor li me dikir. Di şexsê hevalê Nûreddîn Sofî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li hember şehîdên qehreman ditewînin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN