Bû bingeha şoreşa jin û jiyanê
În 16 Tebax 2024 - 03:10
- Zozan Çewlik ragihand ku Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna jin û gelê Kurd de pêvajoyeke nû da destpêkirin û got: Piştî pêngavê di şexsê jin û ciwanan de şoreşeke civakî pêk hat.
Peyama Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik a ji bo salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê li Stêrk TV hate weşandin. Nirxandina Zozan Çewlik bi vî rengî ye:
"Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de vejînbûyîn e. Xwedîderketina li nasnameya xwe ya azadiyê ye. Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka têkoşîna azadiya jinê de bû bingehek. Di bingeha têkoşîna azadiyê de bû bingeha şoreşa jin û jiyanê. Di şexsê jina Kurd de şoreşa civakê ye. Şoreşa fikrî ye û şoreşeke ku îro îlhamê dide jinên bindest hemûyan. Ji xwe weke hêzên YJA Starê li ser vê bingehê me li hemû parçeyên Kurdistanê weke hêzên parastina jinê xwe bi rêxistin kirine. Bingeha têkoşîna me ya dîrokî xwe dispêre vê xetê. Bi vê wesîleyê em Pêngava 15'ê Tebaxê bi taybetî li dayikên şehîdan, dayikên welatparêz, dayikên berxwedêr û tevahiya jinên azadîxwaz pîroz dikin û serketinê dixwazin. Em fermandarê xwe yê efsanewî, pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê hevrêyê xwe Egîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Egîd de tevahiya şehîdên şoreşê xwe bi hurmet bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Bi wesîleya vê rojê em careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re, li pêşberî tevahiya keda şehîdan bi soza serketinê dubare dikin. Erk û berpirsyariya dikeve ser milê me em ê ji her demê bêhtir li hember nirxên têkoşîna azadiyê ji bo serketinê bi cih bînin.
Ya PDK dike qelaşî ye!
Pêngava 15'ê Tebaxê 40 sal li pey xwe hişt. Vê têkoşîna ku heta niha jî dewam dike mîrateyeke gelekî mezin afirand. Bi fedakariyên mezin gihîştin vê astê, lewma em minetdarê Rêber Apo û şehîdan e. Rêber Apo li Kurdistanê, Rojhilat Navîn û Cîhanê ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin. Lê mixabin hem li Kurdistanê hem jî li herêmê hêzên desthilatdar ti carî naxwazin gel vê xetê ji xwe re bikin esas. Berevajî vê yekê li hemberî gelan, li hemberî nasnameyan şer gurtir dikin. Em bala xwe bidin ser Rojhilata Navîn. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê yê li herêmê tê meşandin, herî zêde li ser armanca tinekirina nasnameya gelan tê meşandin. Li aliyekî dewleta Îsraîlê bi hêza ji NATO û dewletên emperyal wergirtî siyaseta qirkirinê li ser gelê qedîm ê Fîlîstînê dide meşandin. Li aliyê din jî salên dirêj bi destê dewleta faşîst di serî de li hemberî gelê Kurd siyaseta şer, qirkirin û talanê ji xwe re dike esas. Yek ji dewletên ku vî şerî gur dike, dewleta faşîst a Tirkiyeyê ye. Siyaseta qirkirinê ketiye pêvajoyeke nû. Mixabin Rêveberiya PDK'ê ji bo xeta Rêber Apo têk bibe, xeta parastina Kurdistanê têk bibe tercîha xwe li aliyê dewleta Tirk a faşîst, li aliyê siyaseta qirkirina gelê Kurd kiriye. PDK ne tenê hevkariyê bi dagirkeriyê re dike, di heman demê de siyaseteke qaleş dike. Eger gelê Başûrê Kurdistanê li ber vê nesekine wê Başûrê Kurdistanê bi vê winda bike.
Rêber APO mijara esasî ye!
Şerê qirkirinê yê 25 salên dawî tê meşandin, bi taybetî jî 10 salên dawî tê meşandin, bi esasî li dijî Rêber Apo tê meşandin. Weke gerîlayên HPG, YJA Star û milîtanên xeta Rêber Apo, rewşa Rêber Apo ji bo me mijara esasî ye. Bila dewlet Tirkiyeyê vê zanibe; tenduristî û ewlehiya Serokatî di nava xeteriyeke cidî de ye. Haya me ji vê heye. Lê bila dewleta Tirk vê zanibe; eger tiştek bi Serok Apo were, di serî de milîtanên YJA Starê her wiha milîtanên HPG'ê û tevahiya jin û ciwan ên azadîxwaz wê Tirkiyeyê li holê nehêlin. Kes bi siyaseta 'Me ewqas gerîla îmha kir, ewqas tasfiye kir, me kilît kir, me ewqas dagir kir' bawer neke, guhdarî neke. Di vê pêvajoyê de bi rastî jî berxwedaneke pir bêhempa heye. Lê belê divê tevahiya jin, ciwan, gelê Kurd li hemberî vê siyasetê ji her demê bêhtir bi hêza xwe piştrast bin. Em bi hêza xwe ya cewherî bawer in. Bi berxwedana gelê Kurd, jinên Kurd, ciwanên Kurd herî zêde xwedî li van nirxan derkevin. Ev dem ne dema bêdeng mayinê ye. Dem dema xwedîderketina li nasname û nirxên xwe ye. Çawa ku Pêngava 15'ê Tebaxê li Dihê ya Bakurê Kurdistanê weke fîşeka destpêkê li mejiyê qirker a dewleta Tirk a faşîst ket, li xiyanet û koletiya Kurdan ket, em jî di heman biryardariyê de ne ku bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta di şexsê PDK'ê de şênber bûye li Başûrê Kurdistanê têk bibin. Berdêl çi dibe bila bibe di vê mijarê de em ji her demê zêdetir ji xwe bawer dikin."
BEHDÎNAN