Azadiya Rêbertî werçerxa dîrokî ye
Pêncşem 2 Çile 2025 - 03:10
- Zozan Çewlîk anî ziman ku hêza îdeolojîk a Rêber Apo û rêbertiya wî ya polîtîk, tenê ne ji bo gelê Kurd, ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn jî bingehê jiyaneke demokratîk û azad e.
Fermandara Biyargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîk di hevpeyvîna taybet a dayî ANF’ê de, têkildarî têkoşîna azadiyê ya jinan û perspektîfa berxwedana gelê Kurd a ji bo sala 2025’an, nirxandin kir. Zozan Çewlîk derbarê pêngava azadiya ya gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber APO ev nirxandin kirin:’’Agahî û silav ji Rêbertî girtin, pir girîng e. Rêber Apo bang kir ku tecrîd dewam dike, êrîşên dijmin dewam dikin û divê em têkoşînê bilind bikin. Heval Asya û Rojger di kêliyê de bersiva vê banga Rêber Apo dan. Çalakiya serketî ya li TUSAŞ a ku dijmin amûrên şer lê çêdike, di asta herî bilind de îradeya ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatî afirandin, nîşan da û di heman demê de polîtîkayên dijmin derxist holê û lîstokên wî yên qirêj deşîfre kir. Eger banga ji bo Rêber Apo ya ‘bila were meclîsê û biaxive’ samîmî bûya, wê rêya çareseriyê vekiriba, lê belê ev bangek a teslîmiyet û tunekirina tevgera azadiyê ye. Ne tiştek wiha pêkan e û ne jî navê vê çareserî ye. Hevdîtinên bi Rêbertî re asteng dikin, nahêlin yek gotina wî jî derkeve derve, ceza û êşkence li Rêbertî ferz dikin, hewl didin li ser navê Rêbertî biaxivin û welê nîşan bidin ku Rêbertî û tevgera me rastiyên ji hevdû dûr in. Rêber Apo 26 sal in dîlgirtî ye û di tevahiya vê esareta xwe de ti mafê xwe yê hiqûqê bi kar neaniye û di nava sîstemeke êşkenceyê ya giran de hatiye girtin. Rastî ev qasê li holê ye, dewleta Tirk hewl dide rojevê ji rastiya wê dûr bike, hişê mirovan tevilhev bike, êrîşên xwe rewa bike û qaşo bi gotinên çareseriyê rastiyê kamufle bike. Lewma aliyekê wê yê cidî bê girtin nîne û nîşan dide ku wê xeteriyên hîn mezintir çêbibin.
Hêza cewherî mezin bikin
Piştî wê ketina rejîma Sûriyeyê û planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, konsepta dîzaynkirina Rojhilata Navîn a bêyî mirovê azad, bêyî Kurdê azad û bêyî jina azad ji samîmiyetê dûr e û armanca wan çiye, derdixîne holê. Di vê nuqteyê de Rêber Apo ji bo jinên Rojhilata Navîn, gelan û mirovahiyê pêşengê jiyan û îradeya azad û demokratîk e. Helbet Rêber Apo îradeyeke mezin e û hêza wî ya îdeolojîk û asta wî ya polîtîk li her arenayê dikare têbikoşe. Muzakereya kesê lewaz teslîmiyetê, muzakereya kesê ku hebûna xwe spartiya hêza xwe ya cewherî û têkoşîna xwe, azadiyê tîne. Li gorî liv û tevgera vê rastiyê, divê hesasiyeta vê pêvajoyê rast were fêmkirin, divê li dora Rêber Apo têkoşîna hêza cewherî hîn bêhtir bê mezinkirin. Bi taybetî jî terora cîhadîst li jinan tê ferzkirin, tê veguherandina sîstemeke jiyanê û tê xwestin ku çanda destdirêjiyê car din bi sazûmankar bibe. Bersiva rast a ji bo pirsa ‘em dixwazin çawa bijîn’, jixwe Rêber Apo û rêya jinan, gelê me û gelan aniye ba hev. Wê demê têkoşîn, meş û xwedî derketineke hîn bi bandortir pêwîst e. Armanca YJA Starê ya sala 2025’an ew e ku li ser bingehê azadiya Rêber Apo têkoşînê di asta bilind de û ji bo bidestxistina siberojê, bimeşîne.
Divê qiyamet bê rakirin
Sala 2025’an di heman demê de 100’mîn salvegera sala 1925’an e ku bi destê Îngilîzan li dijî gelê me hat pêşxistin. 50 salên dawî yên vê sedsalê, bi pêşengiya Rêbertiya me, bi têkoşîna pûçkirin û parçekirina siyaseta qirkirinê derbas bû. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn niha giheştiye asta jinûveavakirina Rojhilata Navîn û jinûvediyarkirina sînoran. Tiştên ku wê li Rojhilata Navîn, Qibris û Sûriyeyê biqewimin, êrîşên ku wê li ser Îranê bên dijwartir bibin, berî wê li Îraqê îhtîmala şerekî nû bilind e. Di navenda van hemûyan de Kurdistan, jin û gel hene. Helbet mafê gel û jinên Ereb, Kurd, Ermenî, Asûrî, Fîlistînî, Cihû, Faris û Belûcî; wek nasnameyên çandî Êzidî, Elewî, Durzî, Yarsan û hwd heye ku bi hebûna xwe bijîn û em ê jî ji bo ku wan li ser xeteke hevpar bihînin hevdu hewl bidin. Lê di rewşa heyî de pêdivî bi şerê parastinê heye ku dibê zêdetir civakî bibe. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya jinan destkeftiya gelê me yê çar parçeyan û herêmê ye û xala hevpar û destkeftiya gelên cîhanê ye. Kes nikare vê yekê biçûk bibîne. Helwesta li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta li hember van hemû pêkhateyên civakê ne ku me navê wan anî. Loma divê bi seferberiyê sekna têkoşîna hevpar a ku desthilat herî zêde ji wê ditirsin bê pêşxistin û qiyamet bê rakirin.
Divê wesfa neteweyî bê nîşandan
Yekîtiya neteweyî girîng e lê belê divê ji bo vê yekê wesfa neteweyî were nîşandan. Lê belê hin rêxistin û partiyên ku weke kontra rol dilîzin, netewefiroş in, alikariya dijmin dikin û îxanetkar in. Divê ev werin derbaskirin û yekîtiya neteweyî di eniya jinan de were pêkanîn. Netewebûna jinan ji vê yekê jî wêdetir e. Hemû jinên li herêmê û li seranserê cîhanê perçeyeke neteweya jinan e û her kes berpirsiyar e ku paşeroja xwe biparêze û em jî berpirsiyar in ku di têkoşîna xwe de nûnertiya van nirxan bikin. Bi qasî paşverûtiya cîhadîst jinavçûna modernîzmê nabe şêweyeke jiyanê. Ji ber vê yekê divê hemû kes di sala 2025’an de bi serîrakirineke şoreşgerî li ser piyan be. Dem ew dem e ku mirov xwe bispêre hêza xwe û mîna Asya Rojger pakbûnê di kesayetiya xwe de temsîl bike û bi rengekî şareza tevlî bibe û bi ser bikeve. Em bang li hemû jin û ciwanên xwe dikin ku tevlî nava refên têkoşînê bibin. Tevlîbûneke girêdayî bilindkirina têkoşîna xweparastinê, rastdiyarkirina rojevê, dilsoziya ji Rêbertiya me re û meşa bêdudilî wê hemû Rojhilata Navîn rizgar bike. Şoreşa jinan û bihara gelan wê bibin nasnameyên sala 2025’an.
NAVENDA NÛÇEYAN