Hevalê Riza hevrê bû

Sêşem 23 Îlon 2025 - 16:30

  • Ayten Dersim bal kişand ser kesayetiya pir alî ya Riza Altûn û got, "Hevalê Riza yek ji pêşengên tevgera me bû. Em ji pêşengên tevgera xwe bi bandor bûn. Bi taybetî berxwedana wan a li zindanan, dilsoziya wan, mezinkriina têkoşîna li zindanan li derve, gihandina têkoşînê li nava gel em hemû zane kir. "

Ayten Dersim qala hevrêyê xwe Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû, bal kişand ser rola wî ya di nava têkoşîna azadiyê de û got, "Hevalê Riza di nava jiyanê de hem mamoste, hem fermandar hem jî rêveberekî pêşeng bû."

Nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

"Hevalê Riza ku yek ji pêşengên têkoşîna me ya azadiyê ye, di salvgera şehadeta wî de bi hurmet bi bîr tînim. Weke hevrêyeke wî, destketî û vê têkoşîna azadiyê ya ku ew tê de meşiya weke deynekî dibînim û diyar dikim ku em ê rêwiyên wê rêyê bin.

Hevalê Riza yek ji pêşengên tevgera me bû. Em ji pêşengên tevgera xwe bi bandor bûn. Bi taybetî berxwedana wan a li zindanan, dilsoziya wan, mezinkriina têkoşîna li zindanan li derve, gihandina têkoşînê li nava gel em hemû zane kir. Û dikarim bibêjim ku em ji hevrêyên berxwedêr ên li zindanan bi bandor bûn, bi vî rengî me têkilî bi têkoşînê re danîn û li her qada têkoşîna azadiyê li ber xwe dan.

Me hevalê Riza bi berxwedana li girtîgehê, bi têkoşîna wî ya li wê derê nas kir. Bêguman piştî sala 2000'î me bi şexsî jî ew nas kir, li heman zemînê têkoşîn meşand. Wê demê manîfesto, parêznameyên Rêberê me hatibûn. Ji bo fêhmkirinê me dixwend, nîqaş dikir û bi wê berpirsyariyê radibûn ku ji hêzê re ragihînin. Di nava hêzên me hemûyan de yan jî di nava rêveberiyên me de yê ku herî zêde parêzname hevok bi hevok fêhm kir û vegot hevalê Riza bû. Yanî asta wî ya vegotinê, asta wî ya fêhmkirina bi civatê re bilind bû. Ji aliyê zanekirina di paradîgmaya nû, stratejiya nû, felsefeya nû û hêza nû ya Rêbertî de kedeke mezin dida. Gelekî hewl dida. Timî digot, parêzname bi fêhmkirinê dikare bê vegotin. Lewma her yek ji me dema ku vedigot, li rûpelên parêznameyê dinihêrî û vedigot. Lê belê hevalê Riza ew danheviya felsefî ya kûr a Rêbertî, nêrîna wî ya dîrokî bi rengekî bêhempa vedigot. Mirovan dema lê guhdarî dikir, di nava wê dîrokê de bi hev re dimeşiya.

Di nava jiyanê û tevlîbûnê de gelekî dilnizm bû. Yek ji wan hevalan bû ku hîn ji asta koma destpêkê heta niha meşiya. Yanî nedigot, ez ê filan karî bikim, filan karî nekim; ji tevahiya jiyanê xwe berpirsyar didît. Ji dayina çayê ji bo hevrêyeke/î xwe heta bi xizmeta hevrêyan, bersivdayina li pêwîstiyên hevrêyan, xwe berpirsyar didît. Ev hemû ew taybetmendiyên bingehîn e ku Rêberê me di nava milîtanan, di nava milîtanên vê tevgerê de afirandiye. Rêbertî dixwaze vê yekê di kesayetiya me de biafirîne; yek li pêşberî hevrêyên xwe berpirsyar be, du; dilnizm be, sê; li pêşberî wezîfe û berpirsyariyên şoreşê xwe zane bike, amade bike û li gorî wê tevlî bibe. Ew xwedî sekneke bi vî rengî bû. Di dîplomasiyê de weke dîplomatekî, di karên civakî de weke rêberekî gel, di nava karê partiyê de jî perwerdekarekî bêhempa bû.

Yek ji taybetmendiyên herî bingehîn ên hevalê Riza ev bû: Gelekî eşkere digot, yanî ast, rewş, kêmasî û pirsgirêka kê çi be, bi eşkere jê re digot. Ev jî digot; eger ez nebêjim ew kes wê xwe nebîne. Gelekî eşkere digot. Ji bo karibe şexs ber bi rastiya xwe ve bikişîne. Ev yek rêbazeke Rêbertî ye. Ji ber ku Rêbertî em, kadro bi nirxandinê û çareserkirinê gihand. Timî bi rengekî sosyolojîk dinirxand, piştre bi dîrokê re digihand vê rojê û di roja îro de jî diyar dikir ku divê çi be. Lewma hevalê Riza bi vê zanî bû; we xwe dane gerîla, xwe dane têkoşînê lê bi qasî vê fedakariyê we xwe bi pêş nexistine. Bi qasî fedakariyê we xwe mezin nekirine. Meşek we heye, lê belê ew meşa we ber bi ku ve diçe, dibe malê çi, çi bi pêş ve dibe, çi mezin dike. Digot, di vê mijarê de hûn zêde kûr nînin. Dema ku paradîgma bi rengekî yekpare vedigot, nîşan dida ku kadroyekî neteweya demokratîk divê xwe çawa bi rêxistin bike, di kesayetiya xwe de çi bi pêş ve bibe, çi mezin bike û çawa li hemberî modernîteya kapîtalîst têbikoşe.

Hemû vegotinên dersan û civînan ên hevalê Riza niha ji aliyê hêzên me bi baldariyeke mezin têne guhdarîkirin. Bêguman beriya şehadeta xwe jî bi vî rengî bû, bi şehadeta wî re hîn bêhtir hate guhdarîkirin. Weke hevrêyên hevalê Riza em careke din soz didin wî ku hemû vegotinên wî, gotinên wî, sekna wî ya li nava jiyanê, eşqa wî ya dilsoziyê ji niha û pê ve hilgirin, bi wê berpirsyariyê rabin û bi rengekî hêja bi cih bînin. ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.