Çîroka Riza Altûn veguherîna gelekî ye
Pêncşem 25 Îlon 2025 - 17:00
- Çîroka Riza Altûn ji çîroka şexsekî wêdetir, çîroka nifşekî fedakar û veguherîna gelekî ye. Meşa xwe ku weke yek ji zarokên Kurd ên herî xizan ên Tûzlûçayirê tevlî bû, weke yek ji entelektuelên gelê xwe temam kir.
Jean-Paul Sartre dema ku nemirbûyîna mirovan bi hişê mirovan ve girê da, wiha gotibû: "Mirovek, dema ku mirovê dawî yê ku wî nas dike mir, ew jî dimire."
Ev gotin, hema bibêje yekser li jiyana Riza Altûn tê. Ji ber ku bîranîna wî ne tenê li nava malbata wî yan jî derdora wî ya nêz, her wiha li nava hişê temamiya nifşekî zindî ye. Heta ku yên wî nas dikin qala wî bikin, ronahiya Riza Altûn wê venemire.
Di dawiya salên 1970'î de li taxa Tûzlûçayir a Enqereyê komek ji zarokên Kurd ên Qizilbaş ên herî xizan li hev kom bûn. Li ber destê wan ne sermayeyek hebû ne jî dîplomayên dibistanên bilind. Yekane sermayeya wan êşa gelê wan, şikestina rûmeta wan û hêrsa mezin a li ser paşeroja wan bû.
Yek ji van zarokan jî Riza Altûn bû. Di pêvajoya damezrandinê ya PKK'ê de tevlîbûna vî nifşî veguherîneke ku nedihate payin, afirand. Yên xizan û ji nava xizaniyê hatin, veguherîn entelektuelên herî mezin ên vê tevgerê.
Endamên vê komê ne tenê xwe, temamiya malbata xwe tevlî Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê kirin. Bi vê wesîleyê, di şexsê dayika Riza Altûn Dayika Xatîce de her yek ji wan bi mineteke mezin bi bîr tînim.
Riza Altûn weke yekane şoreşgerekî tê naskirin ku bi çeka xwe tevlî PKK'ê bû. Bû yek ji sembolên herî şênber ê vê veguherînê. Li girtîgehê, li çiyê, li sirgûnê, li maseyên dîplomasiyê, li nava civînên gel... Li ku derê bibûya, pirtûkên wî li gel wî bûn. Bi gotina hevrêyên wî weke 'dibistan'ekê bû.
Yên ku bi wî re li binê heman konî man, li dora heman maseyê nîqaş kirin, ji bo demeke kurt jî be sohbet kirin, sûd ji vê kûrahiyê wergirtin. Her kesî teşwîq dikir ku bixwînin, lêkolîn bikin, hîn bibin. Gelek caran henek dikir, li ber vê henekê digihand cidiyeta fikrî.
Bi rêya têkiliyên me yên bi girtîgehê re, vegotinan û çîrokên efsaneyî me ew nas kir. Ew nifşê ciwan ê ku li zindanên tarî yên li Amedê dihatin tecrûbekirin, ne tenê bi bedena xwe, her wiha bi fikrê xwe jî li ber xwe dan.
Navê Riza Altûn li gel agirê Mazlûm, biryardariya Ferhat, zanistniya Hayrî û kelecan û wêrekiya Kemal hate bîranîn. Lewma navê wî hîn sax bû li kûrahiya hişê mirovan neqişî.
Piştî salên 2000'î li Ewropayê, dema ku em hîn ciwan bû, di pêvajoyên zor û zehmet de min firsenda naskirina wî dît. Piştî sala 2004'an me firsend dît ku şahidiyê ji wê yekê re bike bê çawa pêşî li xeteriya belavbûna kûr a li nava PKK'ê digire û gelekî jê bandor bûbûm. Karîzmaya wî ya şoreşgerî, aliyê wî yê entelektuel gelekî bi bandor bû.
Di Tîrmeha 2013'an de herî zêde bi hêviya dîtina Riza Altûn çûbûm heta sînorê Rojhilat, lê belê mixabin min nekarîbû wî bibînim. Min notek ji hevrêyên wî Haydar Varto û Raûf re danî û ji wir çû.
Ev gotina Henri Fayol ku yek ji pêşengên fikrî yê nêrîna rêveberiyê ye, têkildarî kesayetiya Riza Altûn gelek tiştan vedibêje:
"Ronahiya yên destpêkê weke fenera deryayê tenê ji wan mirovan re rêberiyê dike ku bi rêya benderê zanin."
Ew jî mîna fenereke deryayê bû. Rê nîşanî wan mirovan dida ku zanîbûn wê bigihêje ku derê, lê belê ti carî xwe weke kaptanê keştiyê îlan nekir. Rêbertiya wî xurt bû.
Di Kongreya 12'emîn a PKK'ê de daxuyaniya li ser şehadeta wî ya bi Alî Haydar Kaytan re sembolîk bû. Ji ber ku ne tenê windakirina şoreşgerekî bû; di heman demê de radestkirina mîrateya nifşê damezrîner ji paşerojê bû. Ev fesixkirina tevgerê ku bi banga Abdullah Ocalan pêk hat, ne têkçûnek bû; biryardariyeke stratejîk a ji bo dewamkirina vê meşa nîv sed salî bi şêweyê cuda bû.
Şehadeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn mohreke giran lê bi rûmet bû li vê girtinê.
Û yek ji gotinên wî yên herî balkêş ên li pey xwe hişt, weke wasiyeta li ser jiyana wî bû: 'Min dixwest serdana gorên bira, biraziyê û malbata xwe ya şehîd bûye bikim û bi wan re sohbet bikim. Destpêkê ji min destpê kir û wan ev yek şopandin û şehîd bûn. Saxbûna min û şehîdbûna wan berpirsyariyekê ferz dike" û bi vî rengî dewam kiribû:
"Baş nebaş me pêvajoyeke şoreşê ya bêrehm a 30-40 salan li pey xwe hişt. Bêguman ji ber ku vê pêvajoya şoreşê hîn encama tê xwestin neafirandiye, rast e ku mirov hesabê rabirdûya xwe bikin. Vê yekê jî fikrê pirtûkeke ji 2-3 bergan da min lê belê ev hemû bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Li cihekî ku çareserî nebe, nepêkane ku ev pêk werin."
Ev daxwaz nîşaneya deynê wî yê ji bo hevrê, malbat û gelê wî bû. Dibe ku wî nekarî vê sohbetê bike, lê belê niha li ber kevirê her gorê dengê wî tê bîranîn. Û ew wasiyet radestî şopdarên wî -ji bo me hemûyan- weke berpirsyariyekê hatiye destnîşankirin.
Çîroka Riza Altûn ji çîroka şexsekî wêdetir, çîroka nifşekî fedakar û veguherîna gelekî ye. Meşa xwe ku weke yek ji zarokên Kurd ên herî xizan ên Tûzlûçayirê tevlî bû, weke yek ji entelektuelên gelê xwe temam kir.
Û ji ber vê yekê navê wî ne tenê bîranînek e; rêyek e, pîvanek e, deynekî rûmetê ye.
*Pantheon: Di Roma ya Antîk de perestgeha ku hemû xwedê lê têne birûmetkirin û di serdema nûjen de li Parîsê bîrdariya ku kesayetên mezin ên gelê Fransayê li Parîsê lê têne birûmetkirin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/HUSEYÎN SALÎH DÛRMÛŞ