Em ê bîranîna wî bidomînin
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:30
Abdullah Kanat ku li gel Riza Altûn 8 salan di heman girtîgehê de ma, got: “Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidomînin. Em ê bi avakirina civaka demokratîk ku bi hesreta wê dijiya, dilsoziya xwe ya bi wî re nîşan bidin.”
PKK’ê di danezana 12’emîn Kongreya xwe de ku di 5-7’ê Gulanê de li dar xist, ragihand ku ji kadroyên pêşeng ên partiyê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn jiyana xwe ji dest dane. Piştî daxuyaniyê, ji bo Kaytan û Altûn li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên bîranînê hat lidarxistin.
Abdullah Kanat ku ji sala 1979’an heta 1987'ê bi Altûn re di heman girtîgehê de mabû, Altûn vegot.
Kanat, da zanîn ku piştî yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan ku di 21’ê Adara 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandibû hatî Êlihê wî tevgera azadiyê nas kiriye û got: “Li mala Abdulkadîr Çubukçu ku di 30’ê Tîrmeha 1979’an de li Filistînê tevî 11 hevalên xwe şehîd bûbû hatibûm binçavkirin û girtin. Piştre şandin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê. Li vê derê gelek îşkence dihatin kirin. Ji ewil Hayrî Durmuş û piştre jî Riza Altûn anîn. Min ew li wir nas kiin. Piştre jî hevalê Mûstafa Karasu anîn. Ez, Karasu û Altûn li qawîşa 48’an diman. Hevalê Riza 85 rojan hate îşkencekirin. Êdî nedikariya destê xwe bi kar bîne. Me li qawîşê tedawî kir.”
Kanat, bîranîna xwe ya bi Altûn re ya li Girtîgeha Hejmar 5’ê parve kir û got: “Wê demê xwestin ji me gelek kesan bînin vê derê. Hevalê Riza nûnerê me bû. Dema derbe hatibû kirin ez raza bûm û hevalekî got; ‘Hevalê Riza bang dike.’ Dema çûm cem wî, dikeniya. Min jê pirsî çi bûye. Got; ‘derbe çêbûye.’ Min got jixwe rêveberiya awarte heye, derbeya çi.”
Kanat, da zanîn ku Altûn di tu şert û mercan de tawîz nedaye û axaftina xwe wiha qedand: “Bi têkoşînê re dilsoz bû. Di demeke moral û motîvasyon gelek girîng de her tim bi henekên xwe, bi axaftinên xwe hêvî dida me. Di sala duyemîn a tehliyeya xwe de ez li ser îfadeyên şahidê bi navê Nîzamettîn Boztoprak û piştî 1989’an jî bi îdiaya kuştina îşkencekar Esat Oktay hatim girtin û cezayê îdamê li min birîn. Bi efûya Turgut Ozal re cezayê min daxistin 20 salan û di sala 2009’an de hatim berdan. Di her kêliya li girtîgehê de min têkoşîna Riza Altûn ji xwe re kir mînak. Wefata wî em gelek xemgîn kirin. Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidomînin. Em ê bi avakirina civaka demokratîk ku bi hesreta wê dijiya, dilsoziya xwe ya bi wî re nîşan bidin.”
MA / ÊLIH