Artêşa jinê hêz û îrade ava kir

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:50

Di sala 1992’an de Berîtan Gulnaz Karataş li hember xeta hevkar ê zilamê serdest û li hember hêzên noker xwe ji zinaran avêt. Ev sekna Berîtan ji bo artêşbûyina jin bû destpêkekî û 33 sal in gerîlayên jin li ser xeta Berîtan şer û tekoşîn dikin. Îsal jî gerîlayên jin bi boneya hatina salvegera şehadeta Bêrîtan li qadên xwe merasîm pêk anîn û ev roj bi şahiyan pîroz kirin. Di merasîmê de ji konseya fermandariya leşkerî ya YJA Star Peyman Amed axivî û peyamên girîng da. Axaftina Fermandara Konseya Leşkerî Ya Peyman Amed wiha ye:“Heval Bêrîtan wek kesayet û wek fermandar bû sembola fermandariya jin û bû sembola jina şoreşger û Apoyî. Di kesayeta xwe de bû mînaka fermandariya hemdemî. Di çeperên şer de berî 33 salan têkoşîneke bêhempa li hember xayîntiyê, li hember dagirkirina Kurdistanê şerekî, têkoşînekî di asta qehremantiyê de da. Rêber Apo di kesayeta heval Bêrîtan de pêngava artêşbûyîna jinê 33 sal berê îlan kir. Rêbertî bi vî rengî bersiva têkoşîna heval Bêrîtan da. Artêşa jin 33 salan li hember dagirkeriya zilamên desthilatdar, artêşên desthilatdar li ser xeta azadiya jin têkoşînekî bêhempa da. Di pêşengtiya heval Bêrîtan de, di pîvan û sekna heval Bêrîtan de 33 sal li hember hemû cûreyên şer têkoşînekî pir mezin jina Kurd nîşan da. Pêngava atrêşbûyîna jin di cîhanê de, dîsa di têkoşîna azadiya jin ya cîhanê de weke mînakeke yekemin û mînakeke destpêkê bû. Ji bo vê ji bo hemû jinên cîhanê ne tenê ji bo jinên Kurd artêşa jin weke hêza parastinê bû îlham, bû bawerî. Ji bo hemû jinan cesaret da, hêz da, îrade ava kir. Di dîroka jinên cîhanê de jî mîrasa 33 salan cihekî xwe yê pir mezin, bi rûmet û bi qehremanî girtiye. Dîsa artêşbûyîna jin li hember artêşên bi zîhniyeta baviksalar a desthilatdarî hatine avakirin li hember van artêşan jî, ev saziyên desthilatdarî bû rexneyekî, bû bersivekî. Bi zîhniyeteke azad, bi rengê jin, jina Kurd artêş ava kir.

YJA Star li ser xeta Bêrîtan e

Îro jî weke YJA-Star berdewamiya artêşa jin û berdewamiya vê dîroka bîrûmet, em weke hêza YJA-Star îro jî li ser xeta fermandara mezin Bêrîtan têkoşîna xwe berdewam dikin. Artêşa jinan îro jî ji bo hemû jinan wek hêzeke parastinê ye. Û ev rol û mîsyona xwe wê berdewam bike. Heta azadiya jinan, azadiya gelan, azadiya gelê Kurd wê jin têkoşîna xwe bidomînin. Bila dost û dijmin baş bizane! Ji bo azadiya Rêbertî ji bo serkeftina têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna azadiya jinan em amade ne her fedakariyê, her erkê bigrin ser milê xwe. Em ê li ser vê esasê vê pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi têkoşîna xwe berdewam bikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.