Şehîd li Osloyê hatin bibîranîn
Şemî 24 Gulan 2025 - 03:25
Li paytexta Norwêc Osloyê, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi civînekê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Osloyê hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, li ser jiyana têkoşînê ya Kaytan û Altûn sînevîzyonek hate nîşandan.
Hevserokên NCDK'ê li bîranînê axivîn, bal kişandin ser rola pêşeng a Kaytan û Altûn li nava refên PKK'ê û gotin:"Hevrêyên me yên bi Rêber Apo re dest bi têkoşînê kirin, bûn neferê ruhê têkoşîna şoreşgerî ya 52 salan. Mîrateyeke gelekî mezin ji me re hiştin; xwedîderketina li vê mîrateyê wezîfeya me hemûyan e." Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş jî di çalakiyê de axivî, qala têkoşîna li ser xeta Hîlwan-Sêweregê kir.
Delîbaş Alî Haydar Kaytan weke 'Fîlozofekî şoreşger ê li çiyê' pênase kir û bal kişand ser rola Kaytan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Delîbaş ji bo Riza Altûn jî destnîşan kir ku li zindanê berxwedêr, li çiyê fermandar, li Ewropayê dîplomat, 'hevrêyê azadiyê' bû. Di çalakiyê de siyasetmedar û hunermend Sirri Sureyya Onder jî hate bibîranîn. Bernameya bîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
ANF/OSLO