Mîna Bêrîtan têkoşînê mezin dikin
Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:55

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 33’yan a şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:“Em rêheval Bêrîtan Hêvî (Gülnaz Karataş) ku Rêber Apo ji bo wê tespîta ‘Çalakiya wê çalakiya evîn û rûmetê ye’ kiribû, di salvegera şehadeta wê ya 33’emîn de bi hezkirin, rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Di roja 25’ê Cotmehê de, hevrê Bêrîtan; di sengerekê de weke kelehekê li ber xwe da, heta guleya xwe ya dawî jî şer kir. Dema guleyên wê xilas bû, çeka xwe şkand, ji bo sax nekeve dest, xwe di zinarê de diavêje. Em vê destana lehengiyê ji vegotinên pêşmergeyên ku wê demê di eniya dijmin de şer dikirin jî dizanîn. Bi baweriya ku berxwedanî bigihê serkeftinê heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dan, ji bo sax neyê dîlgirtin, rêgeza gerîla ya Apogeriyê bû. Hem militana vê rêgezê û hem jî mîratgera helwesta Zerîfe û Besêyan heval Bêrîtan Hêvî li dijî teslîmbûnê çalakiyek wiha pêk anî.
Bêguman ev çalakiyek întîxarî nîne, îfadeya xeta azadiyê ye. Hevrê Bêrîtan; bi helwesta xwe hem li hemberî netewperestiya paşverû, hem jî li hemberî teslîmiyetê, hevkariyê, oportûnîzm û paşverûtiyê her wiha bi evîna xwe ya ji bo şerê gerîla, bi baweriya xwe ya ji baweriya jin û hêza wê re, bi tevlîbûna xwe re li dijî zîhniyeta paşverû ji bo me bû xetek. Bi vê hişmendiya xwe ya li hemberî şer û jiyanê, bi tevlîbûna xwe di têkoşîna me ya azadiyê de ya ku hişt em biryara artêşbûna jin bidin bû çavkaniyek diyarker a bawerî û hêzê. Ew bû pratîkvana ahenga şerkirin, azadî-bedewî û hezkirinê. Hevrê Bêrîtan, di têkoşîna me ya azadiyê de, bi gerîlatî, lêgerîn, hezkirin û pîvanên xwe yên kedê re bi helwesta xwe ya li hemberî îxanetê di têkoşîn û jiyana me de bû meşaleyek rênîşan û wê ev meşale her tim geş bimîne. Çawa ku artêşa me ya jin bi mîrasa têkoşîna Şehîd Bêrîtanan mezin bûye, îddîaya me ya ji bo parastina cewherî ya ji bo hemû jinan jî mezintir bûye. Bi vê îdiayê, li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku Rêber Apo bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî jin daniye holê, li hemberî çanda koletiyê ya li ser jinan hatiye sepandin em ê têkoşîna xwe mîna Bêrîtan mezin bikin. Di şexsê Şehîd Bêrîtan Hêvî de em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê û şehîdên çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, carek din bi rêzdarî, hezkirin, bêrîkirin û mînetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe nû dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê.”
BEHDÎNAN












