Prensîbên Entegrasyona Demokratîk

Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:45

  • Rêber APO entegrasyona demokratîk wekî têgeheke sereke di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dibîne. Abdullah Ocalan destnîşan dike ku entegrasyon tenê bi rêya demokratîkbûna komarê û naskirina civakê ji aliyê dewletê ve dikare pêk bê.

Rêber APO di hevdîtina xwe ya bi endamên Şandeya Îmraliyê re di 28'ê Tebaxê de destnîşan kir ku "civaka demokratîk, aştî û entegrasyon" sê têgehên sereke yên pêvajoyê ne. Ocalan destnîşan kir ku xwegihandina encamekê encax li ser vî esasî pêkan e. Nirxandina herî berfireh a li ser vê mijarê di manîfestoya berfireh ku wî pêşkêşî kongreya PKK'ê kir de heye. Di manîfestoyê de, Rêber APO wiha dibêje:"Civak xwe wekî dewletekê rêxistin nake û xwe bi dewleteke din ve girê nade. Ew wekî civateke demokratîk xwe entegreyî komara demokratîk dike. Entegrasyon, di heman demê de wekheviyê jî dihewîne. Ew bi rêya danûstandinên demokratîk tê avakirin. Entegrasyon, danûstandinên demokratîk hewce dike. Danûstandina demokratîk, yekpareyiya civaka demokratîk û netew-dewletê pêk tîne."

3 Rêgezên sereke 

Rêber APO entegrasyona demokratîk dispêre 3 rêgezên bingehîn: Ya yekem pênaseya aktoran e: Bi aktoran, mebesta wî "civaka demokratîk" û "netew-dewlet" e. Mebest li vir ne ew e ku ji van aktoran, yek jê di nava yê din de bihele; mebest ew e ku her du kirdeyên cuda di bin sîwana komara demokratîk de werin cem hev. Ya duyemîn, destnîşankirina rêbazê: Rêbaz ne ferzkirin yan jî zorlêkirin e, danûstandina demokratîk û siyaseta demokratîk e. Ya sêyem, zelalkirina armancê: Armanc entegrasyona demokratîk e, ango li ser zemîneke wekhev yekitî û yekparebûn e. Li vir xaleke girîng jî, ev e ku muxatab ne hikûmet e, dewlet e. Muxatabbûna dewletê, di warê mayindebûn û berdewamiyê de girîng e. 

Çareseriya li Rojhilata Navîn

Rêber APO entegrasyona demokratîk wekî têgihîştina serdema nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navînê pênase dike û wê wekî derfeteke girîng dibîne. Armancê wiha rave dike:"Armanc çareseriyeke entegrasyona demokratîk e, bi netew-dewletên ku Kurdistanê di navbera xwe de parve kirine. Em dikarin vê yekê wekî 'çareseriya pirsgirêka Kurd û entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navînê' bi nav bikin... Me pêşniyaza çareseriya 'neteweya demokratîk' pêş xist. Ango, me got, 'Çareseriya sosyalîst, çareseriya neteweya demokratîk e.' Me 'bernameya civaka demokratîk' bi têgihîştina ku 'Sosyalîzm bêyî demokrasiyê hebe' pêş xist. Ev rêgez e. Li gorî vê rêgezê, me dest ji netew-dewletê berda; me ew bi neteweya demokratîk guherand û bernameya me wê li dora 'neteweya demokratîk' were hunandin. Têkiliya wê bi dewletên cîran re girîng e. Ji ber ku divê pêşî ev were çareserkirin. Ji bo çareserikirina vê jî, 'entegrasyon' têgeha rast e. Ango, bi Tirkî, 'bütünleşme'. Entegrasyon, li dijî modernîteya kapîtalîst, beşek ji parastina modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk e.’’

Entegrasyona bi çar dewletan re 

Rêber APO entegrasyona demokratîk wekî pêvajoyeke entegrasyonê ya tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de nabîne. Ew her wiha bi çar dewletan re (Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq) têgihiştina yekparebûneke li ser esasê entegrasyonê destnîşan dike:"Çar netew - dewletên ku rasterast bi Kurdistanê re eleqedar hene. Em ê bi nêzîkatiyek li ser bingeha entegrasyonê bi her çar dewletan re bibin yek." Rêber APO diyar dike ku stratejiya civaka demokratîk, siyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, ew siyaseta demokratîk wekî stratejiya bingehîn dibîne û entegrasyona bi komara demokratîk wekî qada duyemîn a sereke dibîne. Abdullah Ocalan, ji bo entegrasyona demokratîk ku ne tenê Kurdan, di heman demê de Tirkan û gel û baweriyên din ên di nav komara demokratîk de bi rêya siyaseta demokratîk û civaka demokratîk dihewîne. 

Li Dijî Asîmîlasyonê Wekhevî 

Têgihîştina Ocalan a entegrasyonê, ne asîmîlasyonîst e, dijasîmîlasyonî ye û yekparebûna beramberî dipejirîne. Ew dibêje ku entegrasyon tê wateya wekheviyê ku ew ê bi rêya danûstandinê were sazkirin, û ew danûstandina demokratîk hewce dike. Ew dibêje ku danûstandina demokratîk, wekî rêbazek, wê yekparebûna civakeke demokratîk û netew-dewletê misoger bike. Li gorî Ocalan, pêvajoya entegrasyonê di heman demê de pêvajoyek têkoşînê ye. Rêber APO armanca çareseriyê wekî "entegrekirina civaka demokratîk di nav komara demokratîk de" pênase dike û ew vê yekê jî wekî "entegrekirina yekitiya demokratîk" pênase dike. Dibêje ku siyaseta demokratîk wekî stratejiyekê wê bibe sedema avakirina civakeke demokratîk û yek ji erkên herî girîng ên kesên ku dê rola aktorên di siyaseta demokratîk de bigirin ser xwe wekî avakirina civaka demokratîk bi rêya siyaseta demokratîk û entegrekirina wê bi komarê re pênase dike.

Armancên Enternasyonalîst  

Di têgihîştina entegrasyona demokratîk a Rêber APO de, hêla wê ya enternasyonalîst û sosyalîst bihêz tê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de, ew yekitiya Kurdan bi çar netew-dewletên cîran re wekî entegrasyonê pênase dike, di heman demê de têkiliyên wan bi neteweyên din re wekî "Enternasyonalîzma Komunal" pênase dike. Nêrînên Rêber APO yên li ser vê mijarê di manîfestoyê de wiha ne:"Têkilî û hevgirtina di navbera derdorên sosyalîst ên herêmî û cîhanî de dê avakirina sosyalîzmê xurt bike. Ji bo vê armancê, lidarxistina Yekem Enternasyonala Komunal bi beşdariya muxalefeta navneteweyî û derdorên sosyalîst dê pêdiviyek girîng bicîh bîne."

Têkîliya hiqûqê bi entegrasyonê re

Rêber APO her wiha du taktîkên bingehîn destnîşan dike. Yek ji van xweparastin e, ya duyemîn "hiqûqa yekpare" ye. Hiqûqa yekpare, îşaret bi wê hiqûqê dike ku mafên nasname û çandî bi awayekî di bin banê qanûnê û destura bingehîn de mîsoger bike. Bi awayekî, ew dikare wekî qanûnekê were binavkirin ku di çarçoveya qanûn û destura bingehîn de hev du temam dike. Rêber APO dibêje "Ew ê hiqûqa Kurdan jî hebe. Hiqûq şerteke pêwîst e ji bo ku hebûn pêk were, ewlehiya qanûnî bi pêk bê û statû bi dest bikeve. Bêyî hiqûqê, hebûn nikare pêk were û statu bi dest nakeve. Ji ber ku ew hiqûq e ku têkoşîna siyasî ya demokratîk gengaz dike, ewlehî û bingehekê peyda dike. Ji ber vê yekê, hiqûq, wekî qada taktîkî ya bingehîn ji bo pêkanîna stratejiyên siyasî yên demokratîk, bivênevê ye. Em statuyê wekî sazûmankirina civakeke demokratîk dibînin û rêya vê yekê qanûn û hiqûqa destura bingehîn e. Ev qanûn wê misoger bike ku gelê Kurd dikare nasname û çanda xwe ava bike û pêş bixe."

MA/DÎREN YURTSEVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.