Ji bo mîtînga Esenyurtê bang kir
Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:30

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar der barê mîtînga ku wê li Esenyurtê pêk bê bang kir û got: “Armanca me ev e ku em aştiyê mayînde bikin, belav dikin. Ji ber 50 sal in dewlet di polîtîkaya şer de israr dike û hewl dide wisa hebûna xwe bidomîne.”
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û Partiya Azadiya Civakî (TOP) di 25’ê Mijdarê de bi dirûşmeya ‘Em ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têbikoşin’ wê li qada Esenyurtê mîtîngê pêk bîne. Di mîtîngê de wê gele kes biaxivin û balê bikşînin ser pirsgirêkên ku gel dijîn. Ji roja dîroka mîtîngê diyar bû li her navçeya Stenbolê, tax û kolanan xebatên ji bo mîtîngê tên meşandin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar daxuyakirin ku ew bi dirûşmeya ‘em ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê bi hev re têdikoşin’ mîtîngê pêk tînin û got: “Armanca me ev e ku em aştiyê mayînde bikin, belav dikin. Ji ber 50 sal in dewlet di polîtîkaya şer de israr dike û hewl dide wisa hebûna xwe bidomîne. Dema ev şer hat meşandin canê Kurdan pir şewitî. Gelê Kurd koçber bû, xizan bû, pirsgirêkên mezin jiyan. Niha li Tirkiyeyê krîzeke giran heye. Ev encam aşkere ye. Ji bo ev desthilatdariya ku pergala rizyayî didomîne biguhere û aştî pêk bê em tên gel hev. Em di 25’ê Cotmehê de li qada Esenyurtê ne. Em bang li hemû kesî dikin ku tevi mîtîngê bibin. Xebatên me li her derê didomin. Li 39 navçeyî xebatên me hene. Em bang li hemû kesî dikin ku di 25’ê Cotmehê de saet di 15.00’an de li Qada Esenyurtê bin.”
JINNEWS/STENBOL/ELFAZÎ TORAL















