Ji bo vegerê bingehek zagonî divê

Sêşem 23 Îlon 2025 - 17:15

  • Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hat guhdarîkirin, got ku ew dixwazin ji bo vegera gundên ku di salên 1990'î de hatine şewitandin û valakirin bingeheke qanûnî bê danîn û pergala cerdevaniyê ya ku rê li ber vegerê digire bê betalkirin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin û ji bo wê hîmeke qanûnî bê danîn li meclisê hat avakirin, guhdarîkirina derdorên cuda didomîne. Di civîna xwe ya 11'emîn de ku di 18'ê Îlonê de pêk hat, komîsyonê Hevserokê Komeleya Çavdêrî û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Mûrat Sari guhdarî kir.

Sari ku ji aliyê komîsyonê ve hat guhdarîkirin, diyar kir ku avakirina komîsyonê encama pêvajoyek e ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin û ew dixwazin texrîbata kûr a ji ber polîtîkaya înkar û tunekirinê çêbûye bi dawî bibe. Sari, diyar kir ku pêvajoyeke girîng ji bo avakirina aştiya ku gel dixwazin pêk tê û got: "Divê dewlet jî li hember gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatine avêtin gavan biavêje. Girîng e ku komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin rola xwe bilîze, lê divê ev yek bi muxatabên sereke yên pêvajoyê re were nîqaşkirin. Ji bo avakirina aştiyeke birûmet divê gavên berbiçav bên avêtin."

Sari, destnîşan kir ku wan ji komîsyonê xwestiye ku ji bo vegera gundan bingehek qanûnî ava bike û got: "Me binpêkirinên mafên ku li gundên hatine valakirin û raporên parêzvanên mafên mirovan pêşkêş kirin. Ger aştiyeke mayînde û birûmet bê avakirin, divê vegera mirovên ku di salên 1990'î de ji cih û warên xwe bûne bê misogerkirin û hevrûbûn çêbibe. Ji ber pergala cerdevaniyê ku hêmana zordar a vê pêvajoyê bû û bi nêzîkatiya 'Bibe cerdevan an jî ji gund derkeve', nêzîkî 3 hezar û 700 gund û mezrik hatin valakirin. Zilm û zordarî li wan hat kirin. Me daxwaza betalkirina pergala cerdevaniyê kir ku yek ji sedemên herî mezin ên koçberiyê ye. Me her wiha daxwaz kir ku bi berçavgirtina encamên koçberiya salên 90'î ya ber bi metropolên ve çareseriyek bê pêşxistin."

Sari, bilêv kir ku heke pêvajoyek vegerê bê destpêkirin, divê navên Kurdî yên gundan bên naskirin û bal kişand ser ekokujiyê ku dibe sedema koçberiyê û got ku ev dê zirarê bide pêvajoyê. MA / AMED / FETHÎ BALABAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.