Eşîrên Ereb, bi nameya Rêber Apo kêfxeşin
Pêncşem 18 Îlon 2025 - 15:40
- Nameya ku Rêber Apo ji eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê re şand gelek deng veda. Bi dehan eşîran name bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin.
Nameya ku Rêber Apo ji eşîrên Ereb ên li Sûriyeyê re şand gelek deng veda. Bi dehan eşîran name bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Weke ku Rêber Apo di nameyê de balê dikişîne ser, xwişk-biratî û tifaqa gelên Kurd û Ereb mifteya derketina ji aloziyê û çareseriyê ye. Ereb û Kurd gelên herî qedîm ên li ser vê xakê ne ku bi hezaran sal in bi hevre dijîn. Têkiliyeke xurt ya dostanî û cîrantiyê ava kirine. Bi taybetî Kurdan li Sûriyeyê, Iraqê, Misirê, Libnanê di pêşxistina çand û hunerê de bi roleke mezin rabûne û di xebatên siyasî û dîplomasiyê ya li van dewletan de jî bandoreke mezin kirine.
Bi avabûna dewletên netewe, polîtîkayên înkar, tunekirin, helandinê li ser gelê Kurd hate meşandin û xwestin di navbera gelan de nakokî û fitneyê derxin. Ev yek di serdema rejimên Baasê yên li Iraq û Sûriyeyê de weke polîtîkaya dewletê hate meşandin. Niha êdî rastiyeke berbiçav heye. Li Rojhilata Navîn bi rêbaz û nêrînên olî û netewperestî ti pirsgirêk çareser nabin û berevajî dibin sedema şer û qeyranê. Li hember vê jî Rêber Apo formula çareseriya Neteweya Demokratîk danî holê. Niha girîngiya çareseriya Neteweya Demokratîk li dijî rêbazên olperest û neteweperest hê zêdetir xwe daye der. Jixwe pêvajoya bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava dest pê kir, xwe li ser vê xetê bi rêxistin kir û vê yekê encam jî girt. Pergala Neteweya Demokratîk ya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn mînaka çareseriyê ye. Gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen xwe di nava vê pergala demokratîk de bi rê ve dibin û têkiliyeke civakî ya xurt ava kirine. Gelên Suryan, Ermen, Tirkmen û dîsa gelek eşîrên Ereb ên ku di dema desthilata Baasê de tune hatibûn hesibandin, niha avabûna pergala Neteweya Demokratîk ji bo xwe weke şoreşekê dibînin.
Niha hewldanên dewleta Tirk û desthilata Şamê yên li ber hev rakirina Kurd û Ereban pûç û vala ne. Rejima Baasê jî ev hewldan kirin bi ser neketin û wê dewleta Tirk û desthilata Şamê jî bi ser nekevin. Di nava 13 salên dawî yên pêvajoya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelên li vê herêmê di heman demê de şoreşeke zihnî jî pêk anîn. Di serî de jinan, hemû pêkhateyan girîngiya azadî û demokrasiyê baştir dîtin û fêm kirin. Ji ber vê jî wê êdî listik û hewldanên derxistina fitneyan ên desthilatên paşverû encamê negire û gelên herêmê jî hay ji vê rewşê hene. Bi taybetî eşîrên Ereb berê jî neketin xefika lîstikên rejimê û niha jî haya wan ji van lîstikan heye.
Rejîma Colanî ya ku qaşo li ber polîtîkayên rejima Baasê radibûn û dixwestin li Sûriyeyê şoreşê pêk bînin lê niha heman polîtîkayên wan dubare dikin. Lê ji rejima berê paşdetir in. Qet nebe di rejima berê de çandeke dewletê û desthilatê hebû, di vê rejima niha de ev yek jî tune ye. Werîsê xwe dane destê dewleta Tirk, wê dawiya wan çi be ne diyar e.
Pêdiviya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê bi azadî û demokrasiyê heye. Demokratîkbûna Sûriyeyê wê bandorê li hemû herêmê jî bike. Di dîrokê de jî hatiye dîtin ti desthilateke li dijî azadî û demokrasiyê nekariye hebûna xwe bidomîne û aqûbeta wan jî gelek trajîk bûye. Pêwîst e rejîma heyî jî li vê rastiya dîrokî serwext bibe û li gorî wê jî siyasetê bimeşîne. Bi demokratîkbûna Sûriyeyê wê jiyaneke nû li welat ava bibe. Dewleta Tirk ku vê gavê li pêşiya demokratîkbûna Sûriyeyê asteng e û naxwaze çareserî pêk were, di nava xeletiyeke dîrokî de ye. Ji îro pê de wê ti feydeya şerekî navxweyî yê li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî nebe. Dewleta Tirk qaşo ku herdem behsa pirsgirêka xwe ya beka û ewlekariyê dike, ancax bi piştevaniya demokratîkbûna Sûriyeyê wê vê pirsgirêka xwe jî çareser bike.
Dewleta Tirk û desthilata Şamê ku herdem behsa yekbûna xaka Sûriyeyê dikin, li pey berevajîkirina rastiyê ne û di siyaseta înkarê de israr dikin.
ANF/XEYRÎ BARAN