Mafê hêviyê ne mijara bazarê ye
Duşem 15 Îlon 2025 - 15:30
- Endamê OHD’ê Parêzer Rojger Ant derbarê Mafê Hêviyê de got ku biryara ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye dayîn ne mijara bazarê ye û divê Tirkiye demildest Mafê Hêviyê nas bike.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 2003’yan de ji bo Mafê Hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) dabun. Piştî serlêdanê di 18’ê Adara 20142an de DMME’yê biryar da û xwest Tirkiye Mafê Hêviyê bide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. DMME’yê Tirkiye di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Di ser vê biryarê re 11 sal derbas bûne û Tirkiyeyê heya niha ev biryar nas nekiriye.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Rêveberê DEM Partiyê yê Cizîrê Parêzer Rojger Nûh Ant derbarê biryara Mafê Hêviyê ku ketiye rojeva Komîteya Wezîrên Konseya Ewrûpayê de got ku divê konsey biryara di navbera 15-17’ê îlonê de bide baş bişopîne û hewceye Tirkiye jî demildest van biryaran pêk bîne.
Rojger Ant diyar kir piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 25’ê Sibatê Mafê Hêviyê ket rojeva raya giştî û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Ev mijar mijarek mirovî ye û nabe ku bi pêvajoya çareseriyê ve girêdayî bibe mijara bazarê. Ji ber ku Tirkiye di vê mijarê de hatiye mehkûmkirin.”
Rojger Ant biryara ku 11 sal berê der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye dayîn bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe; “22 sal in ji bo parastina Mafê Hêviyê parêzer têdikoşin. 22 sal in parêzerên Birêz Ocalan ji bo Mafê Hêviyê têdikoşin. Ev mijar îro ketiye rojeva Komîteya Wezîrên Konseya Ewrûpayê. Li Tirkiyeyê cara ewil bi serlêdana Ocalan re Tirkiye hat mehkûmkirin. Ev li Tirkiyeyê biryara yekemîn e. Piştre gelek serlêdan çêbûn û niha nêzî 4 hezar girtî li bende ne ku ev maf têkeve meriyetê.”
Rojger Ant herî dawî got lazim e Ocalan bigihêje azadiya xwe. AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ