Qeyûmê Wanê gavên provokatîf

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 16:10

  • Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hewl dide avahiyên bêrûxset ên di serdema qeyûmê berê de hatine çêkirin, bi şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan bide hilweşandin.  

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, hewl dide avahiyên di serdema qeyûmê berê de bi qaçaxî hatine çêkirin û qeyûm bi xwe jî rê dayê, bi şaredariyên navçeyan ên DEM Partiyî bide hilweşandin û bi vê yekê re gel û şaredariyan li dijî hev sor bike. Qeyûm, ji şaredariyan re nivîs şand û jê xwest ku der heqê avahiyên qaçax de bikevin nava hewldanê û gefa “Rayedarên bi vê biryarê nekin dê rayeyên wan jê bên standin” xwar. Rêveberiya qeyûm, xwest li navçeya Tûşbayê 150 avahî, li navçeya Artemêtanê 200 avahî, li navçeya Rêya Armûşê 250 avahî û bi giştî 600 avadanî bên hilweşandin û ceza li xwediyên wan were birîn. Li gorî agahiyên ji şaredariyan hatine wergirtin, qeyûmê ku di heman demê de walîtiya bajar dike, gef xwar ku rayedarên vê biryarê bicih neyînin dê rayeyên wan jê bigire.   

Nivîs, bi îmzeya sekreterê giştî yê qeyûm Ulaş Akhan ku bi derxistina 223 karkeran a ji kar bûbû rojev, hat şandin. Di nivîsê de 3 meh muhlet ji şaredariyan re hate dayin û gefa “Heke di vê demê de ev avahî neyên hilweşandin, dê di çarçoveya mewzûat û mafên qanûnî de kirarî bên destpêkirin” hate xwarin. 

  Yûsûf Tekîn ku xetereya hilweşandina mala wî heye, got: “Di sala 1995’ê de me ji gundê xwe bar kir û hatin Wanê. Dewletê em di avahiyên yek ode de bi cih kir. Wê demê em 5 kes bûn lê niha 15 kes in. Min bo zarokên xwe avahiyekî 2 qet çêkir û hemû tiştên destê xwe de xerc kir. Dema min avahî çêdikir şaredarî hat hîmê wê koland. Şaredariya ku di dema qeyûm de piştgirî da me niha jî hewl dide keda me ya 30 salan hilweşîne û gefa vê li me dixwe. Madem dê we hilweşanda, wê demê we çima di serî de ez hişyar nekirim? Ma li benda xelaskirina malê bûn? Ez gelek mexdûr im û nikarim cezayê hatiye birîn bidim. Heke xera bikin jî ez ê tevî malbata xwe di konê de bijîm.”  

MA / WAN / BÎLAL BABAT

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.