Em dixwazin Rêber Ocalan bibînin
Duşem 15 Îlon 2025 - 15:15
- Şêniyên bajarê Çilaxa daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û soza berdewamikirina têkoşîn û berxwedanê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dan.
Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û girêdana bi firkra wî ve, anîn ziman. Şêniyê bi navê Remezan El Hasûd got: "Em dixwazin Rêber Abdullah Ocalan di nav me de azad bibînin. Ji ber ku ew tenê dikare demokrasî û aştiyê li herêmê pêk bîne."
El Hasûd destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ji bo çareserkirina krîzên herêmê grantiyeke û got: "Azadiya Rêbertî azadiya hemû mirovahiyê ye."
Şêniyê bi Elî Rehal El Wehş diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan kedeke mezin daye. El Wehş got, "Em dixwazin pê re hevdîtinê bikin, ji ber ku ew parêzvanê rastîn ê aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye."
El Wehş wiha pê de çû, "Banga wî ya dawî ya ji bo bidawîanîna şeran û pejirandina diyalogê, îspat dike ku ew dikare edalet û demokrasiya rastîn pêk bîne."
Şêniya bi navê Hefîza Ehmed diyar kir ku azadiya wî ya kesane û azadiya jinan bi giştî bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne.
Hefîza got, "Azadiya me bêyî azadiya wî temam nabe. Destkeftiyên ku îro em dijîn, bi taybet wek jin, deyndarê wî ne. Bêyî wî, me nedikarî ronahî bidîta û azadî nas kiriba. "
Hefîza di dawiya gotinên xwe de soza berdewamikirina têkoşîn û berxwedanê heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were da. ANHA/QAMIŞLO