Çareserî Rêber Apo destpê dike
Çarşem 17 Îlon 2025 - 15:00
- Ji damezrînerên PKK’ê Dûran Kalkan bi lêv kir ku bi siyaseta mijûlkirinê re cewhera çareseriyê tê pûçkirin û got, “Eger hûn çareseriyê dixwazin, ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê dike.”
Ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV'yê de tecrîda li Îmraliyê, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser binpêkirina ‘mafê hêviyê’, helwesta gengaz a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê û karên komîsyona li meclîsê nirxand. Dûran Kalkan got, “Mifteya çareseriyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
“Ez beriya her tiştî berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi hurmet silav dikim. Lehengên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di şexsê wan de jî şehîdên meha Îlonê hemûyan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînim.
Belê, parêzer careke din çûn giravê. Hîn nediyar e bê hevdîtin pêk hat an na. Piştî şeş salan bûn. Beriya wê ji sala 2011’an heta 2019’an hevdîtin nehatibû kirin. Lê belê Rojiya Mirinê dawî li vê tecrîdê anî bû. Niha piştî şeş salan parêzer çûn. Hema bibêje ‘Ji ber çûyîna parêzeran a Îmraliyê, hevdîtina parêzeran’ em ê kêfxweş bibin. Halbûkî ev yek li her cihî rewşeke gelekî xwezayî ye. Di nava demokrasiyê de tiştekî asayî ye. Welê li hevdîtina parêzeran kirine ku bi vê gotina li nava civakê dikare bê vegotin: ‘Mirinê nîşan didin û bi tayê razî dikin’. Ewqasî bêhiqûqî, bêqanûnî tê kirin, dema qanûn bi rengekî asayî bi cih tê anîn, weke ku mûcîzeyek bûye, weke ku bûyereke awarte ye didin nîşandan. Tişta ecêb ev bi xwe ye. Ev rewş ne li gorî ruh û naveroka pêvajoya heyî ye.
Komîteya Wezîran a Ewropayê 10 salan biryara Dadgeha Mafên Mirovan rawestand, ji nedîtî ve hat. Par ji nişka ve hate bîra wê. Piştî ku deh sal tijî kir, hat bîrê? Jixwe 25 sal derbas kir; Rêber Apo 2 sal in bêhiqûqî li wir tê ragirtin. Dibêjin, ‘Hiqûq’; li gorî hiqûqa wan jî divê girtî nemîne. Yanî dîlgirtina dîlgirtîbûnê ye. Rewşa heyî bi vî rengî ye.
Ji ber ku ket wê rewşê, nema karîbûn zêde vê rewşê dewam bikin. Ji bo guhertinên qanûnî li Tirkiyeyê bêne kirin, ji bo tiştên bi wî rengî bêne kirin salek dem dabûn. Me nedît ku Tirkiyeyê guhertineke welê kir. Her wiha Wezareta Edaletê di bersiva xwe de bi rengekî eşkere got, wê guhertineke bi wî rengî nekin.
Ji ber ku dibêjin. Eger ji wan bê, wê Rêber Apo li derveyî vê bihêlin, vê yekê jî dibêjin. Wê wekî din ji bo çi ji bo kê bikin... Yanî di nava nêzîkatiyên heyî de her tişt gelekî bê wate ne. Ji naverokê qut e. Gotinek heye ku dibêje, ‘fen û fût dibin, lê ewqasî jî li ber çavan nabe’. Qet nebe divê hinekî nixumandî be, li gorî şert û mercan be. Lê belê bi rastî jî êdî rastî li holê ye, nayê veşartin. Di pozîsyoneke gelekî neyînî de ye...
Bêguman em ê bi esasî li xwe binihêrin. Civak, jin û ciwanên Kurd bi berpirsyarî tevdigerin. Ev berpirsyarî divê dewam bike, hîn xurtir bibe. Îro ne roja rawestînê ye; ew roj in ku divê mirov timî di nava çalakiyan de bin. Li Bakur, li Rojava çalakî hene; divê nesekinin. Bi taybetî heta biryar bê dayin -di 17’ê mehê de- divê Kurd li her cihî li ser piyan bin. Divê li qadan be, daxwaza helwestê bike. Ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê edalet û demokrasiyê bixwaze. Ji bo vê jî herî kêm divê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo bixwaze. Divê ji wan bê xwestin ku li Tirkiyeyê ferz bike ku sererastkirinên hiqûqî bike.
Komîsyonê bendewariyek afirand. Weke ku tê xwestin, nebû. Bi qanûnê ava nebû. Lê belê tevlîbûna hemû partiyên din tiştek dida. Hin nîqaşên girîngî jî hatin kirin. Lê belê hemû ne welê ye. Yanî bi demê re kete rewşeke welê ku bi cewhera meseleyê danekeve, nav li meseleyê neke û nediyar e bê bi çi ve mijûl dibe. Navê xwe ‘Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî’ ye. Lê belê li ser demokratîkbûnê nasekine; dibêje ‘Jixwe demokrasî heye. Ji xwe xwişk-biratî heye. Eger ev Kurd eks nebe, teslîmî me bibin, wê çi xweş be, wê xwişk-biratî xurttir bibe. Hingî wê piştevaniya mîllî xurt bibe’. Bi vî rengî nabe. Ji bo vê yekê pêwîstî bi avakirina komîsyonekê nîne. Ev yek valakirina cewhera meseleyê ye. Pûçkirina pêvajoyê ye. Bi vî rengî nabe.
Li aliyê din hîn jî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin ku weke muxatabê esasî wî daxwaza avakirina komîsyonê kir. Ne diyar e bê wê hevdîtinê bikin an na. Gelek partiyan ev yek xwest. Partiya DEVA xwest, Partiya Gelecek xwest, MHP’ê xwest, lê belê komîsyon hîn jî nikare biryarê werbigire. Diyar e ku her tişt bi AKP’ê ve girêdayî ye. Hewl dida vê rewşê bi temamî biavêje ser CHP’ê. Lê belê na; nikare kesî bixapîne. Li ser AKP’ê dimîne. Ya normal ev e. AKP nikare vê rewşê biavêje ser kesî. Hîn jî tê nîqaşkirin bê wê li Rêber Apo guhdarî bikin an na, çend endam wê biçe; gotinên bi vî rengî dûrî ji aqil in, nayên fêhmkirin.
Rêber Apo xwest, ev nêzîkatî bêne sererastkirin, helwest bê zelalkirin û her kes helwesta xwe bi eşkere nîşan bidin. Em jî di wê nêrîn û helwestê de ne. Eger mijûlkirin, fen û fût hebin divê êdî biqede! Yanî neqediya ye. Her kes li çi difikire, dixwaze çi bike divê helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bide. Bila pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Ji vê re jî ‘qonaxa muzakereyan’ tê gotin. Hat heta vê derê. Me teqwîmek jê re diyar kiribû; me hêz vedikişand, me komên destpêkê anîn sînor, derxist. Yên din tevdigeriyan. Ji ber ku aliyê hember tiştek nekir, pêvajo sekinî.
Em xwe bi zorê disekinînin; dikarim vê bibêjim. Em bi sebir tevdigerin.
Divê nêzîkatiyeke rast ji bo Rêber Apo bê nîşandan. Weke rêberê 60 milyon Kurdî, weke nûnerê wan ê siyasî, weke muzakerevanê sereke li wir e. Ne mirovekî ji rêzê ye. Wê demê divê rast nêzîkatî jê re bê nîşandan. ANF/NAVENDA NÛÇEYAN