Helebce hatiye piştguhkirin

Çarşem 17 Îlon 2025 - 17:30

  • Ciwanên Helebceyê ji ber bêkariyê rexne li hikûmetê digirin ku ti xizmetê ji bo ciwanan nakin û gotin: “Hikûmet ji bo ciwanan tiştekê nake. Helebce bi temamî ji aliyê hikûmetê ve hatiye piştguhkirin.”

Helebce yek ji parêzgeha nû ya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber xemsarî û nêzîkatiya hikûmeta herêmê bêkariyeke mezin li bajar heye. Beşeke mezin ya civakê jî ciwanin û bêkar in. Ciwan ji ber vê nêzîkatiya hikûmetê û bêkariyê axivîn.

Ciwana bi navê Perjîn Ehmed ku demek dirêj e zanîngeh qedandiye û bê kar e got: “Ji ber nebûna bêkariyê rewşa me pir xirab e û ne rehet in. Dema xwendinê em kêfxweş bûn ku piştî qedandinê em ê ji bo welatê xwe û parêzgeha xwe kar bikin. Ji ber neketina nava karekê bêhêvîtî derketiye û kar bi dest me nakeve. Hikûmet li gorî pêwîst ji bo ciwanan derfetên kar nafirîne.”

Ciwanê bi navê Bekir Rehman anî ziman ku li Helebce bêkarî di asta herî jor de heye û got: “10 sale bi xwebexşî kar ji bo hikûmetê dikim. Hemû dosya û formên ji bo damezirandina li ciheke kar min tije kiriye, tevî wê jî nehatiye damezirandin li ciheke kar. Li bajar ti kerteke ya kar nîne. Beşeke zêde ya ciwanan li nava avahiyên hikûmetê bi xwebexşî kar dikin. Helebce bi temamî ji aliyê hikûmetê ve hatiye piştguhkirin.”

Ciwanek din yê bi navê Hêriş Qadir ku ev 8 sal in xwendina xwe temam kiriye û ji aliyê hikûmetê ve jî ti kar ji bo wî nehatiye peydakirin û got: “Beşeke zêde ya kar li nava Helebce hatiye rawestandin. Di rêjeyek zêde de ciwan bêkarin. Piranî li ser telefonê bi lîstikan ve mijûl in. Hikûmetê bi temamî li herêma Kurdistanê ciwan piştguh kiriye. Ti hesabek ji bo wan nake. Min dema li ser kar lingek xwe winda kiriye. Niha nikarim kar bikim. Hikûmetê tiştke nekiriye. Nêzîkî 6 sale ji bo di qada perwerdeyê de dest bi kar bikim, min form dagirtiye. Bi ti awayî têkilî bi min re çênekiriye. Dibe formên me jî avêtibin.”

Rêxistinên Ciwanan û Karkeran amareke metirsîdar eşkere kir. Li gorî daneyên herî nû yên bêkariyê yên li Herêma Kurdistanê ji sedî 30 derbas kiriye. Rêjeya bêkariyê ya li navçe û bajarokan jî gihiştiye sedî 40’ê. HELEBCE-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.