Li Helebê daxwaza xwendina li dibistanên Rêveberiya Xweser

Pêncşem 18 Îlon 2025 - 15:10

  • Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li gorî salên berê daxwaza xwendina li dibistanên  Rêveberiya Xweser zêde dibe.

Dibistanên taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê di 14’ê Îlonê de deriyên xwe ji bo xwendekaran vekirin. Li gorî salên berê hijmara xwendekaran zêde bûye. Sala par, hejmara xwendekarên li 3 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk nêzîkî hezar û 500 bû. Îsal, ev hejmar gihaştiye 2 hezar û 500 xwendekaran û qeydkirin berdewam dike.

Ji ber koçberbûna şêniyên Efrîn, Şehba û deverên din ên li Sûriyeyê, hejmara xwendekaran zêde bûye. Ji bo ku dibistan têra hemû xwendekaran bikin, Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Helebê pergala 2 danan pejirand.

Ji bo qeydkirina xwendekarên koçber, komîte xwe dispêre belgeyeke ku ji aliyê komînan ve hatiye dayîn.

Ji ber şert û mercên aborî yên dijwar ên malbat û kesên koçber, Komîteya Perwerdeyê soz daye ku di hefteya bê de kel û pelên dibistanan ji xwendekaran re peyda bike û lê belav bike.

Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Zahîda Reşîd diyar kir ku komîte ji bo qeydkirina xwendekaran xwe dispêre belgeyên komînan.

Zahîda Reşîd da zanîn ku komîte hewl dide li gorî derfetên di destê wan de, hewcedariyên xwendekaran bi cih bîne û destnîşan kir ku ji bo sala xwendinê serkeftî derbas bibe wan mamoste û dibistan amade kirine.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 13 dibistan hene, 10 ji wan ji hêla îdarî ve di navbera hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk de têne parvekirin û 3 dibistan bi tevahî bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne, ew jî Dibistana Şehîd Cûdî Amanos, Dibistana Şehîd Qehraman Efrîn û Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat in.

Ji bilî dibistanan, peymangeheke perwerdeya mamosteyan a bi navê Şehîd Zozan Yûsif û çend baxçeyên zarokan jî hene.

ANHA/HELEB/NISRÎN ŞÊXO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.