Hikûmet; ‘dev ji karên xwe berdin!’

Çarşem 17 Îlon 2025 - 17:00

  • Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina desthilata nû, rayedarên desthilatê ji bo 3 mehan destûra bimûçe da bi hezaran karmendan. 

Piştî bidawîbûna dema destûra bimûçe ya karmendên di saziyên dewleta Sûriyeyê de, li gorî fermaneke fermî ya 27`ê Tebaxa 2025ˋan hatiye derxistin, biyar hat dayîn ku karmend ji 1`ê Îlonê ve vegerin ser karên xwe. Lê karmendên ku vedigerin saziyên xwe, rastî zextên rêveberiyên nû tên ku ji hêla hikumeta veguhêz ve hatine destnîşankirin.

Hinek karmendan rewşa xwe bi rêya ajansa me parve kirin. Li gorî karmendan rayedarên li Şamê zexteke zêde li karmendan dikin û dixwazin "wan wan neçar bikin ku karên xwe berdin, bi taybet li saziyên hikumetê yên li paytextê.”

Li gorî karmendan, di hevdîtinên li gel karmendên vegeriyayî de tên kirin, pirsa paşxaneya malbata wan dikin, bi taybet pirsa xizmên wan di artêşa berê de xebitîne yan jî di rêveberiyê de bûne, dikin. Çend karmendan jî da zanîn ku hevjîn û xizmên hin "efseran" rastî bêrêziyê hatine, her wiha xwestine wan ji karên wan derxin û hin karên ne li gorî jêhatîbûna wan bidin wan. Ev yek bûye sedema nerazîbûneke berfireh.

Li Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz, çavkaniyan ragihand ku ji hin karmendên ku piştî 8 mehan vegeriyane ser kar, bi hinceta ku ew "xizmên kesên ku di nava rejîma berê de hatine kuştin" in, hat xwestin ku karê xwe berdin. Yek ji wan ku ji ber zextên ewlehiyê navê xwe aşkera nekir, ji ajansa me re diyar kir ku ew ji 5 salan zêdetir xebitiye, lê hikumeta veguhêz karmendiya wî betal kir. Ji xwediyên peymanên demkî jî hat xwestin ku îstîfayên xwe bidin û peymanên xwe nû nekin.

Dixwazin hejmara karmendan kêm bikin

Karmendan ev kiryar wek keyfî bi nav kirin û da zanîn ku hikumeta veguhêz dixwaze hejmara karmendan kêm bike yan jî wan li cihekî erkdar dike da ku li şûna wan karmendên ji Idlibê erkdar bike. Her wiha dan zanîn ku ew karmendên ji Idlibê bê jêhatîbûn û ezmûn in, lê mûçeyên bilind bi dolarên amerîkî werdigirin. Karmendekî diyar kir ku piraniya kesên ku ji ber van kiryaran bandor lê bûye, ji mezheba elewî ne. Karmendan xwest mekanîzmayên mijûlbûna bi karmendên vegeriyayî were sererastkirin û mafên wan ên qanûnî werin parastin.

Di meha Tebaxê de me 2 rapor li ser rewşa karmendan li Şamê weşandibûn. Di raporan de zexta ku rêveberiyên hikumeta veguhêz li karmendan dikin hatibû aşkerakirin.

ANHA/ŞAM

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.