- Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle da zanîn ku hewldanên aştiyê yên Rêber Apo ji bo cîhanê mînak e û got, “Azadiya Ocalan wê pêvajoyê bi ser bixîne.”
Seroka EFA Lorena Lopez de Lacelle destnîşan kir ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ û azadiya Rêber Apo ji bo pêvajoya danûstandinan a bi Tirkiyeyê re ku divê bi rengekî wekhev bê meşandin gelekî girîng e.
Tifaqa Azad a Ewropayê (European Free Allience/EFA) di bin sîwana Parlamenta Ewropayê de xwedî 41 pêkhateyên partiyên siyasî yên ji 19 welatên cuda ye. Seroka EFA’yê Lorena Lopez de Lacelle pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin û ‘mafê hêviyê’ nirxand.
Seroka EFA’yê Lorena Lopez de Lacelle bi bîr xist ku tifaqa wan mafê diyarkirina paşeroja xwe ya tayînkirina çarenûsa xwe ya gelan diparêze, lewma pêvajoya ku Rêber Apo û PKK’ê da destpêkirin gelekî hêja û bi wate dibînin.
Lorena Lopez de Lacelle destnîşan kir ku ew girîng dibînin ku di bin sîwana meclîsê de komîsyonek hatiye avakirin, piştgiriyê didin karên komîsyonê û bi vî rengî dewam kir, “Di pêvajoyeke bi vî rengî de zext û êrîşên li ser partiyên li muxalefetê fikarên me hîn zêde dikin. Fikarên me ji ber Erdogan û hikumeta Erdogan in, ji ber ku em baş zanin ku li vî welatî ne tenê Kurd daxwaza aştiyê dikin, di heman demê de beşeke mezin a gelê Tirk jî aştiyê dixwaze.”
Lorena Lopez de Lacelle anî ziman ku ew fikir û hewldanên Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo tevahiya cîhanê weke ronahiyekê dibînin û got, “Bêguman ev hewldanên Ocalan bi esasî ji bo Rojhilata Navîn girîng in, lê belê di heman demê de li Ewropayê jî xwedî bandoreke mezin e. Ev nirx ji bo cîhanê bi temamî derbasdar e. Ocalan bi vê helwesta xwe re nîşan da ku li cîhanê lîder hene ku di pêvajoyeke bi vî rengî de daxwaza aştiyê dikin û di vê daxwazê de jî bi israr in. Ji ber vê yekê em siyasetmedar, rewşenbîr û derdorên cuda ji civakan divê piştgiriyê bidin hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê.”
Lozep de Lacelle ji bo serketina pêvajoyê işaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir û anî ziman ku dewleta Tirk divê li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tevbigere û ‘mafê hêviyê’ bi cih bîne. Lopez de Lacelle bi dewamî got, “Em piştgiriyê didin daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji bo Ocalan û divê ev biryar tavilê bi cih bê anîn. Divê dewleta Tirk li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere û biryara ‘mafê hêviyê’ ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêk bîne. Divê ‘mafê hêviyê’ bi zelalî bi cih bê anîn, ji ber ku mafê her mirovî ye ku nêzîkatiyeke bi rûmet lê bê kirin. Pêwendiya vê yekê bi rûmeta mirovan heye. Lîderekî ku 26 sal in hema bibêje timî di tecrîdê de ye, ne cezayekî cezakirinê dikişîne; ev yek rewşeke welê ye ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye."
Lopez de Lacelle destnîşan kir ku demokrasiya rasteqîn bi naskirina mafên hindikahiyan hemûyan dibe û got, “Dewlet nabe ku cihêrengiyê weke dijmin bibîne. Nifûsa Kurd a li Tirkiyeyê dijminê Tirkiyeyê nîne. Yekane daxwaza Kurdan ew e ku hurmet ji zimanê wan, kevneşopiya wan, rêbaza wan a jiyanê û mafê demokrasiyê re bê nîşandan. Divê Tirkiye vê rastiyê bibîne û li van daxwazên esasî qebûl bike.”
Lopez de Lacelle anî ziman ku ji bo bicihanîna ‘mafê hêviyê’ û serketina pêvajoya li Tirkiyeyê divê saziyên Konseya Ewropayê gavên şênber biavêjin û got, “Konseya Ewropa û welatên Yekîtiya Ewropayê divê baweriya xwe bi wê yekê bînin ku dem hatiye li Tirkiyeyê aştî pêk were û li ser vê bingehê tevbigerin.” ANF/SERKAN DEMÎREL