- Piştî xwepêşandanên û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemû kolanan û nava civakê belav bû. Vê dirûşmê çavkaniya xwe ji hişmendiya îdeolojîk ya azadiya jinên Kurd girtiye ku xwe dispêre felsefeya Rêber Apo.
Rêber Apo di nava dahûrandinên xwe yên salên cuda de qala dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ kiriye.
Em binêrin Rêber Apo çawa qala vê dirûşmê dike?
Roja 25’ê Hezîrana 1994’an pirs ji jinan dike û dibêje; “Li gel me wateya jinê çiye? Wateya jinê jiyan e. We kiriye çi? We kiriye mirin! Divê ev bê guherîn. Divê hûn jin pêşengtiyê ji vê re bikin. Divê hûn wisa bikin, mêr ji kêrhatiyên we sersûrman bibin. Divê hûn xwe bigihînin wê astê ku gelek şeran bi ser bixin. Ji bo wê pêwîst e têkiliyên we hebe û hêza we ya arastekirinê hebe.”
Roja 26’ê Sibata 1996’an Rêber Apo vê dibêje; “Di dîroka gelê Kurd de ji bo têgîna ‘Jin û Jiyan’ yek çavkanî û yek peyv e. Di roja me ya îro de bûne du peyvên dijî hev û berovajîkirî. Divê ew valatî û dûrketin bi dawî bibe û hemû hewldanên me jî ji bo rakirina vê yekê ye. Hewldanên me ew e em jinê bikin jiyan. Ji bo wê jinan pîroz dikin. Hêviya serketinê ji bo wan dixwazin.”
Roja 27’ê Cotmeha 1997’an Rêber Apo li ser girîngî û mezinbûna azadiya jinê û jiyanê wiha gotiye: “Çima em dubare wateyê nedin jinê û erkê wê yê rasteqîn radestî nekin? Bi sedan sal in civaka we jî weke jinê bûye koleyê sîstemê. Çima em vê rastiyê red nekin û birûxînin!? Jineke azad weke tîrêjên rojê derdikeve. Wateya jin, jiyan xwedî gelek wateyan e. Divê jin azad, bihêz û xwedî biryar be. Divê jin xwe azad bikin. Xwedî raman, fikir û biyar û çalak bin. Jin xwedî nirxekî mezin e, ji bo wê dibêjim ‘jin û jiyan’
Rêber Apo di Nîsana 1998’an de jî vê dahûrandinê dike: “Jin beşeke esasî ya jiyanê ye. Ne weke beşek bi fîzîkî, divê weke bingeh û kok bê destgirtin. Divê weke kesayetiyeke zana, hişyar û xwedî biryar lê bê meyzandin. Divê azadiya jinê erkê esasî yê civakê be. Erkek pîroz li ser milê jinan e û divê bicih bîne; ew jî bûna pêşengên azadiyê ye. Ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê ye.”
Rêber Apo 28’ê Adara 1998’an derbarê têkoşîna jinên azad wiha dibêje; “Eger jineke azad hebe, ew jî bi têkoşîn û hewldana jinê ya ji bo azadiyê dibe. Di rastiya gelê me de jin û jiyan yek wate heye. Sedemê wê yê ji hev dûrketinê jî, dagirkeriya sedê salan û paşketina civakê ye. Rewş gihabû astekê ku jin hatibû ji bîrkirin û jiyan jî lê kiribû dojeh.”
Rêber Apo di peyama xwe ya 8’ê Adara 2025’an ya ji bo jinan şandî wiha dibêje; “Pîrozî ya jinê ye. Jin bi xwe gerdûn e. Mêr jî gerstêrkeke rêderketî ya derdora vê gerdûnê ye. Ji bo cara yekem bang li zarokê bike ya ku ziman afirand jin e. Afirînera çandê jin e. Afirînera civakê jî jine.”
Belavbûna dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’
Destpêkê bilindbûna dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ya çavkaniya xwe ji ramanê Rêber Apo girtî, li serhildanên Bakurê Kurdistanê hate bihîstin û bi dirêjahiya 47 salan ya di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bê navber hate qîrkirin. Ev dirûşim li Bakurê Kurdistanê tenê sînordar nema, bi çirûskên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî belavî welatekî din bû.
Jinên têkoşer û şoreşger yên li Rojavayê Kurdistanê di dema şer û çenga li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên hov de li Kobanê ew dirûşim qîr dikirin û bê tirs bi ser çeteyan ve diçûn. Piştre ev dirûşim cihê xwe di hemû çalakî û xwepêşandanên daxwazên mafê jinan ên li Rojhilata Navîn dihatin kirin de hate bihîstin û belavkirin. Ev dirûşim belavî Ewropa û cîhanê bû. Bû gerdûnî.
Hêjayî birîxitinê ye jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî beriya niha bi 3’ê salan bi îdîaya ku pîvanên lixwekirina Îslamî ya ji neçarî ya li Îranê binpê kiriye, hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Jîna Emînî di 13’ê Îlona 2022’yan de hate binçavkirin û 16’ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.
Piştî vê bûyerê çalakiyên gel ên herî mezin destpê kir. Ev serhildan jî ku jinan pêşengî jê re kirin weke ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ hate pênasekirin. Jinên Îranî bi dirûşma ‘Zan, Zendegî, Azadî’ xwedî li vê dirûşmê derketin. Hema bêje li her kuçe û kolanên Îranê ev dirûşm hate nivîsîn û hildan. Ji girtîgehan bigire heta her qadê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hate nivîsîn û hildan. Di roja îro de ev dirûşm li hemû cîhanê belav bûye û bûye gerdûnî. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN