Wê ji bo mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin
În 19 Îlon 2025 - 16:30
- Hevserokê OHD’ê yê Giştî Serhat Çakmak derbarê biryara Konseya Ewropayê ya derbarê “Mafê hêviyê” de da zanîn ku biryar bêhiqûqî ye û got: “Dive mafê hêviyê bi awayekî lez were bicihanîn.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) di navbera 15 û 17’ê Îlonê de civiya û biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê ku dema berê ji bo avêtina gavan salekê dem dabû Tirkiyeyê, careke din heta Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê. Komîteyê diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dikare ji bo gavên pêwîst bê bikaranîn.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Giştî Serhat Çakmak derbarê biryara Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” de axivî.
Serhat Çakmak diyar kir ku Tirkiye têkildarî dozên girîng li gorî atmosfera siyasî tevdigere û wiha got: “Ji bo biryara derbarê birêz Abdullah Ocalan de hatiye dayîn, ewilî hewce dike ku di nava qanûna înfaza cezayî de guherîn were çêkirin. Ya duyemîn ji bo ev biryar were bicihanîn hewce dike ku birêz Abdullah Ocalan were berdan. Di nava vê atmosferê de Tirkiye naxwaze wê biryarê bide. Bingeha vê biryara ku nayê bicihanîn ne bingeheke hiqûqî ye. Şert û mercên polîtîkayên Tirkiyeyê ye.”
Serhat Çakmak anî ziman ku “Mafê Hêviyê” ji bo OHD’ê mijareke girîng e û axaftin wiha domand: “Mafê hêviyê her tim di rojeva me de ye. Em ji du aliyan ve xebatan dikin. Aliyek ew e ku ji bo bicihanîna mafê hêviyê serlêdanên hiqûqî bikin, ya duyemîn jî ew e ku em vê meseleyê têxin rojeva hiqûqnasan, partiyan û gelan. Ev maf mafekî xwezayî ye. Çawa ku cezayê darvekirinê hate rakirin divê cezayê ku heta mirinê girtî bimîne jî bê rakirin. Ji bo wê jî em ê xebatên xwe yên di vê mijarê de bidomînin.”
Serhat Çakmak bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê Hêviyê” û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Komîteyê di biryara xwe de diyar kir ku heta 26’ê Hezîranê dê demê bide Tirkiyeyê. Dema em vê biryarê û biryara par dabûn bidin berhev paşveçûyînek heye. Heke biryara Komîteyê di nava demekê de neyê bicihanîn divê daxwazên Komîteyê girantir bin. Lê belê Komîteyê daxwazên xwe nerm kir. Banga xwe li komîsyona ku di bin banê Meclisê de hatiye avakirin kir. Mûxataba wê ne komîsyon e, dewlet e. Komîteyê rol û mîsyona xwe bi cih neanî. Daxwazên me zêdetir bûn. Ji ber ku dema biryareke Komîteyê di nava dema ku dayî de neyê bi cih divê Komîte daxwazên girantir bike û dîsa demê nade. Peywîra komîsyona di bin banê Meclisê de jî ev nîne. Dikare daxwaz bike ku li gorî qanûnan ev yek were bicihanîn lê belê ew rast e rast berpirsyar nîne dewleta Tirkiyeyê berpirsyar e. Yekîtiya Ewropayê jî pêvajoya hatiye destpêkirin weke hevsengiyê dibîne û li gorî vê tevdigere. Lê em dibêjin ku divê mekanîzmayên hiqûqê xwe ji siyasetê dûr bixin û serbixwe bin. Me duh jî ev serbixwebûyîn nedît. Ev biryara hatiye dayîn bêhiqûqî ye û me weke hiqûqnasan xemgîn dike.” AW/AMED/FEXREDÎN KILINÇ