Divê mafê hêviyê bê parastin

Sêşem 23 Îlon 2025 - 17:45

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar, xwest ku Konseya Ewropa li gorî rol û rista xwe tev bigere û got: “Hin welat ji bo girtiyan cezayê heta heta didin. Cezayê muebeta giran didin. Lê DMME vî cezayî rast nabîne. Nabe ku kesek heta dawî bêhêvî di zindanê de bimîne. DMME destnîşan dike ku piştî 24 salan divê dosya girtî ji nûve bê dîtin û mafê hêviyê bê parastin. Dixwaze girtî bê hêvî neyê hiştin.”

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17'ê Îlonê de derbarê Mafê Hêviyê de bang li Tirkiyeyê kir ku “gavên pêwîst û bi lezgînî” bavêje û heta dawiya Hezîrana 2026'an derheqê mijarê de agahî bide. Komîteya Wezîran di 15-17'ê îlonê de Civîna Mafên Mirovan li dar xist. Komîteyê xwest guhertinên qanûnî di çarçoveya planeke çalakiyê ya nû de werin kirin. Xwest mekanîzmayeke nirxandinê bi lez biryarên di doza Koma Gurban de misoger bike. Komîteyê diyar kir ku Tirkiye nikare xwe bi vê yekê sînordar bike û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk û Biratî û Demokrasiyê ya ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin dikare ji bo bicîhanîna rêziknameyên qanûnî yên pêwîst were bikaranîn.

Komîteyê ji rayedaran xwest ku bêyî derengmayîneke din tedbîrên pêwîst bigirin.

Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Zubeyîr Aydar ewil bal kişand ser armanca sazkirina Konseya Ewropayê û wiha got: “Konseya Ewropayê piştî şerê cîhanê yê duyemîn, li dijî Nazîzmê û êrîşên faşîzmê ji bo demokrasiyê û mafên mirovan biparêze hatiye avakirin. Li ser nirxên mafên mirovan hat avakirin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropa jî heye. Proseduran li gorî peymanê dimeşînin. Piştî ava bû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ava kirin. Ji ber mafên mirovan diparêze, hemû dosyayên der barê mafên mirovan de diçin wir. Hemû welatên endam dikarin serî DMMEyê bidin. Hem navenda konseyê li Strasbûrgê ye, hem DMME û hem jî Komîteya Wezîran li Strasbûrgê ye. Rêxistineke Ewropî ye. Tirkiye jî endam e. Li ser mafên minovan biryaran digirin.”

Zubeyîr Aydar da zanîn ku yek ji mafên mirovan mafê hêviyê ye û wiha axivî: “Hin welat ji bo girtiyan cezayê heta heta didin. Cezayê muebeta giran didin. Lê DMME vî cezayî rast nabîne. Nabe ku kesek heta dawî bêhêvî di zindanê de bimîne. DMME destnîşan dike ku piştî 24 salan divê dosya girtî ji nûve bê dîtin û mafê hêviyê bê parastin. Dixwaze girtî bê hêvî neyê hiştin. Tirkiye jî piştî 2002'yan cezayê darvekirinê rakir, lê li şûna îdamê cezayê muebeta giran (heta heta) dan girtiyan. Li gorî cezayê muebeta giran, girtî nikare derkeve. Lê di sala 2014'an de DMME'yê der barê vê rewşê de biryara Ocalan da. Li gorî vê biryarê divê li Tirkiyeyê jî mafê hêviyê têxin meriyetê. Di 2024'an de dîsa Konseya Ewropa salek dem da Tirkiyeyê.”

Zubeyîr Aydar, bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û wiha got: “Biryar kete rojevê û li ser wê niqaş hatin kirin ev muhîm e. Lê biryar ne li gorî daxwaza me ye. Komîteya Wezîran dikarîbû biryara îhlalkirinê dabûya Tirkiyeyê. Dikarîbû destnîşan kiribûya ku salek dem dane Tirkiyeyê, lê Tirkiye gav neavêtiye û bi cesaret biryara binpêkirinê dabûya Tirkiyeyê. Dikaribû ji Tirkiyeyê re gotiba ‘Em pêvajoya binpêkirina biryarê didin destpêkirin’ û der barê Tirkiyeyê de lêpirsîn dabûna destpêkirin. Dikaribûn bigotina ‘Em endamtiya te didin rawestandin’ û Tirkiye hişyar kiribûya. Lê xuya dike ku nexwestin zêde Tirkiye tengav bikin. Tirkiye ji Komîteyê re gotiye ‘Me pêvajoyek daye destpêkirin em hewl didin çareser bikin û em dem dixwazin.’ Komîteyê jî ev yek qebûl kiriye û heta meha Hezîranê 9 meh dem daye Tirkiyeyê. Li gorî me ne rast e. Lê biryarek wisa dane. Li ser çareseriyê axaftin baş e. Lê pirsgirêk wekî Tirkiyeyê pênase kirine. Dibêjin pêvajoya ‘Tirkiyeyê ji terorê xelas bikin’. Lê mesele dualî ye. Aliyê Kurd jî heye. Divê vîna Kurdan jî liber çavan bigirin. Pêvajo, pêvajoya çareseriyê ye. Navê wê jî Serok Apo lê kiriye. Dema vê bangê dike jî dibêje Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi vê bangê dixwaze hem aştiyê pêk bîne û hem jî civakeke demokratîk ava bike. Em biryara Komîteya Wezîran kêm dibînin, rexne dikin û ji bo biryara tê xwestin bê dayîn jî em ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

AW / MEHMET ALÎ ERTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.