Zozan Çewlîk: Emîne xeta azad a jinê bû

Nûçeyên Jin

Sêşem 9 Îlon 2025 - 16:00

  • Ji fermandarên YJA Starê Zozan Çewlîk diyar kir ku Emîne Erciyes miroveke rengareng bû û got:"Mejî û fikrê xwe welê bû ku li gorî ya heyî nedimeşiya, li gorî rastiyên dihate ferzkirin tevnedigeriya, teqez ji aliyên cuda ve lê dinihêrî, aliyên cuda didît, ji aliyên cuda ve têdikoşiya, xwedî sekneke bi vî rengî bû."

Piştî ku hate ragihandin Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG'ê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, ji fermandarên YJA Starê Zozan Çewlîk têkildarî mijarê aivî û anî ziman ku Emîne Erciyes bi sekna xwe ya îdeolojîk, siyasî û tecrûbeyên xwe yên cidî yên li ser gerîlatiyê yek ji jinên şoreşger ên ji kesayetiyeke hevgirtî bû.

Nirxandina Zozan Çewlîk bi vî rengî ye:

"Beriya her tiştî yek ji fermandarên me yên hêja hevrêya me Emîne Erciyes bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînim. Hevala Emîne di nava têkoşîna rastiya gelê Kurd de ne tenê li hemberî rewşa ku gelê Kurd û jinên Kurd di nav de ye, her wiha li hemberî rewşa ku gel û jinên Rojhilata Navîn di nav de ne jî têkoşiya. Lewma kesayet û nasnameyeke sembol bû ku nasname, kesayetî, têkoşîn û dîroka azadiyê ya jinên Rojhilata Navîn diafirand, rizgariya gelan û hemû jinan di rizgariya gel û jinên Kurd de didît. Sekna hevala Emîne sekna jin a azad e û ji bo me jî xetek e.

Ji bo hevala Emîne serdema ku nakokiyên wê, lêkolînên wê şênber bû salên xwendina lîseyê bû. Hevala Emîne dema ku derbasî lîseyê bû, kete nava pêvajoyeke welê ku gelek nêrîn, nakokiyên cuda hebûn. Di vê demê de dikeve bin bandora şoreşgeriyê. Di salên lîseyê de yekemcar tevgerên şoreşger, Kurdan nas dike. Lewma salên xwe yên lîseyê di nava gelek nêrîn û pevçûnan de derbas dike.

Li gel nakokî û pevçûnên vê demê hevala Emîne her wiha bi xwe jî xwedî nakokî û pevçûnan bû. Tevlîbûna xwe ya vê demê bi naskirina nêrînên Rêbertî ya bi rêya komê vedibêje. Vê biryara xwe ya tevlîbûnê weke biryareke hestewarî nabîne. Digot, 'Ez bi rengekî hestewarî tevlî nebûm, bi rengekî rasyonel tevlî bûm. Sekn gotinên hevalan bandor li min kiribû. Her wiha bi şênberî jî tiştên min dîtibûn hebûn. Vê yekê jî bi rengekî cidî xîtabî lêgerîna min dikir."

Hevala Emîne di 14'ê Hezîranê de bi komek ji hevalan di ser Yewnanistanê tevlî bû. Piştre hevala Emîne di dawiya sala 1997'an derbasî qada Rêbertî, derbasî Akademiyê bû. Min jî yekemcar hevala Emîne li wê zemînê nas kir.

Bêguman a ku destpêkê bala min kişand sekna wê, eleqeya wê, tevlîbûn, lêgerînerî û baldariya wê bû. Piştî ku me hev li wê derê nas kir, heta sala şehîd bikeve em li gelek qadan, di gelek karî de bi hev re man, wezîfe kir.

Hevala Emîne nasnameyek bû, seknek bû... Xeta jinê ya azad bû. Hevala Emîne xwedî hêzeke girîng a têgiştinê û fikrî bû, xwedî çanda jinê ya azad, çanda milîtaniyê û feraseta wê bû. Hevrêyeke me ya jin bû ku ev hêz di kesayetiya xwe de afirandibû. Bi kesayetî, tevlîbûn û sekna xwe ji me hemûyan xwedî aliyên cuda bû. Hevala Emîne ne tenê rengek bû, cihêrengiya wê ne tenê ji ber Tirkiyeyîbûyîna wê bû. Weke jinekê û mirovekê gelekî cuda bû. Hevala Emîne miroveke rengareng bû. Mejî û fikrê xwe welê bû ku li gorî ya heyî nedimeşiya, li gorî rastiyên dihate ferzkirin tevnedigeriya, teqez ji aliyên cuda ve lê dinihêrî, aliyên cuda didît, ji aliyên cuda ve têdikoşiya, xwedî sekneke bi vî rengî bû.

Dema ku pêwîstî pê hebû hevala Emîne hunermendek bû, helbestvanek bû, şanogerek bû, sînemavanek bû, rojnamevanek bû, nivîskarek bû, akademîsyenek bû, perwerdekarek bû. Û hevala Emîne temamiya van hemûyan bû. Dema ku pêwîstî pê hebû dibû felsefevaneke gelekî baş a Apoyî. Hevala Emîne kesayeteke welê giştî bû ku bi vî rengî tevlî dibû. Hevala Emîne ne ji ber ku hevaleke Tirkiyeyî bû cuda bû; bi van taybetmendiyên xwe cudahiya xwe nîşanî jiyanê û kar dida, lewma hevrêyeke welê bû ku timî diherikî.

Min timî ji hevala Emîne re digot, 'Bi te re romantîzma gerîla ya hevala Gulnaz Karataş, heval Bêrîtan heye'. Mirov dikare vê yekê bi îdeolojiyê, felsefeyê, xwezayê, civakê, gerîlatiyê vebêjin. Ev hemû jî di asta eşqê de bi hevala Emîne re hebûn. Hem hişmendiya dîrokî, hem tevlîbûn, hem jî berpirsyariya li pêşberî gelan hemûyan ne tenê gelê Kurd, gelekî li pêş bû. Hevala Emîne ji me hîn bêhtir bi Kurdî hîn bû û bi Kurdî axivî. Di gelek bernameyan de, bi hemû hevrêyên xwe re, di dersên akademîk hemûyan de ku wê dida, bala wê bi hêsanî li ser zimanan û nasnameyan bû. Lewma xwedî sekn û kesayetiyeke welê bû ku xwe da têkoşîna ji bo jinan û gelan. Kedeke hêja da.

Şehadeta hevala Emîne ne tenê ji bo hêzên me yên YJA Starê, ji bo tevahiya hêzên me yên giştî windahiyeke mezin bû. Em careke din hevala Emîne bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wê re dubare dikin. ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.