Komplo şerê dewletên emperyalist e

Şemî 14 Sibat 2026 - 04:00

  • Fermandara YJA Starê Batufa Çekdar di derbarê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê de axivî û got: “Komploya 15’ê Sibatê şerekî dewletên emperyalist bû ku li dijî Rêber Apo dabûn destpêkirin. Lê bi têkoşîna Rêber Apo û gelê Kurd ev komplo hat pûçkirin.”

Rêber Apo di nava 27 salên pergala tecrîda Îmraliyê de, bi zanebûneke mezin a berpirsiyariyê û bi kedeke bêhempa, hêzên komploger û planên wan ên li ser gelê Kurd pûç kirin. Bi taybetî ji 27’ê Sibata 2025’an û vir ve, li ser bingeha banga Aşitî û Civaka Demokratîk pêşengiya gavên dîrokî dike û ji bo pêşxistina çareseriyeke mayînde bi biryardarî hewl dide.

Fermandara YJA-Starê Batufa Çekdar têkildarî komploya 15’ê Sibatê ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd hatibû pêşxistin nirxandin kir.

Batufa Çekdar di nirxandinên xwe de bal kişand ser rastiya Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya wî, armancên hêzên komploger û çawaniya pûçkirina wan bi van gotinan anî ziman: “Rêber Apo di heman demê de afirînerê îdeolojî, raman, felsefe û baweriya Sosyalîzma Zanistî ye. Rêber Apo li axa Kurdistanê ku ji destpêka dîrokê ve navenda civakbûyîna komunalîst, exlaqî û polîtîk e, ji dayik bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo bû kurekî dilsoz ku xwe feda kir ji heqîqeta kokên xwe re. Gotina ‘Her giya li ser koka xwe şîn dibe’ îşaret bi vê çavkaniya heqîqeta civakî û dîrokî dike. Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk de jî gotiye: ‘Yê ne komunalîst be nikare bibe sosyalîst.’ Ji ber vê yekê ji destpêka meşa xwe ya şoreşgerî ve xwedî şêwazek jiyan û têkiliyên komunalîst bû. Li ser vê bingehê karibû kesayet û rêbertiyeke sosyalîst derxîne holê. Dîrokeke ku di bin çengên dewleta serdest a mêr û nûnerên wê yên qatilên kastîk de dihat xwestin bê tunekirin, bi têkoşîna xwe ji nû ve rakir ser piyan. Rûmeta gelan, jinan û dîroka civaka komunalîst ji nû ve zindî kir. Rêber Apo bi gotinên: ‘Dîroka mirovahiyê tenê ji dîroka qatilên kastîk pêk nayê. Dîrok wekî çemekî ku bi du milan diherike ye. Dîrok şerê navbera civaka komun û qatilên kastîk e. Jina xwedawend, pêşeng û afirînera civaka komun e. Mêrê zalim û kastîk jî pêşengê pergala emperyalist û komkujer e’ rûmeta jin û gelan ji nû ve xuya kir. Bang li qatilên kastîk kir. Bû nûner û pêşengê rastîn ê nirxên civaka komun ku dihat xwestin di bin siya pergala serdestiya mêr de bê hiştin."

Batufa Çekdar nirxandina xwe wiha dewam kir:

"Ji ber vê yekê, astengiya herî mezin a li pêşiya planên hêzên komploya emperyalist Rêber Apo bû. Bi rastiya xeta jina azad, bi rêxistinkirina nasnameya gelê şerker, bi perwerdekirina milîtanên fedakar û xwedî îrade, bi ji nû ve zindîkirina tovên civaka komunal û bi hemû nirxên xwe yên afirîner, Rêber Apo ji bo planên dagirkeran gefeke mezin bû. Rêber Apo çiqas pêşengekî dilsoz ê gelê Kurd û Kurdistanê bû, ewqasî jî pêşengekî rastîn ê gelên Mezopotamyayê û bi giştî gelên Rojhilata Navîn bû. Vê rewşê bêhna qatilên kastîk ên ku li ser Rojhilata Navîn planên wan hebûn, diçikand. Ji ber vê yekê komploya 15’ê Sibatê, di şexsê Rêber Apo de ku hêviya jin û gelan bû, ji aliyê qatilên kastîk ve hat pêkanîn. Di vê komployê de ne tenê hêzek, gelek hêz cih girtin.

Ev plana tarî ji aliyê nûnerên qatilên kastîk ên 33 dewlet-netewan ve hat plankirin. Plana stratejîk a komployê ji aliyê dewletên mîna Îngilistanê ve hat amadekirin ku tu carî nexwestine gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bibin xwedî statu û nasname. Mossad a îstîxbarata Îsraîlê ku ji sala 1982’yan ve dişopand, gav bi gav tevgera Rêber Apo şopand; hevkariya hêzên herêmî û rola îxaneta Kurd jî di komployê de cih girt. Hêzên hegemon ên mîna DYA’yê ku dewlemendiyên Rojhilata Navîn îştaha wan vedikir, di pêkanîna planê de berpirsiyar bûn. Bi îfadeya Rêber Apo, rola ku ketibû ser milê dewleta Tirk jî gardiyantiya plana hêzên komploger bû. Bêguman, dema berjewendiyên hêzên hegemon, dagirkerên ku Kurdistan di navbera xwe de parçe kirine û îxaneta Kurd bûn yek, xetereyeke komployê ya ku di dîroka mirovahiyê de mînaka wê nehatiye dîtin derket holê. Komploya li dijî Rêber Apo jî wekî encama hevalbendiyeke wiha qirêj û mezin pêş ket.

Bi kurtasî komploya 15’ê Sibatê; di encama hevkariya hêzên hegemon ên kurewî, hêzên statukoparêz ên li Rojhilata Navîn, dewletên dagirkerên Kurdistanê û îxaneta Kurd de derket holê. Komploya 15’ê Sibatê ne destpêkek, encamek bû. Tevgera Apoyî ji dema ku derket holê heta komploya 15’ê Sibatê, di şexsê Rêber Apo de bi gelek komployan re rû bi rû ma. Girtin, hewildanên sûîkastê, şandina ajanan, qetilkirina hevalê wî Hakî Karer ku digot ‘Ew ruhê min ê veşartî bû’ hin ji van in. Her wiha di 6’ê Gulana 1996’an de li Şamê hewildana sûîkastê ya bi wesayîta bombebarkirî û gelek planên din ên qirêj li dijî Rêber Apo hatin xistin dewrê. Dema li Enqereyê bû jî planeke sûîkastê li dijî wî hatibû kirin; lê bi tedbîrên ku girtibûn ew pûç kir. Rêber Apo hay ji hebûna hêzên komploger hebû. Digot: ‘Ez dema radizêm jî şiyar im; ji ber ku ez dizanim hêviyên Kurdan bi min ve girêdayî ne.’

Wekî tevger û gel, me bi salan agahî ji Rêber Apo negirt. Ev yek, metirsiya mezin a li ser Rêber Apo û Kurdên ku bi wî re bûne yek nîşan dida. Hêzên komploger û dagirker xwestin bi vê rêbazê Kurdan ‘terbiye’ bikin. Lê ev plan, di hişê komplogeran de jî wekî fantaziyeke vala û fikreke pûç ma. Li cem Rêber Apo û li dervayî wî, artêşa gerîla ya fedaî û gelê me yê birûmet, demeke dirêj li qadan têkoşîn û berxwedan domand. Rêber Apo di pergala tecrîda Îmraliyê de jî bi gelek nivîs, nirxandin û analîzan pêvajo bi rê ve bir; bi 9 Parêznameyan, nexşerêyekê û 5 pirtûkên analîza polîtîk-pratîkî ve piştgirî da avakirina civaka demokratîk û rêxistinkirina civakî; herî dawî jî bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aşitiyê mohra xwe li qada dîrokê xist. Her pirtûka ku Rêber Apo nivîsandiye, ji aliyê dîrokî, sosyolojîk, felsefî û zanistî ve xwedî hêzeke bêhempa bû.

ANF / BEHDÎNAN / TÊKOŞÎN AXÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.