Bêrîtan pêşenga artêşbûna jinê ye

Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:15

  • Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar bi lêv kir ku Bêrîtan pêşenga artêşbûna jinê ye û mîrateya wê îro jî di bingeha têkoşînê de dijî. Hasret Dilgêş Amed jî got, “Em ê têkoşîna wê bigihînin serkeftinê.”

Fermandara YJA Starê Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku divê wek YJA Star Rêber Apo rast fêm bikin û bixin pratîkê û wisa got: “Bi taybetî divê em her gotina Rêber Apo ya ku ji Îmraliyê tê, mîna Bêrîtan rast fêm bikin û bi awayekî rast bicîh bînin. Em dikarin tenê bi vî awayî azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî pêk bînin.”

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar, bi boneya 33’emîn salvegera şehadeta Bêrîtanê (Gulnaz Karataş) axivîn. Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku bi saya perspektîfên Rêber Apo û helwesta Bêrîtanê, artêşbûna jinê pêk hatiye û wiha got: “Ev pêvajo bi perspektîfên Rêber Apo pêş ket û berpirsyariyeke mezin xist ser milên me. Me jî li ser vê bingehê hewl da ku em pêş bikevin. Hevala Bêrîtan bi helwest û pêşengiya xwe bû yek ji fermandarên bingehîn ên artêşa YJA Starê. Îro jî artêşbûna me ya jinê, li ser bingehên ku wê avêt bilind bûye û teqez bûye.”

Berfîn Denîz Gabar, “Çima em hevala Bêrîtan ji xwe re esas digirin?” pirsî û wiha îzah kir:

* Hevala Bêrîtan, got, “Ez fermandareke jin im. Ez ê jinan perwerde bikim û bi helwesta xwe di qada leşkerî de ji hevalên jin re pêşengiyê bikim,” û yekem kes bû ku ev berpirsiyarî xist ser milên xwe. Ji ber vê yekê, têkoşîna wê ji bo me xwedî nirxekî bingehîn e. Ew felsefeya ku jin divê çawa bi hev re mijûl bin, çawa hev û du pêş bixin, çawa bibin xwedî îrade û kesên azad, di jiyanê de çawa dikarin roleke bingehîn bigirin, hilgirt li ser milên xwe û bi ser ket.

* Sedemek din jî ew e ku ew bi awayekî pratîk bersiva herî xurt da perspektîfa Rêber Apo ya ku dibêje “artêşbûna jinê dikare were avakirin”. Ev artêş ji artêşên din ên cîhanê cudatir e. Ne artêşeke ku şer bi xwe re tîne, artêşeke ku derfetên azadiyê diafirîne ye. Divê ev mijar bi van pîvanan were destgirtin, li gorî wê perspektîf û rêgez werin avakirin.

* Bawerî û biryardariya ku hevala Bêrîtan li hemberî hemû paşverûtiyên zilamsalarî pêş xist, ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a îlhamê. Bêrîtan, hemû gotinên zihniyeta zilamsalar bi sekna xwe vala derxist. Bi hişmendî û baweriya ku ji Rêber Apo wergirt, di her şert û mercî de hişmendiya azadiya jinê çand. Di heman demê de jin bi vê hişmendiyê rastiya xwe nas kir. Artêşbûna me ya jinê felsefeya jiyanê ye. Felsefeya hevaltî ya jin û mêran e. Li ser vê bingehê artêşbûna jinê hate avakirin û heta îro hat. Îro em dibînin ku li her derê cîhanê jin tevlî artêşa jinê dibin.

Gerîlaya YJA Starê Hasret Dilgêş Amed, di şexsê Bêrîtanê de hemû şehîdên meha Cotmehê bi hurmet bibîr anî û wiha got: “Di tevgera azadiyê de şehîd qet nayên jibîrkirin; ji ber ku her şehîdek li pey xwe mîrateyeke mezin dihêle. Bi taybetî kesên mîna hevala Bêrîtanê ku bi nasnameya jinê li ser xwebûnê israr kirin û li dijî xiyanetê xeteke mezin a berxwedanê afirandin, ji bo me mînak in. Em jî wekî gerîlayên YJA Starê li ser şopa fermandara xwe têkoşînê mezin dikin. Îro, di artêşa ku fermandar Bêrîtan lê pêşengî kir de cih girtin ji bo me şanaziyeke mezin e. Di vê serdemê de rola jinê û mîsyona wê çiqasî girîng e, bêtir zelal dibe. Em ê têkoşîna wê bigihînin serkeftinê.”

ANF/HÊLÎN HARÛN ÇEKDAR/EYLEM CÛDÎ/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.