Yekîtiya jinê wê hêzê biafirîne
Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:35

Gerîlayên YJA Starê Amed Botan û Sema Brûsk diyar kirin ku divê ew hêz, îrade û fikrê jinê li her qada jiyanê derxin holê û gotin:”Yekîtiya jinan wê hêzeke mezin, berxwedaneke mezin biafirîne.”
Gerîlayên YJA Starê Amed Botan û Sema Brûsk 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê nirxandin.
Gerîlaya YJA Starê Amed Botan anî ziman ku guherîn û veguherîna îro li nava civakê pêk tê ji bo jinan xwedî wateyeke mezin e û diyar kir ku jinên ji aliyê sîstema bi serweriya mêr ve hatine kolekirin, li malê hatine asêkirin û ji hêza xwe bêpar hatine hiştin, êdî xwedî îrade ne. Gerîla Amed Botan destnîşan kir ku di bingeha vê pêşketina jinan de fikir û felsefeya Rêber Apo heye û got, "Bi komkujiyên li nava civakê û êrişên dagirkeriyê êriş li ser nirxên jinê têne kirin. Mejiyê bi serweriya mêr îro jî hebûna xwe li ser dijminatiya li jinê dewam dike. Weke jinên ciwan em hêza xwe hîn bêhtir nas dikin. Weke gerîlayên YJA Starê asta ku em îro gihîştine bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Em hêza xwe ji Rêber Apo werdigirin, ji hevrêyên weke hevala Sara werdigirin. Hevala Sara û hevrêyên me yên din nîşan dan ku jin çawa dikarin têbikoşin, çawa dikarin ji xwe re xetekê diyar bikin. Em ê li ser şopa van hevalên xwe bimeşin û têbikoşin. Jin di xeta Apoyî de rastiyê dibînin û digihêjin cewhera xwe. Ev nirxên li nava tevgera azadiyê hatin afirandin bi saya bi hezaran hevrêyan bû ku canê xwe feda kirin."
Gerîlaya YJA Starê Sema Brûsk jinên ku bi îradeyeke mezin li dijî tundiya li jinê têdikoşin silav kir û got, "Weke hêzên YJA Starê em dixwazin yekîtiya jinên cîhanê ava bikin. Divê em hêz, îrade û fikrê jinê li her qada jiyanê derxin holê. Em li çiyê di vê oxirê de têdikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku jin wê fikrên Rêber Apo ji xwe re bikin esas û bi biryardarî têkoşînê dewam bikin. Her jin divê haya xwe ji hêz û îradeya xwe hebe. Yekîtiya jinan wê hêzeke mezin, berxwedaneke mezin biafirîne.”
ANF/BEHDÎNAN/ RÛKEN TOLHILDAN - HELBEST WELAT












