Jin pêşengên berxwedanê ne

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:45

  • Gerîlayên YJA Starê berxwedana gel û şervanên Rojava silav kirin û diyar kirin ku dîsa di şexsê jinên Kurd ên pêşengiya berxwedanê dikin de îradeya azad a jinan hedef tê girtin.

Gerîlayên YJA Starê derbarê êrîşên li ser Rojava û berxwedana berdewam dike de nirxandin kirin.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Berxwedan di destpêka axaftina xwe de berxwedana şervanên YPG-YPJ û QSDê silav kir û diyar kir ku rêveberiya demkî ya li Sûriyeyê û dewleta Tirk ji bo êrîşî axa Rojava bikin, bi hev re tevdigerin.

Arjîn Berxwedan anî ziman bi van êrîşan bi taybetî jinan hedef digirin û got:"Berî her tiştî, em gelê xwe û berxwedana wan a bi rûmet silav dikin û em hemû hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê êrîşî gelê Kurd dikin. Bi taybetî êrîşî jinan dikin. Ji ber ku Rêbertî dibêje jin pêşengiya vê têkoşînê dikin; ji ber vê yekê, jinên Kurd dibin hedefa çeteyan. Em dibînin ku jinên Kurd  ên ku ji dîrokê heta roja îro, di her serdemê de pêşengiya berxwedanê kirine ji hêla çeteyan ve hedef tên girtin."

Gerîlaya YJA Starê Arîn Amara jî berxwedana gel û jinên Kurd silav kir û got:"Gelê me careke din rihê berxwedana ku di 2014-2015’an de hatiye raberkirin, nîşan da. Gelê me ev rih vejand û serhildan û berxwedan gihandin kolanan. Ev berxwedan li dijî HTŞ'ê ya ku berdewamiya rejîma Baasê ye. Gelê me mîna tofanekê bi ser dijmin de diçe; bawer dikim ku dijmin wê li hember vê tofana gelê me hilweşe. Wekî gerîlayên li çiyayên azad, em hêz û moralê xwe ji gelê xwe yê serhildêr digirin."

Gerîla Rûgeş Arteş anî ziman êrîşên li ser Rojava komployek li dijî gelê Kurd e û bal kişand ser van xalan:“Ev êrîş ji bo ku rê li ber bidestxistina statuya Kurdan bigirin têne kirin. Dewleta Tirk li aliyekî îdîa dike ew li çareseriyê digere û li aliyê din jî li ser gelê Kurd komkujiyan dike. Ev nayê qebûlkirin. Bi taybetî êrîşên li ser Rojava û hedefgirtina şervanên jin nîşan didin ku tehemulî hebûna Kurdan nakirin; heta cenazeyê şehîd Denîz ji avahiyê avêtin. Rast e, gelê me di berxwedaneke dîrokî de ye; îro, ji her çar perçeyên welat ji bo parastina rûmet û axa xwe hatin gel hev. Em vê yekê pir baş dizanin; divê gelê me jî pir baş zanibe ku em tenê bi parastina hev û parastina nirxên xwe dikarin bijîn."

ANF/BEHDÎNAN/EYLEM CÛDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.