Rêber Apo hebûnek derxist holê

Çarşem 21 Gulan 2025 - 03:50

Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Zozan Çewlîg wiha got:"Weke tevgera jin û jinên Kurd em pir bi şans in. Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêka zêdeyî 5 hezar salan hewl da."

Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin di 12'ê Gulanê de bi raya giştî re hatin parvekirin. Ji delegeyên kongreyê Zozan Çewlîg li kongreyê ev nirxandin kir:"Weke tevgera jin û jinên Kurd em pir bi şans in. Rêber Apo ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo pirsgirêka zêdeyî 5 hezar salan hewl da. Rêber Apo di şexsê jin de vê pênase dike: jiyan ava kir, pêşengtî ji civakê re kir, nan dît, lê îro ew bê nan e. Îro bi siyaset, şer, desthilatdariya mêr hemû qadên jiyanê ji jinê hatiye veqetandin. Rêber Apo di şexsê jina Kurd de hebûnek derxist holê, nasnameyek derxist holê, zanistiyek derxist holê. Weke gelê Kurd û jinên Kurd em îdeolojiya Rêber Apo mîna nasname û azadiya xwe dibînin. Weke tevgera jin em zelal in. Weke hêzên parastina jin em zelal in. Rizgarbûna me bi rizgarbûna Rêber Apo pêkan e. Parastina xeta Rêber Apo, parastina xeta rizgariya jin e. Em hemû dizanin ku têkoşîna azadiya jin, garantiya bi ser xistina xeta Rêber Apo ye, garantiya civaka demokratîk e, garantiya parastina gelê Kurd û civaka Kurd e, garantiya parastina xwe ye."

ANF/BEHDÎNAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.