Şoreşa demokratîk diyarî gelan bikin
Pêncşem 15 Tebax 2024 - 03:10
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:"Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bi bîr tînin." Fermandariya YJA Starê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan her tim ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêyên siyasî kir rêya sereke, lê belê dewleta Tirk li hemberî van hewldanan gotina navê Kurdistanê jî nepejirand. Di daxuyaniyê de hate gotin: "Xwestin Kurdistanê bê Kurd bihêlin, da ku hebûna gelê Kurd ji dîrokê derînin û her kiryarên faşîzan pêk anîn. Dema ku bi zimanê mafnasî û siyasetê fêm nekirin, li ser hîmê tolgirtina şehadetên li zindana Amedê, li serê çiyayên Kurdistanê fermana tolhildanê hate ragihandin û li hember dagirkeriyê di bingeha şerê çekdarî de şerê xweparastinê û azadiyê bi hemû heybeta xwe destpê kir. Lewra pêngava 15'ê Tebaxê; gaveke ber bi jiyaneke bi rûmet e, gaveke ber bi welatekî azad ve ye, gaveke ber bi vejîna hêzeke xwedî parastina cewherî ye. 15'ê Tebaxê bû serketinek tekûz û misoger li ber kiryarên talanê û komkujiyên bêhesab. 15'ê Tebaxê bi dagirkeriyê da fêm kirin ku êdî li hemberî her êrîşê, nîşangeha çeka şervanên vî gelî heye, hesab dixwaze û tol digre.
Rihê 15’ê Tebaxê ya Artêşa Star
Bi hêza 15'ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15'ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakurkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya paşeroja azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê kirin. Em ê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15'ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin. Weke hevrê û şervanên pakrewanên pêngava 15'ê Tebaxê, em ê hêjayî egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re em ê siberoja ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heya ku Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin, em ê nûbûn û afirîneriyê di şerê xwe de dewam bikin."
BEHDÎNAN