Xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin

Nûçeyên Jin

În 19 Îlon 2025 - 17:00

  • Jinan dan zanîn ku ji bo Aştî û Civaka Demokratîk divê gavên pêwist bên avêtin û wiha gotin: “Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jin li her derê têkoşînek mezin dimeşînin. Divê her kes bibe yek, ji bo aştiyê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û piştî vê PKK’ê gav avêt. Di serî de jinan hemû aliyên civakê piştgirî dan gavê. Li aliyê din xebatê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin didome. Di serî de jin hemû civak ji bo aştî pêk bê bang dikin ku divê Tirkiye demildest gavê bavêje.

Jinên li Stenbolê tevli bernameya ku Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye bûn, der barê pêvajoya muzakereyê ya didome de axivîn.

Endama Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye Berfîn Atar da zanîn ku daxwaza jinan a aştiyeke bi rûmet û wekheviyê heye û got: “Daxwaza me ev e ku nasnameya me neyê krîmînalîzekirin, zimanê me Kurdî bê parastin û nasîn. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Aştî ji bo me vê îfade dike. Bêguman ên herî zêde ji şer û pevçûnan bandor dibin jin in. Yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Jin hem alî civakî hem alî aborî hem jî malbatê de tundiyê dibînin. Ji ber vê hewcedariya jinan bi aştiyê heye. Ji bo aştiyê divê sererastkirinên qanûnî pêk bên. Ji bo pêşî li destdirêjî û qetilkirinan bê girtin divê dewlet rola xwe bilîze.”

Bîrgul Oktan jî diyar kir ku wek jinek Kurd her tim di têkoşînê de ye û wiha vegot: “Ji bo aştiyê dereng mane. Divê aştî demildest pêk bê. Divê demildest encam bê giritn. Divê em bigihêjin armanca xwe. Aştî ji bo her kesî girîng e. Ji ber vê divê bikeve jiyanê. Her kes aboriya welat dibîne. Krîza aborî bandor li ser hemû aliyên civakê kiriye. Sedema vê şer e. Divê êdî şer bidawî be û aştî pêk bê. Em li Tirkiyeyê gelek caran bi êrîş û tundiyê re hatin rû hev. Divê demildets gav bên avêtin. Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jin li her derê têkoşînek mezin dimeşînin. Divê her kes bibe yek, ji bo aştiyê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”

JINNEWS/STENBOL/ELFAZÎ TORAL

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.