Li dijî eko-qirkirinê helwest divê
În 28 Mijdar 2025 - 03:30

Li herêma Dorşîn a navçeya Pasûr a Amedê, qirkirina daran didome. Li dijî talanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk berû hatin komkirin û li quntara Dorşînê hatin çandin. Nûnerên saziyan li dijî qirkirina daran nerazîbûn nîşan dan û ji bo bidawîkirina vê rewşê bang kirin. Muzeyyen Sevîm a ku ji Platforma Ked û Demokrasiyê, tevli çandina şitilan bû, diyar kir ku armanca wê ya tevlibûnê ji bo hestiyariya li dijî xwezayê ye û got:“Divê hemû civak li dijî li dijî qirkirina xwezayê di nava hestiyariyê de bibin asteng. Ji ber talana xwezayê rewşa avhewayê guheriye. Demsal guherîne, baran û berf di wextên xwe de nabarin. Roj bi roj hişkesalî çêdibe. Ji ber vê divê ez bangî mirovan dikim ku li dijî mêtingeriya şîrketan bibin yek. Ger dewletê li dijî talana xwezayê qanûnek derxistiba dê kesî ewqas xweza talan nekira. Divê dewlet polîtîkayên ku ji sermayê ra xizmetê dike, biguherîne. Divê hemû qanûnên xwe ji bo parastina mirov, xweza û jiyanê saz bike. Ji ber polîtîkayên deweletê hişmendiya xwezayê bi mirovan re nemame ye.”
Banga têkoşînê dikin
Aktîvîstê ekolojiyê Mehmet Polat, diyar kir ku li Pasûrê qirkirineke cidî ya ekolojîk rû dide û got:“Pergalên dewletan li ser tunekirina jiyanê hatiye sazkirin. Di demên dawî de li Kurdistanê qirkirinên cidî yên xwezayê çêdibin. Em ji bo rawestana talanê hewl didin. Hestiyariya gel a ekolojîk heye lê belê li hemberî wan hêzek heye divê li dijî vê rewşê nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Em jî ji bo vê yekê bi gel re li qadan in. Divê gel li dijî vê qirkirinê helwestê nîşan bide. Divê em li xwezaya xwe û li çanda xwe xwedî derkevin.”
Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) yê Amedê Bekîr Toprak jî got:“Em li vir ji bo xwezayê geş bikin tev li çandina daran bûn. Ev qirkirin, zirarê dide hemû zindewarên di xwezayê de. Xweza henaseyek e, hemû zîndeweran dide jîyin. Em niha di pêvajoya aştiyê de ne. Dewlet aliyekî pêvajoya aştiyê daye destpêkirin li aliyê din jî eko qirkirinek cidî dijî. Ji bo aştiyê divê qirkirina bidawî bibe, divê bi xwezayê re li hev were.” Aktivîstê Meclisa Ekolojîk a Amedê Mehdîn Aslan got:“Ji bo xwedîderketina xweza xwe em ê têbikoşin. Ez li bir bangî her kesê dikim: Bila her kes li xwezaya me xwedî derbikeve. Nexwe wê bi eko qirikirinê ev avên me wê bimiçiqin.” Aktivîstê Komeleya Ekolojiyê yê Amedê Bişar Îçlî, diyar kir ku li Kurdistanê ji ber maden û qirkirina daran texrîbatek cidî diye û got:“Ev yek rûyek din ê şerê qirêj e. Heta bi xwezayê re li hev were, aştî pêk nayê. Hefteya berê li vir qirkirineke cidî hebû. Me bi awayek sembolîk li vir şitil û berûyê çand. Divê em xwedî li erdnîgariya xwe derkevin. Nexasim li Kurdistanê helwdanên şîrketên sermayedar heye. Divê her kes xwedî li xwezayê derkeve û daran hêşîn bike.”
MA/HEVAL ONKOL












