Bakur û Başûr gihiştine hev
În 2 Çile 2026 - 02:45

Kampanyaya ku bi dirûşmeya "Tu jî berûyekî berhev bike û tu jî berûyekî biçîne" hatiye destpêkirin, wekî rêyek bi bandor ji bo parastina xwezayê mezin dibe. Di vê çarçoveyê de, herêmên dagirkirî yên Herêma Kurdistanê, ku ji ber operasyonên leşkerî yên bi salan wêran bûne, vedigerin rewşa xwe ya berê ya şînahî. Komeleya Ekolojiyê ya Zagrosane ku li Herêma Kurdistanê xebatên ekolojîyê dike, jî tevlî kampanyaya "Tu jî berûyekî berhev bike û tu jî biçîne" bû. Koordînatora Tora Zagrasane Şelêr Semed Muhammed, têkîldarî kampanya û girîngiya wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
4 Jinan ava kir bi sedan kes tevlî bûn
Şelêr Semed Muhammed, diyar kir ku wan saziya ekolojiyê di encama birêxistinkirina 4 jinan daye avakirin û got ku heta niha bi sedan endamên wan çêbûne û ew di çarçoveya kampanyaya ku hatiye destpêkirin xebatên xwe dikin û got:"Kampayaya ‘Pêngava Zagrosane’ di 2’ê Mijdara 2025'an de li Başûrê Kurdisanê û Rojhilatê Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kir. Em kêfxweş in ku di sala 7’an de ev pêngav berfirehtir û mezintir bûye. Me di 5’ê Kanûna 2025’an tora Zagrosane ya Başûrê Kurdistanê weke 4 rêxistinên xwezayê ev tor ava kir. Me Pêngava Zagrosane li hemû bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê ragihand. Pêngav ji aliye gel ve bi kêfxweşî hat pêşwazî kirin. Ji zarokan bigire heta ciwan kal û pîr, jin û mêr beşdarî pêngava me bûn. Em kêfweş in ku ev kampaya gihîşt nava her malê û hemû ferdên civakî karîn beşdar bikin."
Gel xwedî li xwezayê derdikeve
Şelêr Semed Muhammed, diyar kir ku wan di çarçoveya kampanyaya "Tu jî berûyekî berhev bike û tu jî biçîne" li gelek herêmên Silêmaniyê berû komkirine û got:"Em kêfxweş in ku kampanya Zagrosane ev 4 heftene dest bi kar û çalakiyên xwe kirine. Wek pêngava dûyemîn ya kampanyaya Zagrosane em çûn çiyayê Berane yê li Derbendîxanê. Pêngava Sêyemîn jî li gundê Koyawa yê girêdayî bajarê Pencewînê bi beşdariyekî xurt a ji gund û navçeyên Derberndîxan, Pêncwîn û Silêmaniyê me karî pêngaveke gelek serkeftî pêk bînin. Gel bi vê beşdariyê li xwezaya xwe xwedî derket. Me pêngava çaremin bi beşdariyekî xurt pêk anî. Em dikarin bi awayek kêfxweş bêjin ku ji hemû bajar, navçe û gundan hemû malbatan berpirsyarî li xwe girt û tevlî pêngava Zagrosane bûn. Nexasim li Çiyayê Berane yê li şikefta Hezarmêr pêngava çaremîn bi awayek serkeftî li bajarê Silêmanî hat birêvebirin.
Li deverên şer berhevkirina berûyan
Şelêr Semed Muhammed, da zanîn ku ew armanc dikin ku kampanyaya xwe li herêmên ku hatine dagirkirin û şer tê de qewimî jî bidomînin û ev agahî parve kirin:"Zagrosane pêngavek ya ekolojîparêziyê ye. Armanca wê parastina daristanên zincîreçiyayê Zagrosane nexasim darên berû li dirêjiya zincireçiyayên Zagros û hemû Kurdistanê ye. Der barê êrişên li ser Zap, Metîna û Avaşîn hatîn kirin de tu amar di destê me de nînin. Lê kampanya Zagrosane li hemberî hemû êrişên dagirkeriyê yên liser axa Kurdistanê bersivek herî baş e. Me bi çandina darên berû û şînkirina daristanên Kurdistanê bersivek baş daye dagirkeran. Di çarçoveya Kampanyaya Zagrosane ya 2025’an de me karî di mehekê de 40 hezar berû ji çiyayên Kurdistanê kom bikin. Berûyên ku bi alikariya komên ciwanên dilxwaz hatin berhevkirin di çarçoveya vê kampanyayê de bi tevlîbûnên girseyî me li çiyayên Kurdistanê çand."
MA/ZEYNEP DURGUT















