
- Li Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku li Amedê hat lidarxistin, rola hunerê û mîsyona wê ya di civakîkirina aştiyê de jî hat nîqaşkirin. Di panela ku ligel nîşandana fîlman, şanoyê û konseran hat lidarxistin de, hat nîqaşkirin ka dê zimanê aştiyê çawa bi hunerê bê avakirin, astengî çi ne û derfet çi ne.
Senarîst Ezel Akay re ku beşdarî forûmê bû, li ser avakirina zimanê aştiyê axivî.
Akay anî ziman ku dewlet û partî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hevdîtinan dikin, lê huner bi dewlet û partiyan re eleqedar nabe. Akay diyar kir ku huner bi gel re eleqedar dibe û ev tişt got: "Lewre hilberîner û şopdarê hunerê gel e. Divê em pêşî der heqê hevdu de sempatî, bi rêya sempatiyê jî empatiyê ava bikin. Ev rewşa empatîk tenê dema ku em ji çîrokên hev hez bikin, jê kêfê werbigirin û pê şad bibin pêkan e. Divê hunermend berhemên hunerî yên wiha biafirînin ku aştiyê pêkan, balkêş û daxwazkirî bikin. Tu hunermend alîgirê şer nîne. Lewre li cihê ku şer hebe huner namîne."
‘Binêrin ka em dikarin çi li hev zêde bikin’
Akay anî ziman ku muzîk, wêje, şano hem dikate têkiliya di navbera gelan de ava bike hem jî xira bike û wiha pê de çû: "Bi mijûlbûna bi zimanê şer zêdetir, divê mirov zimanê aştiyê balkêş bike. Li şûna axaftina li ser şer, divê mirov bala xwe bide ser ku em çiqas bi hev re kêfê dikin, em çi li hev zêde dikin. Divê mirov behsa wan bajaran bike ku herî zêde li ser sosyalîzma demokratîk fikirîne û pratîka wê sepandine. Divê mirov şirove bike bê ka sosyalîzma demokratîk çi ye. Belkî jî pêşeroja cîhanê sosyalîzma demokratîk e, divê mirov ji vir dest pê bike."
‘Em çîrokên gelan bigihînin hev’
Akay diyar kir ku dîtina rê û rêbazên gîhandina çîrokên gelan ji hev re girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha taybetmendiya herî balkêş a çîrokbêjiyê; beşa vebêjiyê ye, ne beşa çîrokê ye. Vebêjî jî tiştekî girêdayî temaşevan e. Ger hûn bixwazin çîrokekê ji temaşevan re vebêjin, divê hûn rêya vebêjanê ji wî temaşevanî re bibînin. Divê hûn bi zimanê wî temaşevanî biaxivin. Ji ber vê yekê vebêjana çîrokên Kurdî ji Kurdan re tiştekî pir xwezayî ye. Lê ger Kurdek bixwaze çîrokek ji dîrok û nasnameya xwe ji çandeke din re vebêje, divê zimanê wî hilbijêre; bi vî zimanî ne tenê zimanê peyvan, divê dakeve kûrahiya dilê wan. Divê biryarê bide bê ka temaşevanê wî kî ye. Nexwe em di nav xwe de çîrokên xwe ji hev re dibêjin û yê din e ji bîr dikin. Pir amatorane bû, lê dema min temaşe dikir ez ji kenan ketim erdê. Niha gava tu bi vî rengî bi kêfxweşî lê dinêrî, tu nikarî kîndar bî. Tu tirsê hîs nakî. Ev ji bo hemû çandan derbasdar e. Divê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn vê pêvajoyê 'bixwazin'. Rêya vê yekê jî axaftina gelan e. Ev bi rêya hunerê dibe. Bi sohbet, muhabet, muzîk û reqsê dibe. Tiştê ku herî zêde hatiye paşguhkirin ev e.
MA/AMED









