Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke navneteweyî li dijî Rêber Apo dest pê kir. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî Kurdan, li dijî Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû. Jixwe, Rêber Apo piştre di nirxandinên xwe de qala wê pêvajoyê dike. Rêber Apo tîne ziman ku bi 9'ê Cotmehê re, hêzên navnetewî dest li Rojhilata Navîn werdan. Rêber Apo girtina xwe jî wekî destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê pênase dike. Heger ji 9'ê Cotmeha 1998'an em binihêrin, wê bê dîtin ku bûyerên piştre çawa vê yekê îsbat dikin. Ji wê demê ve her tişt serûbinî hev bû û tiştek nema wekî berê. Hevsengiya li Rojhilata Navîn bi temamî hate guhertin. Pergala gelek welatan hilweşiya û lîderên hin welatan jî ji desthilatdariyê ketin.
11'ê Îlona 2001'ê li Emerîkayê bi teqînên mezin re hincetek ji Emerîkiyan re derket da ku berê xwe bidin Rojhilata Navîn. Ji Efxanistanê heta bi Iraqê gelek dever hilweşandin û veguherandin gola xwînê. Bi vê yekê re jî gelek tevger û rêxistin bêbandor kirin. Li Iraqê Saddam Huseyîn xistin û daliqandin. Yek ji hedefên Emerîkayê ew bû ku PKK'ê jî bêbandor bike. Lê kir û nekir, nekarî tiştekî bi dest bixe. Piştî wê bi demekê jî li welatên Rojhilata Navîn guherînên mezin çêbûn. Ji Misrê heta Lîbya û Sûrî serhildanên gelan çêbûn. Lîderên hin welatan ji textê desthilatdariyê ketin. Li Rojava jî şoreşa gelan dest pê kir. Yên dixwestin bi komployê Rêber Apo û tevgera azadiyê tine bikin, li şoreşa Rojava qelibîn.
Ji bo têkbirina vê şoreşê gelek komên çete ava kirin û bi ser Rojava de şandin. Lê dîsa jî encam negirtin. Di encamê de xeta sêyemîn bi ser ket. Heger em ji pêvajoya 9'ê Cotmehê û vir ve werin, wê bê dîtin ka encameke çawa derketiye holê. Di encama komployê de dewleta Tirk xisirî. Encama ku dixwest bi dest nexist. Rêber Apo û PKK têk neçûn. Nav û dengê wan îro ji aliyê milyonan ve tê zanîn. 25 sal berê ew kesên ku li dijî PKK'ê bûn, îro bûne PKK'yî û doza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin.
Di nava 25 salan de dewleta Tirk gelek bedel dan. Gelek wezîr û serokwezîr hatin guhertin. Her yekî ji wan got ew ê PKK'ê biqedînin, lê nekarîn bikin. Ji ber ku PKK ne kaniyeke ku biçikînin, ne jî agireke ku bitefînin. PKK ruhekî ebedî ye. Îro bi milyonan kes li dora PKK'ê bûne xelek. PKK navê ruhekî fedayî ye. Yê ku ev ruhê fedayî ava kir jî Rêber Apo ye. Şehîdên vê dozê di oxira têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin.
Dewleta Tirk bi komplo û komplogeran re jî nekarî doza Kurdistanê bitepisîne. Heger em li beriya komployê binihêrin û niha binihêrin rewşeke cuda xuya dike. Ji aliyê siyasî û civakî ve tevgera azadiyê xurttir bûye. Dewleta Tirk û hêzên komploger çiqas bi ser PKK'ê de çûn, PKK jî ewqas mezin bû. Êdî ji vê saetê pê ve, kes nikare tevgera azadiyê têk bibe. Heger komploya wan navneteweyî be, têkoşîna Kurdan jî navneteweyî ye.
Di encama komploya 9'ê Cotmehê de hêzên komploger û dewleta Tirk negihiştin meqseda xwe. Heger zanîbana wê bi komployê re encam bi vî rengî be, ew komplo nedikirin. Ji ber vê yekê jî ew hêzên komploger ti carî nesekinîne. Ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan bi şev û roj êriş dikin. Ji Rojava heta Şengalê, ji Başûr heta bakurê Kurdistanê êrişên hovane dikin. Heger Rêber Apo li gorî xeta wan û siyaseta wan tevgeriyaba îro ew ê ne li Îmraliyê bûya. Tecrîda li Îmraliyê di heman demê de berxwedanekê jî nîşanî me dide. Ji ber ku berxwedan heye, tecrîd jî heye. Komploger û dewleta Tirk bi hêrs in ka çawa nekarîne di 25 salan de bigihêjin encamekê.
Ji bo vê yekê jî her cûrê êrişa qirkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê pêk tînin. Komploya 9'ê Cotmehê peymaneke navneteweyî bû û gelek welatan cihê xwe tê de girt. Yên ev peyman çêkirin, îro li meydanê tine ne. Lê PKK û Rêber Apo îro li meydanê ne û li dijî hêzên komploger li ber xwe didin. Ji qewla Çiyager ve "Wê dawiya wê bi heybet be". Encama vê komployê jî êdî her kes dibîne û yê ku encamê diyar dike jî Rêber Apo ye.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh
Seyîdê me
28 îlonê