Bi yekdengî gotin: Azadî ji Ocalan re!
Duşem 17 Sibat 2025 - 03:40
- Kurd û dostên wan li seranserî Ewrûpayê û Skandînavyayê bi çalakiyên bi heybet komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO rûreş kirin û daxwaza tavilê azadiya Rêber APO kirin.
Kurd û dostên xwe yên li seranserî Ewrûpayê û Skandînavyayê herikîn meydanan û daxwaza azadiya Rêber APO kirin. Kurd û dostên wan Rêber APO silav kirin û gotin em li pişt Rêberê xwe ne.
MÎLANO
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga Rete Kurdistan, Komeleya Konfederalîzma Demokratîk û Komîteya Kurdistanê li qada Cairoliyê ya Mîlanoyê hatin cem hev. Nûnerên gelek rêxistinên demokratîk di çalakiyê de axivîn. Girseyê li ber televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI TV pankart vekir û bêdengiya çapemeniya Ewropayê protesto kir. Meş bi axaftinên li ber Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê û berzkirina dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî”, “Qatil Erdogan” û “Terorîst dewleta Tirk” bi dawî bû.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, meşek hat lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li qada Piazzale Ugo la Mafa li hev civiyan, bi meşa sê saetan hatin pêşiya Komeleya Çand a Ararat. Axaftvanan destnîşankirin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo wê azadiyê bîne erdnîgariya Rojhilata Navîn.
OSLO
Kurd û dostên wan ên li Norwecê, bi pêşengiya NCDK-OSLO’yê li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Osloyê bi mitîngekî protesto kirin. Mitîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin.
MARSÎLYA
Meşa Dirêj a ku ji bo 3 rojan li başûrê Fransayê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî hate destpêkirin, di roja sêyemîn de li Marsîlyayê bi tevlîbûna zêdeyî deh hezar kesan bi girseyê hate pêşwazîkirin. Nûnerên saziyên Fransî yên dostên Kurdan jî tevlî meşê bûn û piştgiriyên xwe anîn ser ziman. Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.
BORDEAUX
Meşa Dirêj a ji bo 2 rojan ku li bajarê Bordeaux ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de hate destpêkirin, bi mitîngekî bi heybet bi dawî bû.
Di daxuyaniyan de hate destnîşankirin ku êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bivê nevê ye. Meş û mitîng bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
BERLÎN
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Dest Dan-Meclisa Jinan a Hêvî û Nav-Berlînê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li qada Hermannplatz a paytext Berlînê li hev civiyan û heta qada Oranienplatzê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Sara Rojbîn Ronahî Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
ERFURT
Li bajarê Erfûrt jî Kurd û dostên wan komploya navneteweyî protesto kirin û azadiya Rêber Apo xwestin. Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku komplo di şexsê Rêber Apo de bi rengê tecrîd, êrîşên qirkirinê û desteserkirina mafan didome û hat destnîşankirin ku ew ê têkoşîna ji bo çareseriya aştiyane û daxwaza azadiya Rêber Apo bidomînin.
KOPENHAAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi wesîleya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê meşek hate lidarxistin. Zêdeyî 100 kesan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Em Azadiya Rêber Apo Dixwazin” dest bi meşê kirin. Di dema meşê de provokatorekî DAÎŞ’î di şaneşîna xaniyekî de ala DAÎŞ’ê vekir û xwest provokasyonê bike. Girse bi dirûşmeyên şoreşgerî bersiv da.
VIYANA
Kurdên li Awûstûryayê, 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Viyanayê protesto kirin. Bi sedan Kurd û dostên wan ên ji bajarên Lînz a St. Polten, Graz, Innsbruck, Salzburg û bajarên derdorê beşdarî meş û mîtînga ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji hêla Meclîsa Jinê ya Avesta û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin, bûn.
LONDON
Di salvegera Komploya Navneteweyî de bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Britanyayê sedan kes li pêşiya Dalston Junctionê li hev civiyan û mitîng û meşek hate lidarxistin. Enternasyonalîst û nûnerên saziyên demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvan piştre bi çepik, tîlîlî û berzkirina dirûşmeyan ber bi Navenda Civava Kurd a li herêma Haringeyê ve meşiyan.
QIBRIS
Li Qibrisê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, meşek dirêj lidarxistin. Meşa ku li navçeya Dalî ya li paytext Lefkoşayê destpê kir, li ber Konsolosxaneya Yewnanîstanê bi dawî bû.
Çalakgeran di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin û li ser rêyan bi sedan belavokên der barê komploya navneteweyî de belav kirin. Çalakî li ber konsolosxaneyê bi axaftinan bi dawî bû.
ATÎNA
Bi boneya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li paytexta Yewnanistan Atînayê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê girseyê Nûnerê PYD’ê yê Yûnanistanê Îbrahîm Muslîm diyar kir ku divê êrîşên li dijî Rojava tavilê bên rawestandin û bal kişand ser giringiya konferansa li Parîsê ya ji bo Kurdan.
HELSÎNKÎ
Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo de li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Komeleya NCDK hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Di civînê de li ser komployê, rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê nirxandin hatin kirin.
STOCKHOLM
Di salvegera 26’an a komploya navneteweyî de ya li hemberî Rêber Apo hate kirin, li paytexta Swêd Stockholmê meş û mîtîng hate lidarxistin. Tevî sermaya hişk jî bi sedan kes li qada meşê kom bûn û herî kêm 15 km meşiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN