Silava ji Strasbourgê ya ji Rêber APO re

Duşem 17 Sibat 2025 - 03:45

  • Gelê Kurd û dostên wan ên li Strasbourgê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin. Çalakvanan bal kişand ser rola Rêber Apo ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û gotin ku divê têkiliya Rêber Apo ya bi gelê Kurd û tevgerê re were avakirin.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, Kurd û dostên xwe bi meşeke bi heybet, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO rûreş kirin û azadiya Rêber APO xwestin.

Bi deh hezaran kesî rengê bajêr bi wêneyên Rêber APO xemilandin û dirûşmeya ‘Bijî Serok APO’ li ezmanên Strasbourgê olan da. Piştî meşa bi heybet a li nava bajêr, girseya gel gihîşte cihê mitîngê û bernameya çalakiya destpê kir. Di destpêka mitîngê de, Parlamentera Partiya Keskan a Fransayê Sandra Regol axivî û got:’’Ez piştgiriyê didin berxwedanê. Divê Ocalan azad be. Me hemû caran piştgirî da berxwedana we û ji nija û şûnde jî em ê piştgirya xwe bidomînin. Ocalan azad bibe wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe. Mafê hemû gelan ê jiyan û diyarkirina çarenûsa xwe heye.’’

Em deyndarê gelê Kurd in

Piştre Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad axivî û got:’’Îro gelê Kurd dîroka xwe dinivîse. Gelê Kurd ev 26  sal in bê navber ji bo azadî û demokrasiyê li ber xwe dide. Em weke gelê Kurd û dostên gelê Kurd divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê piştgiriyê bidin peyamên Rêber Apo. Êdî wê ev têkoşînê bigihîje serkeftinê.’’ Piştre çalakvanên Meşa Dirêj bi taybetî hatin silavkirin û  di axaftina li ser navê çalakvanan hatî kirin de peyamên berxwedanê hatin dayîn. Çalakvanan li ser dikê berxwedana Rêber Apo silav kirin û banga têkoşîna bênavber kirin. Piştre jî ji Tevgera Serhildêrên Fransayê Emmanuel Fernandes girseya gel silav kir û got:’’Ez gelekî kêfxweş im ku ez li vir mazûvaniya we dikim. Meşvanan 26 rojan li gelek bajaran qala tecrîdê kirin. Meşa Dirêj a gelê Kurd ya ji bo azadiyê bi berxwedaneke mezin berdewam dike. Hevdîtinên li Îmraliyê pêk hatine, gelekî girîng in lê belê têrê nakin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê gelê Kurd azad be. Divê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bi dawî bibin. Dewleta Tirk welatiyên sivîl hedef digire. Rêveberiya nû ya Sûriyeyê divê mafên gelê Kurd nas bike û pevçûnên li herêmê werin sekinandin. Fransa û hemû Ewropa deyndarên gelê Kurd in. Gelê Kurd ji bo her kesî li ber xwe da û em deyndarê gelê Kurd in. Îro li Rojava paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ketiye meriyetê  û ev pergal ji bo hemû gelan hêviyeke mezin e.’’

Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê Şêx Şemal jî got ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Şemal diyar kir ku divê gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî û aşitiyê pêk bînin. Şêx Şemal piştre da zanîn ku ji bo pêkanîna aşitiyê divê Rêber Apo azad be û banga mezinkirina têkoşînê kir. Piştre Hunermend Cevat Mervanî derket ser dikê.

Mandelayê gelê Kurd e

Li ser navê Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê Şîleymun Rhawî jî axivî û komplo şermezar kir. Rhawî da zanîn ku ew piştgiriyê didin xebatên aştiyê yên Rêber Apo, têkoşîna gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber Apo tê dayîn silav kir. Rhawî da zanîn ku heta Rêber Apo azad nebe aştî û çareserî pêk nayê û bang li hemû Xiristiyanan kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Yasmîna Şablî jî axivî û diyar kir ku divê tavilê Rêber Apo azad bibe. Yasmîna Şablî anî ziman ku divê PKK jî ji lîsteya terorê bê derxistin û bi bîr xist ku li Rojava jiyaneke bêhempa û azad hatiye avakirin. Yasmîna Şeblî peyamên berxwedan û têkoşînê da û azadiya Rêber Apo xwest.

Parlamenterê Sinn Feinn Paul Gavan jî got:“Min ji Îrlandayê û bi taybetî jî silavên hevgirtinê yên Komarxwazên Îrlandayê ji we re aniye. 7 sal berê dema ku ji bo beşdarbûna Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hatim Strasbourgê, min ew mêr û jinên leheng ên ku her tim nobedariya Rêberê Tevgera Azadiya Kurd Abdullah Ocalan dikin, dîtin. Ocalan 26 sal in li girava Îmraliyê girtî ye. Di vê heyamê de ji mafê hevdîtina malbatê û hevdîtina bi parêzerên xwe re bêpar hat hiştin. Ew bi rastî Nelson Mandelayê gelê Kurd e. Mîtîng bi axaftina siyasetmedar Îdrîs Balûken berdewam kir. Balûken diyar kir ku Rêber Apo ji bo aştî û çareseriyê 26 sal in muxatabê digere û got:“Her kes baş dizane ku li maseya ku Abdullah Ocalan lê be, gelê Kurd tu car winda nake.” Mîtîng piştî axaftina Balûken bi konsera muzîkê bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.