Dewleta Tirk û Însanetî

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 19 Cotmeh 2023 - 00:05

Ji serê mehê ve di navbera Îsraîl û Hamasê de careke din şer dest pê kir. Pêşî Hamasê êriş bir ser Îsraîlê û bi sedan kes kuştin. Piştre jî Îsraîlê bersiv da û şer mezin bû. Heta vê kêliyê jî şerekî giran di navbera aliyan de heye. Di encama vî şerî de bi hezaran kuştî ji herdû aliyan heye. Ji ber vî şerî hinek Îsraîlê sûcdar dikin, hinek jî Hamasê. Mesele çi dibe bila bibe, di encamê de mirovên sivîl tên qetilkirin. Divê beriya her tiştî şer bê sekinandin û piştre li ser meselê biaxivin. Lê wekî meseleya Kurdan, meseleya Îsraîl û Filistînê dûvdirêj e.

Ji bo ku piştgiriyê bidin Filistiniyan li gelek deveran çalakî çêbûn. Heta li hin bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî xelk daketin qadan. Ev tiştekî asayî ye û kes ne li dijî wê ye. Lê tişta ku ez jê aciz bûm, heman tişt li ber serê wan ango li Rojava û başûr diqewime kes dengê xwe nake. Hê beriya bi deh rojan nêzî 50 kes li Rojava hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi artêşa xwe êrişî her deverê Rojava kir. Ji dibistanan heta nexweşxaneyan, ji mizgeftan heta îstasyonên av û ceyranê kirin hedef. Lê ev kesên îro ji bo Filistînê daketine qadan yek ji wan li meydanan tinebû. Dev ji daketina qadan berdin, li mala xwe jî nerazîbûn nîşan nedan. Ji bajarên wekî Amed û Batmanê nerazîbûnên girseyî li dijî Îsraîlê hebûn. Eger van kesan ji bo Rojava jî heman helwest nîşan dabûna, îro ewqas şer û alozî li Filistînê jî çênedibû.

Herî dawî di êrişeke din de li Xezeyê nexweşxane hat bombebarankirin. Di encamê de zêdetirî 500 kes hatin kuştin. Îsraîl dibêje; ne min wilo kiriye. Filistîn jî dibêje Îsraîl wilo kiriye. Halî hazir piraniya civakê û çapemeniya cîhanê li dijî Îsraîlê ye. Dibe ku ev lîstikek jî be. Ji ber ku rola çapemeniyê girîng e. Çapemenî kî bike hedef ew teşhîr dibe. Îro bi sedan kanalên televizyonê yên Tirkan hene û bi şev û roj êrişî Kurdan û îradeya wan dikin. Civaka Tirkiyê jî Kurdan bi vî rengî nas dike. Eger çapemeniya Tirkan qala êrişên li ser Rojava û başûr kiribûya, wê xelkê zanîba çi bi serê Rojava tê. Lê ji binî ve qal nakin. Dibe ku meseleya Îsraîl û Filistiniyan jî bi vî rengî be. Çapemeniya cîhanê jî beriya bi 25 salan ji bo Rêber Apo û tevgera PKK'ê digotin terorîst, lê îro di çapemeniya xwe de qala azadiya Ocalan dikin. Yanî kî bikin terorîst û kî bikin mexdûr di destê wan de ye.

Dewleta Tirk û rayedarên wê jî li ser Filistînê digrîn. Erdogan radibe û qala mafê mirovan dike. Erdogan qala însanetiyê dike û bêdengiya cîhanê rexne dike. Hakan Fîdan jî Îsraîlê wekî dagirker pênase dike. Yanî navê xwe li Îsraîlê dikin. Ez nabêjim Îsraîl bêguneh e. Lê li vê derê meqseda wan girîng e. Gelo ji bo çi vê yekê dikin. Yên bi şev û roj li Kurdistanê komkujiyan dikin ev in. Yên goristan, nexweşxane û mizgeftan bombe dikin ew in. Yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine ew in. Lê radibin û navê xwe li Îsraîlê dikin. Dema ku qala mafê mirovan dikin bi rastî jî mirov aciz dibe. Yên dewleta Tirk nas nekin wê bêjin çi dewletek humanîst e. Lê em qala Erdoganê dîktator û faşîst dikin. Di dema desthilatdariya wî de sed hezaran kes hatine girtin. Bi hezaran kes hatine qetilkirin. Milyonan kes ji cih û warên xwe koçber bûne. Tiştên ku Erdogan bi serê Kurd û Kurdistanê de anîne, sed salên din jî Îsraîl vê yekê li Filistiniyan nake.

Dewleta Tirk û çapemeniya wê di meseleya Îsraîl û Filistînê de şerekî taybet dimeşînin. Mesele berjewendî ne. Niha her dewletekê daye pey berjewendiyên xwe. Her dewlet û hêzek wê ji vî şerî ji xwe re li firsendekê bigere. Li gorî min divê beriya her tiştî em bipirsin bê Hamas kî ye û derdê wê çi ye ? Gelo bi rastî Hamas ji bo Filistiniyan vî şerî dike an na ? An jî Îsraîl çi bi serê Filistiniyan kiriye ? Dema ku me bersiva wan dît, wê demê emê zanibin mesele çi ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.