Me saleke din a şoreşa 19'ê Tîrmehê li pey xwe hişt. Ew şoreşa ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Rojava dest pê kir. Tam beriya bi 11 salan ji Kobanê vê şoreşê dest pê kir. Lewma jî piştî wê yekser çeteyan berê xwe dan Kobanê. Xwestin ku cihê şoreş lê dest pê kiriye têk bibin. Lê hesabê têkçûnê nekiribûn. Lewma jî vê yekê hesabê wan serûbin kir. Erdogan sed hezaran çete rêxistin kirin û berê wan da Rojava. Hêzên ku destek didan Erdogan jî hebûn. Lê çi kirin û nekirin, nekarîn vê şoreşê têk bibin. Li wê derê îradeya gelan hebû. Ne tenê şoreşa Kurdan bû. Erê raste ji bajarê Kurdan vê şoreşê dest pê kir û Kurdan organîze kir, lê şoreş a her kesî bû. Pêkhateyên li ser axa bakur-rojhilatê Sûrî bûn parçeyek vê şoreşê.
Xelkên Rojava xeta sêyemîn hilbijartin. Yanî ne li kêleka rejîmê cih girtin, ne jî li kêleka komên din ên çekdar. Siyaseta aştiyane û aramiyê meşandin. Li şûna xerakirinê, avakirin ji xwe re kirin esas. Bi vî rengî jî dest bi xebatan kirin. Di warê siyasî û eskerî de gavên mezin hatin avêtin. Ji qada civakî heta aboriyê, ji çand û hunerê heta perwerdeyê xebatên girîng hatin kirin. Bi xebatên xwe re jî li her qadê bû mînak û bi vê mînakê jî li cîhanê deng veda. Rojava bû modelek demokrasiyê ku mînaka wê jî tineye. Wekî din ji şoreşgeran re bû hêlînek. Çi kesên dixwazin şoreşê bibînin û tê de cih bigrin berê xwe dan Rojava. Ji enternasyonalîstan heta sosyalîst û çepgiran tevlîbûneke zêde çêbû. Kobanê ji bo vê yekê bû çirûskek. Dema ku li Kobanê êrişan dest pê kir, du eniyên şer hebûn. Yek jê ya faşîzmê bû, ya din jî ya demokrasiyê bû. Van eniyan şerê hev kirin û di encamê de jî eniya demokrasiyê bi ser ket.
Piştî ku şoreşê dest pê kir, êrişên qirkirin û dagirkeriyê li ser Rojava zêde bûn. Li aliyekî dorpêç û ambargo, li aliyê din êrişên çeteyan, li aliyekî jî şerê taybet ê dewleta Tirk hebû. Di nava şert û mercên ew çend giran de şoreş çêbû. Erdoganê qirker ji bo têkbirina vê şoreşê çi ji destê wî hat kir. Ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî çend dever dagir kirin, lê nekarî îradeya gelan têk bibe. Xelkên li wê derê teslîmî pergala qirkirinê nebûn. Dibe ku bedelên giran hatibe dayîn, lê dîsa jî kesî serê xwe li ber êrişan netewand. Dibe ku ew çend bedelên din jî bên dayîn, lê dîsa jî wê îradeya azad serbikeve.
Rojava xwe îspat kir ku hêlîna demokrasiyê ye. Bi vê şoreşê re berhemên girîng çêbûn. Jin û ciwan bûn xwedî gotin. Ji qada hunerê heta perwerdeyê xebatên dîrokî hatin pêşxistin. Ev yek hemû jî di nava şer de çêbûn. Bi saya ked û fedekariya Rêber Apo ev şoreş pêk hat û pêş ket. Eger em li mezinbûna şoreşê binêrin, di demeke kin de şoreşek mezin çêbû. Lê ew çend jî demdirêj e. Kesî hesab nedikir ku ewqasî demdirêj bajo. Lê bi saya ked û bedelên giran heta îro hat. Lehengên hêja di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Şoreşek bi xwînê ava kirin. Ango bi xwîna xwe şoreşek çêkirin. Em qala deh hezaran şehîdan dikin. Ev şehîdên ji çar aliyê Kurdistan û cîhanê ne. Lewma jî şoreşa Rojava şoreşa gelan e. Şoreşek enternasyonalîst e.
Ji bo têkbirina vê şoreşê wê Erdogan û hevalbendên wî nesekinin. Eger karibin wê tine bikin, eger nikaribin wê qels bikin. Eger wê jî nikaribin wê reş bikin. Ev bi salane vê yekê dikin. Lê heta niha negihiştine armanca xwe. Kurdan û pêkhateyên li wê derê destûra vê yekê nedan. Li çar aliyê cîhanê Kurd û dostên xwe jî destûra wê nadin. Heta ku ev şoreş bi vî rengî dewam bike, wê şoreşa gelan be. Ji ber ku şoreşek zindî ye û her carê xwe nû dike û mezin dibe.