Bi desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê re welatê Tirkiyê bûye dojeh. Kî devê xwe vedike nerazîbûnê tîne ziman. Lê li aliyê din heman desthilatdarî li ser hukm e. Ev çawa nakokî ye gelo ? Li aliyekî gel nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje em ji vê rewşê nerazî ne, li aliyê din dîsa dengê xwe didin vê desthilatdariyê. Jixwe piştî hilbijartina gulana 2023'an rewşa li Tirkiyê xerabtir bû. Milyonan kes li bendê bûn ku ev desthilatdarî bikeve û bi vî rengî hêviyên xwe dianîn ziman. Eger ku ev desthilatdarî ketibûya, wê civakê nefesek girtibûya. Lê di rewşa heyî de vê desthilatdariyê bêhn li civakê çikandiye.
Civaka Tirk dema ku mijar dibe Kurd dibin yek. Vê dijminatiya wan a li Kurdan jî Tirkiyê aniye vê rewşê. Ji destpêka avakirina komara Tirkiyê û vir ve polîtîkayeke dewletê ya dijminatiyê li Kurdan heye. Bi vê dijminatiyê re civakê perwerde dikin û bi faşîzmê mezin dikin. Nifşên nû jî li ser vê faşîzmê dimeşin. Dema mijar dibe Kurd her tiştî datînin aliyekî li dijminatiya bi Kurdan re difikirin. Ev polîtîka sed sal in bi vî rengî ye. Lê di encamê de jî vê dijminatiyê rewşa li Tirkiyê jî têk biriye. Îro dema ku em li aboriya Tirkiyê dinêrin ev yek bêtir xuya dike. Her tiştî ji bo têkbirina Kurdan xerc dikin, lê tiştekî ji bo xizmetê xerc nakin.
Aboriya li Tirkiyê bi erdê re kirine yek. Êdî kes nema dikare debara xwe bike. Piraniya civakê li dijî vê rewşê ye. Lê dîsa jî nikarin vê encamê biguherînin. Hilbijartina gulana 2023'an firsendeke dîrokî bû. Piraniya civakê dixwest ku ev desthilatdarî biçe. Lê hin kesên dixwestin jî li dijminatiya bi Kurdan re aliqîn. Ji ber ku dema mesele dibe Kurd û Kurdistanê li wê derê disekinin. Vê dewletê civakek bi vî rengî perwerde û mezin kiriye. Zarokên nû radibin jî Kurdan bi dijminatiyê nas dikin. Ji televizyon û ajansên wan heta rojnameyên wan li ser heman ferasetê weşanê dikin. Dema ku civak vê yekê dibîne jî li gorî wê tevdigere. Ji bo wan Kurd kesên terorîst in û divê werin tinekirin. Ev polîtîkayeke dewletê ya fermî ye. Civak jî li gorî vê polîtîkayê tevdigere.
Mesela di pêvajoya salên 2013 û 2015'an de li Tirkiyê pêvajoyeke aramiyê hebû. Çend salan şer çênebû û qaşo pêvajoyeke çareseriyê hebû. Kurdan dixwest ku ev mesele çareser bibe, lê dewletê jî dixwest Kurd dev ji her tiştî berdin û teslîm bibin. Eger Kurdan teslîmiyet û serîtewandin qebûl kiriba, wê demê wê gotibana pêvajoya çareseriyê. Lê Kurdan serî netewand. Ew pêvajo mînakek girîng e. Hem ji bo polîtîkaya dewletê, hem jî ji bo rewşa aramiyê. Dema ku dewlet dixwaze şer çênabe û kesek jî namire. Lê riya şer û qirkirinê jî bi destê dewletê dibe. Di wê pêvajoyê de her kes bi hêvî bû û rewşa civakê guherî bû. Zimanê rayedarên dewlet û çapemeniya wan jî guherî bû. Lê çawa ku dest bi şer kirin, bi carekê re rewşa civakê jî guherî. Wê demê mirov dikare bêje ku civak li gorî dewletê tevdigere. Ev yek tiştekî nebaş e. Her tiştî li gorî dewletê dimeşînin û ji gotina dewletê dernakevin. Ev jî civakek kedîkirî derdixe pêş çavan.
Yên ku dixwazin li Tirkiyê rewş biguhere û aramî hebe, divê li dijî polîtîkayên dewletê derkevin. Vê dewletê bi polîtîkayên xwe qeyraneke aborî, siyasî û civakî çêkiriye. Her derê talan dike û qir dike. Xwezayê talan dike û daristanan dişewitîne. Qirkirinê li ser her tiştî dimeşîne. Ma ev civak wê heta kengî bi faşîzmê re bimeşe ? Vê faşîzmê tenê zilm û zordarî daye civakê. Yanî civakê parçe dike û dike dijminê hev. Tişta ku dewlet jê fêm dike jî ev e. Polîtîkayên faşîzan dimeşîne û dijminatiyê pêş dixe. Di encama van polîtîkayên qirêj de jî rewşa li Tirkiyê li ber çavan e. Têkçûnek li her qadê heye. Kesekî ji rewşa xwe razî tineye. Wê demê pêdivî bi guherînê heye û ew jî di destê civakê de ye.