Ev sernivîs gotina Yaşar Aslan e. Ew kesekî ku 30 sal û 6 meh di zindanê de hatiye ragirtin. Diviyabû beriya serê salê hatiba berdan. Lê poşmanî lê ferz kirin û ji ber vê yekê jî ew bernedan. Wekî ku 30 sal ne bes bû, 6 meh û 7 rojên din jî lê zêde kirin. Di encamê de hate berdan. Tevî ewqas zextên zindanê jî serî li ber wan netewand û ji girtîgehê derket. Dema ku ji girtîgeha Tekîrdagê hat berdan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de qala tecrîd û faşîzma li zindanê kir. Yaşar dibêje ku raste li zindanê faşîzm û zilm heye, lê li dijî vê zilmê jî berxwedanek heye. Dibe ku li gorî dilê xwe êşkenceyê li girtiyan bikin, lê girtî ji ya xwe nayên xwarê. Yaşar Aslan rexne li civaka derve jî dike û dibêje; ew di girtîgehê de bûn, lê çi dixwestin digotin û li ber xwe didan. Lê yên li derve bi vî rengî tevnagerin. Li gorî wî eger berxwedanek li hundir hebe, divê li derve jî berxwedan hebe.
Ew berxwedana ku Yaşar behsa wê dike ji Îmraliyê dest pê kiriye. Bi saya wê berxwedana Rêber Apo li zindanan helwesteke şoreşgerî heye. Lewma jî Rêber Apo tecrîd dikin. Bi vî rengî tecrîdê li tevahiya zindanan belav dikin. Yaşar Aslan rewşa li derve jî wekî ya zindanan dibîne. Lewma jî dibêje; ez ji çalekê derketim golekê. Li gorî wî ti ferqa hundir û derve tineye. Her wiha dema ku hat girtin ango beriya bi 30 salan rewşa li Tirkiyê çawa bû îro jî bi heman rengî ye. Dîsa zilm û faşîzm heye. Eger girtiyek 30 salî îro hê jî li ser heman helwestê tevdigere divê em jê hin tiştan fêm bikin. 30 salên xwe di zindanê de derbas kiriye û hê jî biryardariya têkoşînê tîne ziman. Ji têkoşîn û berxwedana xwe tiştek wenda nekiriye. Ew dibêje ku divê hêvî û berxwedana xwe em mezin bikin. Dema ku li Mêrdînê hat pêşwazîkirin jî got ew bi gelê xwe serbilind e.
Em qala 30 salî dikin, lê ne wextekî hindik e. Dema ku ew kes hate girtin û rewşa niha gelekî cûda ye. Di nava 30 salan de gelek bûyerên girîng li dinyayê qewimîn. Ew kesên girtî ji van bûyeran hayedar bûn, lê ne di nav de bûn. Gelek dê û bavan zarokên xwe nedîtin û jiyana xwe ji dest dan. Bi heman rengî ew ên girtî jî heval û hezkiriyên xwe nedîtin. Pêvajoyek giran û zahmet e. Piştî 30 salî wê derûniya girtiyekî çawa be ? Wê çawa karibe adapteyî derve bibe ? Ev yek jî li gorî şexsan diguhere. Eger îradeyek xurt hebe, derve û hundir ferq nake. Ji ber ku ya girîng fikir û mejiyê mirovan e. Eger fikrê mirovan azad be, azadî li her derê ye. Rexneya ku girtiyekî 30 salî li me dike divê baş were nirxandin. 30 salê xwe di zindanê de derbas kiriye û kêliya ku derdikeve jî ji xelkê re dibêje çima hun ditirsin, ji bo çi ditirsin ? Ev felsefeyeke jiyanê ye.
Yaşar Aslan di nava 30 salên zindanê de du pirtûk jî nivîsandine. Yanî zindan wekî devereke dîlgirtinê nedîtiye. Li zindanê jî têkoşîna xwe ya şoreşgerî meşandiye. Lê em mirovên li derve ewqasî ne jêhatî bûn. Eger ew mirov di zindanê de ewqasî xwendibin û nivîsandibin, çima em ewqasî qels mane. Pirsgirêka mezin jî li vê derê ye. Eger em jî wekî wan bûna hewce nedikir ew kes 30 salan di zindanê de bimînin. Eger têkoşîna me xurt bûya wê tecrîd tine bûya. Mesele jî têkildarî me ye. Ew rexneyên ku Yaşar Aslan kirine divê baş werin xwendin. Ew peyameke ji zindanê ye û fikrekî azad dihewîne. Lê em ên li derve ewqasî ne azad in.
Li aliyê din parêzerê Yaşar, Kamûran Akyuz jî diyar kir ku ez li pêşberî sekna wî matmayî mam. Sekna wî ne ew kes bû ku 30 sal di zindanê de mabe. Dema ku Yaşar derket derve qet ne biyaniyê derve bû. Wekî ku qet nehatibe girtin tevdigeriya. Lewma jî matmayîna xwe destnîşan dikir. Ev yek diyar dike ku ew ên li pey azadiyê ne, diçin ku derê azadiyê bi xwe re dibin. Di esasê xwe de jî mirovên azad li girtîgehan e. Em ên li derve jî çiqasî girtî ne û haya me jê tineye.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Divê Elmanya gava pêşî bavêje
23 teşrînê
Navê xwe li me dikin
16 teşrînê
Sonda bi Kurdî Jiyana bi Tirkî
9 teşrînê
Bi berxwedanê tecrîd wê bişike
2 teşrînê
Di salvegerê de komployeke din
26 cotmeh
Dewleta Tirk û Însanetî
19 cotmeh
Encama Komploya 9'ê Cotmehê
12 cotmeh
Erdheja li Enqerê
5 cotmeh